´Di koxuşa 7 kesan de 28 kes dimînin´
Girtiyên Alanyayê: Di koxuşa 7 kesan de 28 kes dimînin
Li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtiyê bi navê Zulfîkar Budak, diyar kir ku li koxuşa 7 kesan 28 kes dimînin. Budak, anî ziman ku li aliyê din girtî bi kelepçeyn tên dermankirin.
Girtiyên PKK'ê û PAKJ'ê her tim li girtîgehan û dema diçin nexweşxaneyan rastî binpêkirinên mafên mirovan tên. Mafê wan ê ragihandinê tên astengkirin, li erdê radizên, nexweşan nabin nexweşan, dema dibin nexweşxaneyan jî bi kelepçeyan derman dikin, an jî dema daxwazên xwe bi daxwaznameyan tînin ziman daxwaznameyên wan tên desteserkirin û rastî cezayê hucreyê tên. Dîsa pirsgirêka paqijiyê, xwarina qirêj û ava kêm heye. Li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê jî binpêkirina mafan didome. Girtiyê bi navê Zulfîkar Budak, diyar kir ku li koxuşa 7 kesan 28 kes dimînin. Budak, anî ziman ku li aliyê din girtî bi kelepçeyn tên dermankirin. Budak, da zanîn ku ji ber bi çekê birîndar bûye, bidehan caran emeliyat bû û wiha got: "Ji ber ez birîndar im, bi nexweşiya romatîzma û fitiqê me pirsgirêkên mezin dijîm. Li şûna ku rayedar çareseriyê ji nexweşiya min re bibînin hemû şert û mercên çareseriyê ji holê radikin. Li koxuşên 7 kesan 28 kes dimînin. Di nava van şert û mercan mirovan tenduristiya wan baş jî nexweş dikevin. Hemû daxwazên me tên redkirin û paşguhkirin."
'Rojê carekê em dikarin derkevin doktor'
Budak, da zanîn ku hêjmara girtiyan gelek zêde ye, lê ligel vêyekê girtî tenê dikarin ji hefteyê rojekê derkevin pêşberî doktor. Budak, da zanîn ku doktorê revîrê bêyî wan muayine bike îlacan dinivîse û dema vê yekê îtîraz dike, girtian sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Alanya dikin û wiha got: "Dema me sewq dikin jî hin caran 4-5 meh derbas dibe hêj nû me dibin nexweşxaneyan. Dema me dibin nexweşxaneyê jî leşker li me neheqiyê dikin. Dema em itîraz dikin jî em nayên dermankirin. Dibêjin an hûn dê bi ya me bikin, an jî em dê li gorî xwe tev bigerin. Girtiyan bi kelepçeyan derman dikin. Dema girtî vê yekê red dikin jî doktor wan dermannakin. "
Budak, ku roj bi roj rewşa wî giran dibe bang li rayedaran kir ku bi hestewan tev bigerin û destnîşan kir ku tiştek bi serê wî bê berpirsiyar Wezîrê Dadê ye.
(mae)