Di mitînga Newrozê de lêpirsîna kurdî!
Serdozgeriya Komarê ya Tarsusê derbarê mitînga Newrozê ya li Tarsusê de lêpirsîn vekir
M. EMÎN DEMÎR Serdozgeriya Komarê ya Tarsusê têkildarî mitînga Newrozê ya di 20'm adarê de li Tarsusê bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" bi îdîayên "Li hemberî zagona hejmar 2911 muxalefet" û ji ber ku di mitîngê de bi kudî hate axaftin li gorî zagona hejmar 2820 a "li hemberî zagona partiyên siyasî muxalefet kir" lêpirsîn vekir.
Derbarê 7 kesên di Komîtiya Amadekar a Newrozê ya navçeya Tarsusê ya Mêrsînê de lêpirsîn hate destpêkirin. Derbarê mitînga Newrozê ya di 20'ê Adarê de li Qada Sali Pazarê ya li taxa Çaglayanê ya Tarsusê pêk hate lêpirsîna hate destpêkirin gelek sosret e. Serdozgerê Komarê yê Tarsusê bi hincetên mitîng li dijî "Zagona Meş, Çalakî û Civînan a hejmar 2911" û "Li dijî Zagona Partiyên Siyasî muxalefet kirin" lêpirsîn vekir. Dozgeriyê hincet jî di mitîngê de alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û pankart hatin vekirin û slogan hatin berzkirin nîşan da.
Şal û şepik jî li dijîzagonê ye!
Dozgeriyê di lêpirsînê de "şal û şapik" ên gelê kurd di hemû mitîng û pîrozbahiyê Newrozê de li xwe dikin weke "unîforma" nîşandan û dijzagonî îlan kir. Dozgeriyê nirxandina: "nîşan û amblemên rêxistinên dijzagonî hatin hilgirtin û unîformayên ev nîşan li ser heyî li xwe kirin. Pankrat û afîşên dijzagonî hatin vekirin û sloganên dijzagonî hatin berzkirin." kir.
Sedema lêpirsînê kurdî ye!
Sedema lêpirsînê ya din jî axaftinê di mitîngê de hatin kirin, stranên hatin gotin û pankartên kurdî yên hatin vekirin bû. Dozgeriyê Komarê îdîa kir ku bi vê yekê li dijî Zagona Partiyên Siyasî ya Hejmar 2820'an muxalefet kir. Dozgerê Komarê got, "Di Zagona Partiyên Siyasî de di madeya 81'an a 'Parastina Nijadan' fikraya C a 'partiyên siyasî, mitîngan da, propagandeyê ji bilî tirkî bi zimanekî din nakin. Pankrat, levha, plak, deng, dîmen, broşur û giştînameyên ji bilî tirî hatin nivîsîn nikarin belav bikin û bikarbînin" Di lêpirsînê de hate diyarkirin di vê pankartên ji bilî tirkî hatin vekirin komîtiyeya amadekar asten bike û komîteya amadekar srudên kurdî asteng nekirin û bi vê yekê destûr da sûç û wiha hate gotin: "Mîtina ji aliyê Partiya Demokrasî û Aştiyê ya 'Nevruzê' de ji bilî tirkî pankartên bi zimanekî din hatin nivîsandin hatin daliqandin." Pankartên û axaftinên kurdî bûn sedema lêpirsînê.
Komîteya Amadekar a Newrozê bertek nîşanî lêpirsînê da
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Ramazan Elîs bertek nîşanî lêpirsîna dozgeriyê da. Elîş, diyar kir ku destûrên zagonî hemû girtin û wiha got: "Di pêvajoya nû de divê hemû kes ya ji destê wî tê bike. Divê hemû kes li gorî rihê pêvajoyê tevbigerin. Em li gorî rihê pêvojê herket kir. Lê lêpirsîna hate vekirin li gorî rihê pêvajoyê nîn e."
(bd/mae)