1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di lêgerînên koalîsyonê de rewşa partiyan
Di lêgerînên koalîsyonê de rewşa partiyan,di,lêgerînên,koalîsyonê,de,rewşa,partiyan

Di lêgerînên koalîsyonê de rewşa partiyan

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Ji bo hevdîtên koalîsyonê ku dê di rojên pêş de zêde bibin partiyên siyasî amadekariyên xwe yên dawî dikin. AKP li aliyeke weke daxwaza xwe ya koalîsyonê nîşan dide li aliyê din jî ji bo ku koalîsyonek neyê avakirin dê puanê bîne û argumanên xwe yên beriya hilbijartinê xurt bike helweste xwe bi vî rengî diyar kir. CHP jî alternatîfa koalîsyona AKP-CHP a ku bûye daxwaza derûdorên berfireh ketiye anva lêgerînên koalîsyonên cuda û formulekî ku Kemal Kiliçdaroglu jî li derve bihêle dixebite. HDP dixwaze bibe pêşengê muxalefeta demokrtakî û heke pêkan be ji bo avakirina koalîsyona AKP û CHP’ê roleke êrênî bilîze amadekariyê dike.

Piştî hilbijartinê li Enqereyê nîqaşên koalîsyonê zêde bûn û di rojên pêş de jî di navbera partiyan de trafîka hevdîtinên siyasî zêde bibe. Partiyên siyasî ji bo ku di hevdîtinan de daxwazên xwe diyar bikin, çarçoveya nîqaşan nîşan bidin ji bo xwe encamên hilbijartinan dinirxînin li aliyê din jî heyetên ji bo hevdîtinan diyar dikin.

AKP difikire koalîsyon pêk neyê dê ji bo wan baş be

Di nîqaşên koalîsyonê de çav li ser AKP’ê ne. AKP a ku wekî tu têkçûyiyê herîm ezin ê hilbijartinê tê nirxandin her çiqas encamên hilbijartinê hezm nekiribe jî naxwaze xwe wekî dijmerê koalîsyonê nîşan bide. Di daxuyaniyên ku ji AKP’ê tên de balê dikêşin li ser koalîsyonê û dibêjin ku dê nebin aliyê ku Tirkiyeyê di rewşeke zehmet de bihêlin. AKP di daxuyaniyên ku ji bo raya giştî tên kirin de hewl dide dîmeneke dijberê koalîsyonê ne derkeve. Bi vê yekê re jî wekî têgeha ku beriya hilbijartinê xwestin ava bikin a “Koalîsyon keraset e, îxtidare yek partiyekî çareserî ye” xurtir bike nîqaşên ku di nava partiyê de ji bo “hilbijartinên pêş” hatiye destpêkirin nîşanî derve nekin. Lê bi vê yekê re jî wekî dixwaze koalîsyonê nîşan bide, lihevnekirinên li ser koalîsyonan dixwaze ji wî naqewime nîşan bide û difikire ku ev yek dê ji bo wî puanê bide. Ji ber vê yekê jî heka roja dawî wekî dîmenê dixwazin koalîsyon bêavakirin nîşan bidin. Piştî vê hekê dema ku koalîsyon nehat avakirin jî wê demê têgeha “binêrin, dema ez nebin, koalîsyon ava nabe, bêîstikrarî heye, ji ber vê yekê jî tekane alternatîf îxtidara min e” li civakê de biafirîne û bi vê yekê re jî hesabên hilbijartinên pêşwext dike.

Xwestin Kiliçdaroglu by-pas bikin

Di CHP’ê de nîqaşên piştî hilbijartinan bêhtir tevlihev e. Li alyiye nîqaşên piştî her hilbijartinan dest pêk iriye li aliyê din jî hesabên koalîsyonê jî tên kirin. Serokê Yekîtiya Baroyan û Endamê PM a berê ya CHP’ê Metîn Feyzîoglu banga kongreyê kir ev yek wekî muxalefeta ku di CHP’ê de ji Kiliçdaroglu re restê dikişîne hate nirxandin. Li aliyê din jî bi hesabê zirav ê Erdogan re jî daxwaza Denîz Baykal ji nûve derxistina sehneyê ye û mîna ku Kiliçdaroglu bp-pas bikin tê nirxandin. Lê di rêveberiya partiyê û hilbijêran de ji bo Kiliçdaroglu nîqaşak tuneye berovajî vê yekê ji bo ku AKP bi tena serê xwe nebe îxtidar zêdenebûna dangên CHP’ê jî hatiye tolerekirin.

Di CHP’ê de koalîsyonên bi AKP’ê re an jî bi muxalefetê re j îtê nîqaşkirin. Ji bo ku wekî daxwaza cihana karsazan a koalîsyona AKP û CHP’ê naxwazin an jî di avanekirina koalîsyonê de roleke neyînî nelîzin dernekeve holê jî di nava xwe de koalîsyonên AKP’î jî heye nîqaş tên kirin, dixwaze di nava xwe de alternatîfên cuda jî bigerin. Li aliyeke dixwazin wekî bi AKP’ê re tevdigerin nêyên dîtin li aliyê din jî koalîsyoneke bi vî rengî dikane eyarê bide AKP’ê û ji bo hikûmeta restorasyonê derfet çêbibe tevdigerin, dîsa helwdaneke wan a CHP’ê wekî muxalefet nîşan bidin jî dixebitin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin formuleke ku Kiliçdaroglu derve bihêlin tê fikarîn û germ nêzîkî vê dibin. Wekî mînak tê fikirîn ku Serokê Giştî yê berê SHP’ê û endamê MYK a CHP’ê Murat Karayalçin jî di nav de heyetek bê avakirin û di lijneya wezîran de cih bigirin, Karayalçin jî bibe Alîkarê Serokwezîr. Dîsa alternatîfeka ku CHP; HDP û MHP tîne cem hev jî ligel zehmet e j îtê nîqaşkirin.

HDP dê pêşengiya muxalefeta demokratîk bike

Di HDP’ê de jî biryara HDP di derveyî koalîsyonan bimîne hate qebûlkirin. Ev yek ji bo HDP’ê deriyê xwe ji bo nîqaşên koalîsyonan girtiyê nayê fêmkirin û ewil tê xwestin ku alternatîfên din ê koalîsyonan bên nîqaşkirin ji bo ku ev koalîsyon pêk bên HDP jî roleke êrênî bilîze nêzîkatiyek heye. HDP di taboya ku derketiye de dixwaze ji muxalefeteke demokratîk re pêşengiyê bike û bi vî rengî hemû dînamîkên Tirkiyeyê ber bi îxtidarê ve bibe. Dîsa ji bo ku di hevdîtinan de nêzîkatyike êrênî bê nîşandan jî heyetek ji hevserok û serokwekîlên komê jî di nav de hate avakirin. Heyet dê demek eli Enqereyê hevdîtinên koalîsyonê pêk bîne li aliyê din jî ji bo ku pêşiya provokasyonên li Amedê bigire li Enqerê hevdîtin û hewldanên pêwîst pêk bîne.

Di hevdîtinên bên kirin de dê bê gotin ku ji bo hemû hewldanên demokratîk piştgiriyê bibîne, daxwaza ku koalîsyona ku bê avakirin ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê gavan bavêjê bê ser ziman heta ji bo koalîsyoneke bi vî rengî bê avakirin dê bikevin nava hewldanan. HDP a ku ji bo pêvajoya çareseriyê di ferqa berpirsyariya xwe de ye ji bo vê çi dikeve ser milê wî pêk bîne dê pratîka xwe ve nîşan bide û vebêje.

(sa)