1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di ‘Projeya Mejiyê Mirov’ de pirsgirêk
Di ‘Projeya Mejiyê Mirov’ de pirsgirêk,di,projeya,mejiyê,mirov,de,pirsgirêk

Di ‘Projeya Mejiyê Mirov’ de pirsgirêk

A+ A-

LOZAN 09.07.2014 07:04:15 Projeya Mejiyê Mirov’ a mezin ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê fînansekirin hê salek li ser re neçûye, şansê serketina wê tê lêpirsînkirin. Di projeya ku mejiyê mirov sîmule dike û weke komputereke super ku gelek hedefên wê hene, 300 zanyarên di projeyê de cih digirin, nameyeke aşkera ji YE re şandin û xwestin li ser hişyarên wan bê rawestîn.

Zanyaran anîn ziman ku proje bi awayekî xerab tê bikaranîn ne nerme ye, burokrasî giran dimeşe û heke li ser hişyarên wan neyê sekinandin dê dest ji projeyê berdin.

Bi Human Braîn Project (Projeya Mejiyê Mirov) a ji aliyê Komîsyona YE ve tê fînansekirin û di Cotmeha sala borî de destpê kir, armanc ev e ku pêkhateya tevlihev a mejî çawa kar dike, dema nexweş dikeve dê çawa hê zêdetir alîkarî jêre bê dayîn. Bi vî awayî tê xwestin mejî fonksiyona xwe bênavber dewam bike û mesrefa zêde ya tedawîkirinê bê kêmkirin.

Tê payîn ku eger proje bi ser bikeve dê di nexweşiyên wek Alzheîmer û parkînson de pêşketinên baş çêbibin.

Lê belê tevî ku salek li ser projeyê derbas nebûye ji zanyarên di nav vî karî de hişyarî hat û zanyaran gumanên xwe yên der barê projeyê de anîn ziman.

300 ZANYARAN JI YE RE NAMEYA VEKIRÎ ŞANDIN

Zanyaran anîn ziman ku proje bi awayekî xerab tê bikaranîn ne nerme ye, burokrasî giran dimeşe û heke li ser hişyarên wan neyê sekinandin dê dest ji projeyê berdin. Zanyaran her wiha dan zanîn ku ji fêmkirina mejî zêdetir, çêkirina komputera super derdikeve pêş.

DÎREKTORÊ PROJEYÊ Û YE BEREVAJÎ ZANYARAN DIFIKIRIN

Dîrektorê projeyê Henry Markram û berdevkê Komîsyona YE Ryan Heath jî, zanyar bi sedema ‘zû tevgeriyane’ û proje’baş fêm nekirine’ sûcdar kirin.