1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di roja 69'an de berxwedan didome
Di roja 69'an de berxwedan didome,di,roja,69,an,de,berxwedan,didome

Di roja 69'an de berxwedan didome

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê hêz û çekan ji Reqqa û navendên din tîne derdora bajarê Kobaniyê û amadekariyên êrîşên mezin dikin. Li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê de hêzên YPG'ê li herêmeke berfireh belav bûne.

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobaniyê pêk tên di roja xwe ya 69'an de didomin. Komên çete di serî de ji Raqqa û ji gelek navendan bi cebilxane û hêzên teqwiye (hêzên alîkar) tînin û amadekariya êrîşên nû dikin. Li hemberî vê yekê jî berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike.

Doh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên me û komên çete de şerekî demkurt rû da. Di vî şerî de tirimpêlek çeteyan hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li derdora bajêr, li devera ku Medcene (cihên xwedîkirina mirîşkan) lê ne, li hemberî komên çete çalakî jî dewam dikin. Li vê deverê 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

Li hemberî çeteyên li derdora gundên Menezê, Alîplûr û Girê Îzaê topên hawanê davêjin bajêr, bi çekên giran bersiv hat dayîn.

Hevalekî me ku bi coş û moralê xwe hêz dida berxwedana Kobaniyê, ji bo parastina bajêr û gel peywira xwe bi awayekî serketî anî cih û di şerê duh de gihîşt şehadetê.

Di çarçoveya operasyona li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê de hêzên me li herêmeke berfireh belav bûne û li dijî hêzên me êrîşên çeteyan pêk tên. Îro danê sibê komên çete li nêzî gundê Menacîrê li dijî 2 noqteyên cûda xwestin bi tirimpêlên bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên me ev yek ferq kirin û êrîşên wan têk birin. Herdu tirimpêl ji dûr ve hatin teqandin û 2 çeteyên di tirimpêlan de hatin kuştin. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên me û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê hêzên me li hemberî noqteyeke komên çete çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin."

(he)