Di pêvajoya Çareseriyê de li Şemzînanê 47 qereqol
09:24 08.10.2013 1 / 13 VAHAP BAY/SAMİ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û hikûmeta AKP'ê "Pakêta Demokratîkbûnê" amade kir jî dîsa li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 47 qereqolên nû hatin avakirin.
Di serdema ku Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan "Pêvajoya çareseriya demokratîk" da destpêkirin de her çend PKK'ê agirbest îlan kir, girtiyên di destê xwe de serbest berdan û vekişîn pêk anê jî dîsa hikûmetê gavên çareesriyê neavêt. Dijberî vê yekê hikûmetê bêtir ket nava hewldanên şer û sorkirinê. Her çend hikûmetê got min "Pakêta Demokratîkbûnê amade kiriye û pakêt aşkere kir jî di pakêtê de tiştek derneket. Li aliyekî girtiyên nexweş nehatin berdan û siyasetmedarên kurd en ji doza KCK'ê tên darizandin nehatin berdan. Li aliyê din li herêmê qereqol li ser qereqolê tên avakirin. Di pêvajoya çareseriyê de li Sînorê herêma Îranê û herêma Federal a Kurdistanê li Navçeya Şemzînanê 47 temelê qereqolan hatin avêtin. Welatiyên herêmê li hemberî van qereqolan bi bertek in. tepkili. Welatî diyar kirin ku qeymeqam û rayedarên dewletê dixwazin bi avakirina van qereqolan herêmê vala bikin. Welatiyan dan zanîn ku li herêmê bi destê Cemaeta Gulen dixwazin rêxistina xwe li herêmê ava bikin.
Di vê pêvajoya çareseriyê de niha 47 qereqol tên avakirin. Qereqolên ku înşaeta wan berdewam dike wiha ne: Rubarok, Grane, Girê Kevirê Hidûdê 1050'an, Rize, Diravana, Navberojan, Qetînê, Îsya, Nahve, Kunekere, Mamreşan, Anadag, Beşikagaç, Mavan, Ketine kalekol, Gıremezın, Şepeta Stane Pareve Sungu, Çiyaye silo, Besusin, Binsûre, Nehri Nawrezan, Gevriya zine û Xarane, Çarçelan, Herke, Bezele, Girsê Silêman, Bedeve, Qenişk, Zerza, Garê û 4 herêmen din, Qatûne û li heremê 3 qereqolên din, Şiqewtane, Çîyaye Eshaba, Ware Fela. Kanîye Sipîye, Helane, Şiqewtane, Li herêma Çîyaye Eshaba 2 qereqolên nû, Şehidan jî hêjmara qereqolan derxistin 16'an.
Li herêmê li aliyekîavakirina qereqolan zêd dibe, li aliyê din welatiyên ku ji navçeyê diçin gund û ji navçeyek din diçin navçeyek din her tim rastî nasnameyê tên û GBT'a wan tê kontrolkirin.
Serokê Odeya Esnaf â Sinhetkaran û Seroke Odeya Ajokar û Otomobilan Muharrem Tekin, diyar kir ku bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê li ser sînor liv û tevgera leşkerî zêde bûye. Tekîn, da zanîn ku hem tevgera hewayî û hem jî tevgera bejayî zêde bûye û wiha got: "Ji ber li herêmê leşkeriyê ewlehî zêde kiriye û çavkaniyên aborî hatine zuhakiin esnaf êdî dikanên xwe digirin. Li herêmê sewalkarî û rençberî her ku diçe têk diçe. Li ser herêmê ambargo heye. "
Tekin, polîtîkayên AKP'ê û pakêta AKP'ê jî reşne kir û diyar kir ku pakêta AKP'ê vala û pûç derketiye.
Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide û 15 salin li herêmê cerdevaniyê dike jî wiha got: "Bi pakêta demokratîkbûni hinek hêviyên me çêbûn. Lê pakêt vala derket. Salek dawî ye li herêmê liv û tevgera leşker3i zêd bû û li aliyekî qereqol li aliyekî bendav tên çêkirin. Zextên derûnî yên leşkeriyê li ser herêmê zêde dibin. Înşaeta qereqol, rê û bendavan didin xizmên Cemaeta Gulen. Endamên cemaetê li Colemêr, Gever û Şemzînanê û li gundê wan di bin navê hilbijartinê de xwe bi rêxistin dikin û xebatên xwe dimeşînin. Bazirganiya sînor ji bo cerdevnan serbest e, lê ji bo kesên dixwazin dest ji cerdevaniyê berdin nikarin bazirganiyê bikin."
(mae)