Di Nobeta Azadiyê de dîlan hate girtin
Li Amedê ligel hemû astengiyan li avahiya BDP'ê Nobeta Azadiyê hate girtin
Li Amedê ligel hemû astengiyan li avahiya BDP'ê Nobeta Azadiyê hate girtin. Di nobetê de jinan li ber def û zirneyê dîlan girêdan û daxwaza 'Azadiya Ocalan' anîn ziman.
Piştî ku çalakiya 'Nobeta Azadiyê' ya ji aliyê Meclîsa Jinan a BDP'ê hatibû lidarxistin ji aliyê waliyê Amedê hate qedexekirin bi sedan jin li avahiya BDP'ê ya Amedê çalakiya xwe domandin. Bi sedan jin ku di nava wan de Hevseroka DTK Aysel Tûglûk, Endamê Lijneya Koordînasyona DTK'ê û Parlementerê BDP'a Êlih Ayla Akat Ata, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û Şaredara Licê Fîkriye Aytîn jî di nav de bû di çalakiya 'Nobeta Azadiyê' de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û konfederalîzmê hildan. Jinan li ser betaniyên ku li erdê hatibû raxistin şeva xwe borandin û dem bi dem li ber def, zirne û erbaneyan dîlan girêdan. Balkêş bû ku hin jin bi zarokên xwe beşdarî çalakiyê bibûn.
Jinan dê îro di seat 13.00'an de daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakiya xwe bi dawî bikin.
(ab)