Di roja 27'an de berxwedan didome
KOBANÊ - Li sê eniyên herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de ji şevê din ve heta niha di asta herî giran de didomin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê îlona derbasbûyî de destpê kirin, di roja xwe ya 27'an de bi dijwarî didomin. Di êrîşên xwe de çete çekên giran wekî fûza, tank, hawan, top û hwd bikar tînin. Li beramberî van êrîşan berxwedana şervanên YPG/YPJ û welatiyên herêmê di asta herî bilind de didome.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê dane, li hersê eniyên rojava, başûr û rojhilatê Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Li eniya başûrê bajarê Kobanê şer gelekî dijwar bûye û çete ji wir ve hewl didin pêşde bikevin.
Heta niha tu agahiyên zelal derbarê encamên van şer û pevçûnan de nehatine bidestxistin.
NEHÎR PALE
(he)