1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di raropa CPT de 'serdana' Tiriyeyê heye 'tesbît' tune ye!
Di raropa CPT de 'serdana' Tiriyeyê heye 'tesbît' tune ye!,di,raropa,cpt,de,serdana,tiriyeyê,heye,tesbît,tune,ye

Di raropa CPT de 'serdana' Tiriyeyê heye 'tesbît' tune ye!

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê (KE) rapora xwe ya salane aşkere kir, lê ji bilî serdan û hevdîtinên xwe yên li Tirkiyeyê, cih neta tu tesbîtên din.

A+ A-

Lê di raporê de bang li endamên KE’yê hate kirin ku peymanek ya NY’yê îmze bikin û ji bo kesên ku ku ji azadiyan bêpar tên hiştin pêkhateyeke serbixwe ya neteweyî ava bikin.

CPT’yê rapora xwe ya sala 2011-2012 aşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku CPT’yê di nava 12 meahn de 18 serdanên ku 146 rojan pêk hatin, pêk anîne. Ji van serdanan 102 di çarçoveya serdanên periyodîk ên 10 salan de pêk hatin û yên din jî (8 serdan û 44) di çarçoveya ad hoc de hatin pêkanîn.

DERBARÊ TIRKIYEYÊ DE TIŞTEK TUNE YE

Di vê çarçoveyê de, li Tirkiyeyê serdaneke ad hoc pûşpera 2012 li Tirkiyeyê pêk hat. Lê di raporê de ji bilî dubarekirina daxuyaniyên ku di nava salê de hatibûn dayin, tu tiştek din cih negirt. Di raporê de hate diyarkirin ku CPT’yê piştî îdîayên der barê mûameleyên xirab ên Girtîgeha Pozantiya Edeneyê de, vê serdanê pêk aniye û CPT di vê çarçoveyê de çûye serdana Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya ku zarokên li Pozantiyê veguhestibûn wir, Girtîgeha Maltepeya Stenbolê, Amedê û Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê. Her wiha, heyeta CPT’yê ji ber şewatên di girtîgehên Tirkiyeyê de derketin, gelek hevdîtin bi rayedarên Tirk re pêk anîne.

CPT’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got: “10’ê sibata 2012, nunrên CPT’yê û memûrên payebilind ên Tirk li Strasbourgê ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku di Girtîgeha Tîpa F ya Îmralî ya bi Ewlehiya Bilind de ne, hevdîtinek pêk anîne. Di çarçoveya serdana ad hoc a ku di hezîranê de li Enqereyê pêk hat, di vê mijarê de nîqaş çêbûne.”

DIVÊ LI DIJÎ PÊKHATEYEKE NETEWEYÎ BÊ SAZKIRIN

CPTyê di raporê bang li dewletên endamên KE’yê hate kir ku Peyaman li Dijî Îşkence û Maûmele an jî Cezayên Zalimane, Nemirovane an jî Rûmeta Mirovan Dişkînin ya NY’yê îmze bikin û ji bo kesên ku ku ji azadiyan bêpar tên hiştin pêkhateyeke serbixwe ya neteweyî ava bikin.

Ev protokol heta niha ji aliyê 31 welatên KE’yê ve hatiye pejirandin.

ANF NEWS AGENCY