Di nava Asayîşa Dêrikê yekîneya Suryanî
DÊRIK 05.05.2014 09:53:38 Welatiyên pêkhateya Suryanî yên li Rojavayê Kurdistanê ku ew jî ji gelên ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re xwe birêxistin dikin. Yek ji qadên rêxistinê jî parastine. Di nava asayîşa Dêrikê de yekîneyek ku ji welatiyên Suryanî pêk tê hatiye avakirin.
Yekîneya Asayîşê bi navê Sotoro hatiye avakirin. Hemû endamên yekîneyê Suryanî ne û li taxên Suryanî parastinê dikin. Yekîne girêdayî nîzama giştî ya asayîşê ye, lê di nava xwe de jî nîzamek wan heye û karê xwe dimeşînin.
Berpirsiyarê yekîneya Sutoro Melkî Rabû got ku ew bi armanca parastina herêmê beşdarî hêzên Asayîşê bûne. Melkî Rabû diyar kir ku pêwîste ew hemû li dijî çeteyan destê xwe bidin hev û têkoşîn bi meşînin, her wiha cudahiyê nexin nava pêkhateyan.