Di mehekê de 1752 girtî
Di meha dawî de 1752 kes xistin girtîgehan
Li gorî îstatîstîkên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Tevkîfevan a Wezareta Edaletê ya meha Adarê 132 hezar û 369 kes di girtîgehên Tirkiyê de tên girtin. Li gorî van daneyan di meha sibatê de hejmara girtî û hikûmxarên li girtîgehan hezar û 752 kes zêde bûne.
Midûriyeta Giştî ya Ceza û Tevkîfevan a Wezareta Edaletê îstatîstîkên heta 31'ê Adara 2012'an ên girtî û hikûmxwaran aşkera kir. Li gorî îstatîstîkan hejmara girtiyên li girtîgehan 36 hezar û 273'ye. Di îstatîstîkan de hejmara girtiyên hikûmxwar wekî 132 hezar û 369 kes hat diyarkirin. Li gorî daneyên hatine diyarkirin ji 36 hezar û 273 kesên li girtîgehan 29 hezar û 890 kes girtiyên edlî 4 hezar û 643 kes jî girtiyên siyasî ne. Hezar û 283 kes ji ber endamên rêxistinên bi armanca berjewendiyan hatiye sazkirin girtî ne.
2 hezar û 281 zarok girtî ne
Li gorî daneyan ji 77 hezar û 587 hikûmxwaran 72 hezar 22'yê wan edlî, 3 hezar û 846 kes ji ber endamên rêxistinên berjewendiyan in, hezar û 197 kes jî ji ber sûcên nayên zanîn girtî ne. Li gorî daneyan ji 18 hezar û 509 girtiyan 17 hezar û 652 kes zilam in. 642 jin in, 215 jî zarok in. Li gorî daneyan ji 77 hezar û 587 hikûmxwaran 74 hezar û 963 kes ji zilaman, 2 hezar û 418 ji jinan û 206 kes jî ji zarokan pêk tê.
(ak)