1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Di mihrîcana Ehmedê Xani de ji bo Medenî meş
Di mihrîcana Ehmedê Xani de ji bo Medenî meş,di,mihrîcana,ehmedê,xani,de,ji,bo,medenî,meş

Di mihrîcana Ehmedê Xani de ji bo Medenî meş

Di mihrîcana Ehmedê Xani de ji bo Medenî meş pêk hat

A+ A-

AGIRÎ (DÎHA) - Şaredariya Bazîdê şahiyên 9'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî bi tevlêbûna hezaran kesan berdewam kir. Di şahiyan de kuştina Medenî Yildirim hat şermezarkirin.

Rêveberiya Şaredariya Bazîdê ku piştî ked destê HADEP, DEHAP, DTP û BDP'ê, ji bo ku li nirxên çandî û hunerî xwedi derkeve û aliyê dewlemend, bi civakê û cîhanê re parve bike kevneşopiya mihrîcanê berdewam dike. 9'emîn mihrîcana çand, huner û turizmê di roja 3'emîn de berdewam dike. Mihrîcana bi Şîara "Em ji kontarên çiyayê Araratê Aştiyê silav dikin" pêk tê didome. Şevê din bi tevlêbûna 40 hezar kes konser hat dayîn. Di konsera ku li Stadyuma Navçeyê pêk hat de Demir Dengxweş, Ferhat Tanrıkulu, Huseyin Zeren, Koma Serhadê, Ayfer Duzdaş stran gotin û nêzî 40 kezar kes amade bûn. Girseya ku tev li konserê bûn, piştî konserê ji bo Medenî Yildirim ê li Liceyê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da meş pêk anîn. Bi hezaran kes ji bo Yildirim ji ber avahiya Şaredariyê heta statyuma navçeyê meşa meşaleyî pêk anî. Girsê di meşê de bê navber silogana "Hevalê Medenî nemir e" "Gelê Lice ne tenê ye" û "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kir.

Di vekirina mîhrîcanê de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, parlamentera BDP'a Agiriyê Halîl Aksoy, Hevseroka BDP'a Agiriyê Halef Keklîk, Hevseroka navçeya BDP'a Bazîdê Cemîl Rizaogulları, temsîlkarên saziyên sivîl û gelek welatî cihê xwe girtin. Di destpêka vekirina mîhrîcanê de ekîba folklorê ya ku ji Lîstikên Herêmî a Bazîdê pêk dihat bi lîstikên xwe yên herêmî gel coşandin.

'Em di aştiyê de bi israr in'

Di vekirina mîhrîcanê de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz axivî û diyar kir ku mîhrîcana ku di 28'ê mehê de bi coşeke mezin dest pê kir ji ber qetilkirina Medenî Yildirim ê 18 salî ew mîhrîcanê betal kirine û wiha got: "Em di pêvajoyeke hesas de derbas dibin. Nûçeyê Medenî Yildirim ê 18 salî a ku li hemberî çêkirina qerekolan bertekên xwe dixwest bîne ziman ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin dema me bihîst me gelek xemgîn bû. Em qetilkirina Yildirim şermezar dikin û dixwazin ku kujerên Yildirim di demek kurt de bên cezakirin. Em wekî jin aştiyê dixwazin. Ji ber ku di şerê li herêmê de herî zêde bar û êşên giran jin kişandin. Em di aştiyê de bi israr in. Ji bo her mirovekî tişta herî girîng zarokên wî ne. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê ev êşê gelek caran kişandine. Em naxwazin ku ne dayikên kurd û ne jî dayikên tirk bigirîn. Ji ber vê yekê aştî gelek girîng e. Em wekî jin dixwazin ku êdî bila dengên çeka rawest e." Korkmaz da zanîn ku divê hikûmeta tirk teqez ji bo pêvajoyê gavan biavêje.

Gelê zimanê wî hatibe qedexekirin çanda wî jî qedexe ye'

Piştî axaftina Korkmaz, parlamentera BDP'a Agiriyê Halîl Aksoy axivî û diyar kir ku di mîhrîcanan de tiştê herî girîng ziman e û wiha got: "Li hemberî qedexekirina zimanê kurdî mîhrîcanên bi vê rengî pir bi nirx û watedar e. Gelê ku zimanê wî hatibe qedexekirin nikare çand û hunera xwe bide jiyandin û bide jiyîn." Aksoy destnîşan kir ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoyeke nû hat destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi destpêkirina pêvajoya nû re îro êdî gel xwedî li nirx û demokrasiyê dertên." Der barê çêkirina qerekolan de jî Aksoy axivî û wiha got: "Çêkirina qerekolan amadekariya şer e. Hikûmetê dê li cihek bêje çareserî, li cihek bêje aştî û bi ser de jî hêj qerekolan çêdike. Hêzen demokrasiyê û gelê kurd dê tu carî çêkirina qerekolan qebûl nekin.

Ji bo Medenî Yildirim meş

Welatiyên ku ji bo mîhrîcanê kom bûn ji bo Medenî Yildirim ê 18 salî bi bîr bînin meşekî meşaleyî lidarxistin. Meşa ku ji ber avahiya Şaredariya Bazîdê dest pê kir heta stadyuma futbolê a navçê berdewam kir de girseyê sloganên 'Rêheval Medenî nemir e' , 'Bijî Serok Apo' , ' PKK gel e gel li vir e' berz kirin. Di meşê de parlamentera BDP'a Agiriyê Halîl Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Alîkarê Şaredarê Bazîdê Mehmet Yavuz, parlamentera BDP'a Wanê Ozdal Uçer, endamê Komîsyona Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk, Hevseroka navçeya BDP'a Bazîdê Cemîl Rizaogulları, Hevseroka BDP'a Agiriyê Halef Keklîk, gelek endam û rêveberên BDP'a navçê û bajêr, endamên meclisê û bi hezaran welatî cihê xwe girtin. Li ser dikê ku mîhrîcan li wir hat lidarxistin de ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê daliqandin. Her wiha di mîhrîcanê de parlamenterê berê ya DEP'ê Orhan Dogan, hunermend Kazim Koyuncu û kesên ku di otela Madimakê de hatin qetilkirin hatin bi bîr anîn. Mîhrîcan bi deqeyeke rêz girtinê a ji bo şehîdên şoreşê dest pêkir. Piştî rêz girtinê Hevseroka BDP'a Agiriyê Halef Keklîk axivî û diyar kir ku gelek caran kurd rastî îşkence û qetilkirinê hatine û wiha got: "Piştî bi hezaran şehîdên ku me kiriye nava dilê xwe em ê dev jî têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin." Piştî Keklîk, parlamentera BDP'a Wanê Ozdel Uçer derket ser dikê û diyar kir ku gelê Licê bi îrade xwe meşeke demokratîk li dar xist lê belê ew meşa wan rastî êrîşê hat û ciwanekî hat qetilkirin. Em vê yekê qebûl nakin, şermezar dikin. Rêberê Gelê Kurd ji bo ku dengê çekan rawest e pêvajoyeke nû da dest pê kirin lê belê hikûmeta tirk hêj jî ciwanên kurdan qetil dike." Piştî axaftinan Demîr Dengxweş, Ferhat Tanrikulu, Huseyîn Zeren, Koma Serhedê, Fevzî Bayat û Ayfer Duzdaş derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Coşa gel heta derengiyê şevê berdewam kir.

(aw/mae)