Di PYD’ê de qonaxeke nû
Li aliyekê aloziya li Sûriyeyê berdewam dike, li aliyeke din jî Kurd lez didin rêxistinbûna xwe
Li aliyekê aloziya li Sûriyeyê berdewam dike, li aliyeke din jî Kurd lez didin rêxistinbûna xwe. Bi amedebûna 2 hezar kesî Kongireya 5’emîn a awerete ya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ku mezintirîn partiya Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê ye li Qamişloyê pêk hat. Di sîstema rêxistina PYD’ê de guhertinên nû yên weke hevserokatî pêk hatin û hejmara desteya rêveber a partiyê hat zêdekirin. Serokê PYD’ê Salih Mislim got; “Me guhertinek di peyker û şêwaza rêxistinê ya partiya xwe de çêkir, ji ber wê jî me hejmara endamên Desteya Rêveberiya PYD ji 13 endam gihand 25 endaman.”
Di kongreya bi dirûşma " Ji bo Sûriyeyê re Demokrasî û Azadî, ji Rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk" li Qamişloyê pêk hat de gelek nunerên partiyên siyasî, rêxisitn û delegeyên li Libnan, Erbîstana Siûdî, Ewropa beşdar bûn. Her wiha, nunerên kêmaran ên weke, Êzidî, Asurî, Suryanî, Ermenî û kesayetên siyasî û serbixwe jî amade bûn.
Piştî xwendina sirûda Ey Reqîb axaftina vekirina Kongreyê ji aliyê endama Komîteya Amedekar a Kongreyê Emîne Osê ve hate kirin. Osê xêrhatina mêvanan kir û got; “Em hêvîdarin ku ev Kongreya me bibe destpêke ji bo azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê".
Piştî axaftina vekirinê bi dawî bû, ji bo birêvebirina kongreyê dîwanek ji 5 kesan hate hilbijartin û û bernameya Kongereyê li gorî amadekariyên wê bi awayekî asayî bi rê ve çû.
Di kongreyê gelek gotar û peyam hatin xwendin. Ji wan gotara Serokatiya Konseya KCK'ê, gotara TEVDEM'ê, ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Gel a Qamişlo yê. Her wiha gelek rêxistin û partiyên Rojavayê Sûriyê û Sûriyê beşdarî kongreyê bûn û peyamên xwe xwendin.
Ji wan gotar nunerên Encumena Niştimaniya Kurd ya Sûrî (ENKS), Partiya Çep a Demokrat, Partiya Şûhî ya Hevgirtî, Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê, Tevgara Îslah û Tegyîr, Komîteya peywendiyên a Encûmîna Niştimanî Kurd,Partiya Pêşverû û Demokrat a Kurd û gotara Heyêt El Tensîq ya Veguhertina Demkratîk li Sûriyê jî hatin xwendin.
Di kongreyê de bi taybet rewşa Rojavayê Kurdistanê û ya Sûriyeyê, rewşa Kurdan û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku di PYD’yê de jî sîstema hevserokatiyê bê pêşxistin. Biryara sîstema “hevserokatiyê” bi piraniya dengan hat erêkirin. Bi vî awayî Serokê PYD’ê Salih Mislim û Rihan Mihemed bûn hevserokên Patiya Yekitiya Demokratîk (PYD).
Hevserokê PYD’ê Salih Mislim axaftina kir de got ku wana di demek nazik û hesas de kongreya xwe li dar xistin û diyar kir ku ji ber berfirehbûna qada xebatê ya PYD’ê wana hin guhertin di sîstema partiyê de çêkirin. Mislim got; “Me guhertinek di peyker û şêwaza rêxistinê ya partiya xwe de çêkir, ji ber wê jî me hejmara endamên Desteya Rêveberiya PYD ji 13 endam gihand 25 endaman.”
Muslim xêrhatina beşdar û bi taybet xêrhatina nûnerên partiyan, ENKS , serok eşîretên Kurdî,Erebî, Êzîdî û çendîn kesayetên din kir. Mislim destnîşan kir ku digotin ‘Têkiliya PYD’ê bi partiyên din re nebaş e’ û got; “Bi beşdariya we diyar bû ku peywendiyeke baş di navbera me û aliyên din ên Kurdan heye û têkiliya me ya bi derve jî re xurt e.”
ANF NEWS AGENCY