Di rêziknameyê de guherîneke dîrokî!..
ÎHD'ê di rêziknameya xwe de guhertina dîrokî pêk anî
11:06 25.11.2012 1 / 3 ENQERE (DÎHA) – 16'emîn Kongreya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di roja duyemîn de berdewam dike. ÎHD'ê di kongreyê de bi guhertina rêziknameyê îmze avêt rûpelê dîrokê. ÎHD'ê di rêziknameyê de xala "Hemû cureyên komkujiyê naz dike" û "Reda Wîjdanî nas dike" û xala herî girîng jî "Perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û nas dike" li rêziknameyê zêde kir.
16'emin Kongreya Giştî ya ÎHD'ê li salona Sînema ya Yilmaz Guney ya Çankayaya Enqereyê berdewam dike. Di rûniştina îro de rojeve sereke guhertina rêziknameyê bû. ÎHD'ê di rêziknameyê de cih da xalên girîng. ÎHD'ê di guhertina rêziknameyê de xala “Komele ji bo kes, zayend û çîn, civak û gelên ku mafê wan tê binpêkirin ji bo parastina mafên wan têkoşînê dide. Li mafê parastin û têkoşîna li dijî zilm û tundiyê diparêze." zêde kir.
ÎHD'ê bi guhertina rêziknameyê hêjmara endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ji 17 kesan derxist 35 kesan. ÎHD'ê di xala 2'emîn a armanc û rêgezên komeleyê de jî guhertin pêk anîn. Komeleyê di rêziknameyê de anî ziman ku dê komele bi sûcên nefretê re têkoşinê bimeşîne. Di beşa "Armanc û rêgezên komeleyê" de jî "Parastina Reda Wîcdanî" zêde kir û ev yek “Reda Wîjdanî, azadiya bawerî û fikrê mafekî mirovene û nayê destdayîn. Dîsa xala “Komele ji bo kes, zayend û çîn, civak û gelên ku mafê wan tê binpêkirin ji bo parastina mafên wan têkoşînê dide." zêde kir.
'Mafê zimanê zikmakî diparêze'
Komeleyê di rêziknameyê de xala "Perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û nas dike" û “Komeleye mafê hiqûqa mirovane diparêze. Li her derê û her demê li dijî komkujiyê derdikeve û komkujiyê red dike." zêdekir. Komgre berdewam dike.
(mae)