Di pevçûnên Kobanê de 54 çete hatin kuştin
KOBANÊ 03.07.2014 17:22:27 Çavkaniyên nêzî YPG’ê diyar kirin ku hejmara çeteyên DAIŞ’ê yên ku di pevçûnên ji duh ve li herêma rojavayî Kobanê hatin kuştin 54 derbas kirine. Çavkaniyên ji bajarên Munbicê û Cerablusê jî diyar kirin ku hejmara kuştiyên DAIŞ’ê gihişt 85 kesî. Her wiha beriya çend kêliyan wesayîta çeteyan ku bi bombeyan barkirî bû, hate rûxandin.
Çavkaniyên nêzî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku di şerê ku ji duh ve li gundê Zormixarê rojavayî Kobanê didome de zêdeyî 54 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û got ku ji duh êvarê heya niha 24 çete hetin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh diyar kiribûn ku 30 çete hatin kuştin û tengek tevî wesayîta leşgerî û kesên têde hat rûxandin, her wiha 3 bargehên çeteyan li gundê Xerab Eto bi temamî hatin rûxandin.
Ji aliyekî din ve çavkaniyên herêmî ji bajarên Munbicê û Cerablusê ragihandin ku hijmara kuştiyên DAIŞ’ê gihişt 85 kuştiyan.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê kuştiyên xwe li gundê Camir ê ku dikeve navbera bajarokên Cerablus û Munbicê veşartin.
Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin ku beriya çend kêliyan şervanên YPG’ê wesayîteke leşkerî ya çeteyan ku kesê bi navê Îd Hemdoş diajot, dema gihîşt gundê Xerb Eto bi temamî hate rûxandin. Di encamê de gelek çete ku hejmara wan nehat zanîn hatin kuştin.
Pevçûnên li herêmê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên YPG’ê de hê jî didomin.