"Di navbera Artêşa Iraqê û pêşmergeyan de alozî derket"
Tê îdiakirin ku di navbera Artêşa Iraqê û pêşmergeyan de alozî derketiye
10:45 19.02.2014 HEWLÊR (DÎHA) – Li gor îdiayan şeva borî 2 helîkopterên artêşa Iraqê li qezaya Duzxurmatû rastî êrişa bi gulleyan a hêzên pêşmergeyan bûne. Hinek alî jî radigihînin ku artêşa Iraqê hêzên pêşmergeyan bombebaran kirine. Sekreterê wezareta pêşmergeyan jî vê yekê red dike.
Li gorî Sumeriyenews, çavkaniyek ji polîsên parêzgeha Selahedîn a Iraqê ragihand ku şeva borî 2 helîkopterên artêşa Iraqê li qezaya Duzxurmatû rastî êrişa bi gulleyan a hêzên pêşmergeyan hatine. Li gor heman çavkaniyan, bêyî ku helîkopter bersiv bidin, carekî din ji herêmê vegeriyane.
Ajansa Niha24 jî di diyar kir ku artêşa Iraqê hêzên pêşmergeyan bombebaran kiriye. Piştî belavbûna van nûçeyan, sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer ji Basnews re ragihand ku ti rastiya vê nûçeyê tune ye û wiha got: “Ev nûçe ji rastiyê dûr e, di rûbirûbûnek di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de çênebûye.” Heftiya borî ji bo artêşa Iraqê êrişekî berfireh li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAİŞ) encam bide, Ebdulemîr Zeydî 9 hezar çekdarên Sehwe anîbûn nêzî navçeyên ku pêşmerge lê ne. Di vê derbarê de Cebar Yawer diyar kir ku em ji hatina wê hêzê hatine agehdarkirin û wiha got: “Di navbara artêşa Iraq û hêzên pêşmergeyan de li bajarê Enbarê navenda hevbeş ya leşkeran heye. Herwiha hemahengî heye.”
Qezaya Duzmurmatû navçeyekî Herêma Kurdistanê ye û girêdayî parêzgeha Selahedîn e. Duzxurmatû yek ji navçeyên cihê nakokiyên yên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de ye. Duzxurmatû jî dikeve di çarçoveya maddeya 140 de. Rojane teqîn li Duzxurmatû çêdibin û heta niha bi sedan welatî bûne qurbanî.
(mo/mae)