1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di sala 12. de dê li qada bin
Di sala 12. de dê li qada bin,di,sala,12,de,dê,li,qada,bin

Di sala 12. de dê li qada bin

Dayîkên Aştiyê di sala 12'emîn de dê li qada bin

A+ A-

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê 12 sal berê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo li hemberî xwîna li Tirkiyeyê diherike dengê xwe bikin yekê hatin cem hev û bang li dayîkên kurd û tirk kirin ku di 1'ê Îlonê de derbikevin qadan.

Dayîkên tirk û kurd ên di şerê 30 salin li Tirkiyeyê berdewam dike de windakirin ji bo dengê xwe bilind bikin di bin banê Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê hatin cem hev. 15 dayîkên di şer de zarokên xwe winda kirin hatin cem hev û ji bo aştiyê derketin rê. 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di heman demê de roja Dayîkên Aştiyê ya hatin cem hev e. Dayîkên Aştiyê di 12'emîn salvegera xwe de dîsa dê li qadan bin. Dayîkên Aştiyê yên Stenbolê dê di 1'ê Îlonê de li Qada Kadikoyê tevlî mitîngê bibin.

'Ez 76 salî me û aştiyê dixwazim'

Dayîka Aştiyê Rahîme Înce, têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Em dibêjin bila ne leşker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin û tu dayîk negirîn. Dê bi çekan heta ku biçin. Armanca me ya herî mezin aştî ye. Em dê ji bo aştiyê bicih her derê û tenê bila xwîn bê rawestandin. Gotinên me yên aştiyê tên astengkirin. Dayîk, bira û zarokên biçûk rastî lêdana bi copan tên, tên girtin. Lê gelê kurd bi girtanan xelas nabe." Înce, diyar kir ku divê dayîkên leşkeran jî ji vî şerî re bêjin bes e û wiha axivî: "Rojnameger, parêzer, ciwan û şaredariyan çi kiribû? Hemû kesên aştiyê dixwazin di girtîgehê de ne. Ez 76 salîme lê ji bo aştiyê ez dê her derê de biçim. Min dît bila tu kesên din nebînin. Êdî bes e. Bi kuştinan re nagihijin tu cihan. Heke Birêz Abdullah Ocalan biaxive dê aştî bê. Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye."

'Êdî bila gel ji bo aştiyê rabin ser piya'

Dayîka Aştiyê Gulperî Doner jî wiha got: "Em li hemberî vê dewletê gelek bi hêrs in. Ji ber ku nasname û çanda me tuneye. Gelê me di nav şer de ye. Zarokên me derve di nav gunana de dijîn." Doner, bang li serokwezîr, serokomar û serfermandar jî wiha kir: "Li kîjan welatî şer çêbibe dawiya wê aştî ye. 30 saliln vî şerî dimeşînin û 100 salî jî derbas bibin dê bi aştiyê çareser bibe. Êdî bila gel rabin ser piya. Heke serokomar, serokwezîr û serfermandar zarokên xwe bişînin leşkeriyê em jî dê wê demê bêjin hûn mafdar in û em jî dê zarokên xwe bîşin leşkeriyê. Zarokên xwe dişînin welatên biyaniyan û zarokên kesên xizan rêdikin şer. Dayîkên kurd çawa zarokên xwe hembêz dikin wisa zarokên dijminê xwe jî hembêz dikin. Divê hemû dayîk weke dayîkên Roboskiyê li ser piyan bin da ku aştî pêk bê."

(bd)


Bêjeyên Miftehî