1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di Operasyona Botanê de qonaxa serketinê
Di Operasyona Botanê de qonaxa serketinê,di,operasyona,botanê,de,qonaxa,serketinê

Di Operasyona Botanê de qonaxa serketinê

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ 09.12.2014 07:02:00 Taxa Botanê ku di çarçoveya pêngava rizgarkirina Kobanê ya şervanên YPG/YPJ'ê de hat azadkirin, şerê li bajêr derxist qonaxeke nû. Bi vê operasyonê re rêyên îkmalê yên çeteyên DAIŞ'ê qut bûn û tê destnîşankirin ku êdî mercên serketinê yên YPG/YPJ'ê guncaw bûne, qonaxa serketinê destpê kiriye.

Berxwedana Kobanê ya dikeve meha xwe ya sêyemîn nîşan dide, ku hêzên YPG/YPJ ji pozîsyona parastinê derketine û ji bo derxistina çeteyan ji bajêr, ketine pozîsyona êrîşê û operasyonan.

Hêzên YPG/YPJ'ê ku heta dawiya Cotmehê bi giranî di pozîsyona parastinê de bûn, piştî vê demê şer gihandin hevsengiyekê û ji meha Mijdarê û pê ve dest bi êrîş û pêngavên derxistina çeteyan ji nava bajêr kirin. Hêzên YPG/YPJ'ê, operasyona destpêkê ya paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê di 2'ê Kanûnê de da destpêkirin. Operasyon li Taxa Botanê pêk hat, ku ev tax li aliyê başûr ê Kobanê ye. Di dawiya operasyona ku pênc rojan dewam kir de taxa Botanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û hat azadkirin.

Paqijkirina hostek xaka Kobanê jî ji çeteyan gelekî girîng û watedar e. Armanca bingehîn a YPG/YPJ'ê jî, heta paqijkirina her bihosta xaka Kobanê ji çeteyan, meşandina têkoşîn û berxwedanê ye. Lê belê li bajêr hin nuqte hene ku di hevsengiya bajêr û paqijkirina bajêr ji çeteyan de gelekî girîng in. Eger ji vî alî ve were nirxandin; azadkirina Taxa Botanê hêzên YPG/YPJ'ê li pêşberî DAIŞ'ê bi gavekê bi pêş ve biriye.

Taxa Botanê ku di dema êrîşên li hemberî Kobanê de weke qadeke baregehê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dihat bikaranîn, ji aliyê hevsengiya şer ve xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Çeteyên DAIŞ'ê, hêz, çek û lojîstîka xwe ya ji ser rêya Helebê dianî Kobanê, di ser gundê başûrê bajêr Gundê Termîkê digihand Taxa Botanê û ji vir jî li hêzên din ên çete belav dikir. Hêzên YPG/YPJ'ê bi rizgarkirina Taxa Botanê re, têkiliya di navbera rêyên Heleb û Gundê Termîkê qut kirin. Bi azadbûna Taxa Botanê re, li vê eniyê cih li çeteyan teng bû û nema dikare tevbigere.

Weke ku tê zanîn, bi maşîna bombebarkirî ya çeteyan di 29'ê Mijdarê de di bin çavdêriya hêzên dewleta Tirk re li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê teqandin, ji avahiya gumrukê jî êrîş kiribûn. Fermandarê Kobanê Mehmûd Berxwedan da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê yên wergirtina deriyê sînor ê Murşîtpinarê ji xwe re kirine hedef, heta roja îro rêya Helebê ya li aliyê başûr weke nuqteya tevgerê ya êrîşên li dijî derî nirxandine. Ev nirxandina navekî ku şer bi rêve dibe nîşan dide, ku di mijara êrîşên li hemberî derî de, bi azadkirina Taxa Botanê re destê çeteyên DAIŞ'ê gelekî qels bûye.

Operasyona li hemberî Taxa Botanê ji aliyê Tabûrên Rizgarkirina Kobanê yên YPG/YPJ'ê lidar xistin. Di encama operasyona pênc rojan de hêzên YPG/YPJ'ê ti windahî û birîndar nedan. Ev yek jî nîşan dide ku hêzên YPG/YPJ'ê ji aliyê taktîka leşkerî ve xwe nêzî mukemeliyê kirine.

Di operasyonê hejmareke zêde çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Ji çeteyên hatin kuştin cenazeyê 14 ji wan ketin destê hêzên YPG'ê. Balkêş bû ku di nava cesedên hatin dîtin de, ji Ereban bêhtir biyanî hebûn. Ev rewş nîşan dide ku operasyona bêqusur a li taxa Botanê, li dijî yekîneyeke biyanî ya taybet a DAIŞ'ê hatiye kirin. Di operasyonê de, cebilxaneyeke xurt a DAIŞ'ê ket destê YPG'ê.

Di nava çeteyên DAIŞ'ê yên hatin kuştin de emîrekî çeteyan Ebû Hemze jî heye. Ji bo Ebû Hemze yê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatibû dorpêçkirin, çeteyên DAIŞ'ê hejmareke zêde maşînên bombebarkirî û xwekujiyên bombe li xwe pêçandibû, şand. Lê belê ev hewldan hemû ji aliyê YPG'ê ve hatin pûçkirin û emîrê DAIŞ'ê Ebû Hemze li maleke Taxa Botanê ya xwe lê veşartibû, hat kuştin.

Li dû operasyonê em çûn Taxa Botanê. Heta Taxa Botanê piraniya rêya me di qulên ji nava malan re derbas bû. Ev rê, yek ji rêyên ewle yên li dijî segvanan bû. Dema me xwe gihandin taxê, rewşeke ku berê me qet nedîtibû hebû. Ji ber operasyon û pevçûnên beriya wê, gelek malên li taxê hilweşiya bûn, xesareke mezin lê hebû.

Ji bilî hin herêmên di bin xeteriya çekên segvanan de, şervanên YPG'ê li taxê bi dilrehetî tevdigerin. Li ber devê taxê, ku hînê berî çend rojan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, komek ji şervanên YPG'ê ji tembûrê dixin û distirên. Li rûyê hemû şervanan, kêfxweşiya operasyona serketî dihat dîtin. Li aliyekî din jî komek ji şervanan bi fermandarên xwe re çay vedixwe. Ji şervanan Baz Kobanê, pasta pîrozbahiyê dide ji yên hatine taxê re.

Serketina di operasyona Botanê de hat bidestxistin, ji bo pêngavên serketina dawî yên ji niha û pê ve, serketineke girîng e. Eger di vê operasyonê de kêmasiyek rû bida, wê pêngav a paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, biketibûya nava zehmetiyê. Bi kurtasî; operasyona Botanê mercên serketinê yên YPG/YPJ'ê guncaw kir û mirov dikarin bêjin ku êdî qonaxa serketinê daye destpêkirin.

Li dû çend saetên li taxa Botanê, em ketin ser rêya vegerê, lê şervanên YPG'ê stranên xwe dewam dikir; "Keç û xortên şoreşvan şer dikin ji bo Kurdistan..."