Di kuştina bav û keç de gumana qereqolê!
Rapora otopsiyê ya pêşîn a Îsmaîl Akin (62) û keça wî Elîf Akin (10) a ku dema şivantî dikirin hatin kuştin hate amadekirin
Rapora otopsiyê ya pêşîn a Îsmaîl Akin (62) û keça wî Elîf Akin (10) a ku dema şivantî dikirin hatin kuştin hate amadekirin. Kurê Akin Hogir Akin diyar kir ku ji leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Herbê bi guman in û wiha got: "Ligel ku bangî leşkeran kirin bên cihê bûyerê nehatin. Pişt re astsubayeke hat lê wi jî qalikên guleyên vala ji me xwest."
Li Gundê Habis ê Sitîlê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê şivanê bi navê Îsmail Akin û keça wî ya 10 salî Elîf Akin bi guleyên li serê wan hatin dayîn, kuştî hatin dîtin. Rapora otopsiyê ya bav û keçê ya pêşîn aşkera bû. Cenazeyê keç û bav rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir jî şandin Mêrdînê. Di ruhsata defina bav û keç de sedema mirinê guleya çek hat nîşandan. Sedema mirina bav û keçê ji ber birîndarbûna organên hundir xwîn ket hundir û girêdayî birîndarbûna meju şikestina tasa ser û zirara meju û xwîn ket nava meju hate nîşandan.
Pisporê Edli Tibê Dr. Îsmaîl Hakki Uysal der barê mijarê de daxuyaniyek da. Uysal diyar kir ku di laşê bav de şopÊn 4 guleyan heye, yek di dev de yên din j îli ser çav, serî û kalçika wî de ne û yên Elif jî guleyek li sînga wê ketiye guleyek jî ji nêz ve li serê wê ketiye. Li aliyê din hat hînbûn ku rapor şandine Serdozgerê Komarê yê Nisebînê.
Hat hînbûn ku Qereqola Cendirmeyan a Herbê ku kurê Akin, Hogir Akin bangî wan kiribû jî bersiva neyînî daye wan. Akin da zanin ku leşkeran ji wan re gotiye 'Cenazeyên xwe hûn rabikin' û wiha pê de çû: "Piştî ku me cenazeyê rakir astsubayekê li pêy me hat û guleyên vala j ime xwest. Me jî guleyên vala nedan û me got em dane dozgeriyê. Lê tiştê ku me bi guman dike guleyên vala xwestin bû. Em difikirin ku di vê bûyerê de pêçiyên wan jî hene."
Li bendêne ku piştî otopsiyê cenazeyan bibin gundê Habisiyê.
(aw/bd)