DI SALA SÊYEMÎN DE ŞOREŞA ROJAVA
Bi destpêkirina sala 2010’an re gelên Rojhilata Navîn ên ku di nava serdemên dûr û dirêj de ji aliyên sîstema dewletî ve rastî sitemkarî û zordestiyê hatin, li hember van sîsteman şoreşên gelêrî yên girseyî ku nav lê hat kirin Buhara Gelan rakirin. Şoreşên ku li herêmê rabûn yekser bandoriya xwe li gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên ku ji sala 1963’an ve di bin zordestiya sîstema dîktetor a Partiya Baasê de bi feremana qanûnên leşgerî tên birêvebirin, kirin. Gelên Sûriyê tirs di hundir xwe de şikandin û li hember rêjîma desthiladar rabûn serhildanan. Li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê çiroska yekem a şoreşê vêket û ji wê û pê ve gelê Kurd hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê rêzgar kir û bi pejirandina felsefeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna wê li ser ruyê erdê bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Kobanê, Efrîn û Cizîrê re gelê Kurd xwe wek hêza sêyemîn di şoreşa Sûriyê de li cîhanê ferz kir û di qada polîtîkî de projeya xwe wek nimuneya herî guncaw ji demokrasiyê re ji bo gelên herêmê, îsbat kir.
Şoreşa gelêrî ya Sûriyê, di encama destwerdana hêzên derve de di sala xwe ya duyemîn de veguherî şerekî navxweyî û mezhebî ku rê li pêş wêran, talan, kuştin û komkujiyên dijmirovî vekir, gihişt wê astê ku di sala xwe ya çaremîn de komên çete yên DAIŞ’ê herêmên fireh ji xaknîgariya Sûriyê kontrol kirin û kiryarên der mirovî di derheqê sivîlan de pêk anîn, li beramberî wê li Rojava bi saya mîrasa berxwedaniyê ya salan şoreşek di hundir şoreşekê de hat jiyankirin.
Piştî azadkirina herêmên xwe, gelê Kurd di nava 2 salên şoreşê de herêmên xwe bi riya saziyên civakî, rêxistinî, xizmetguzarî, rêvebirin û aboriyê ku ava kirin, bi xwe bi rêve birin, heya îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojava. Di vê navberê de tevî hemû astengiyên derdorê ji dorpêç, ambargo û êrîşên leşgerî gelê Kurd sazî û rêxistina xwe ya xweser ava kir û hemû gel û pêkhateyên herêmê girtin nava xwe û projeya xwe wek nimûneya çareseriya ya herî guncaw ji bo veguherîna demokratîk ji Sûriyê re derxist holê.
Bi ketina destewerdana bercewendiyên hêzên herêmî û dewletî di nava Sûriyê re, rewşa li wir ji şoreşê veguherî talanî û wêraniyê, Pirsa ku li vir xwe radixe ber çavan, şert û zemînên ku rê li pêş şoreşa Rojava vekirin çi ne?
Şert û zemînên şoreşê
Di sala 2010’an de, bi şoreşa gelê Tûnisê re "Buhara Gelan" an jî wek jê re hat gotin "Buhara Erebî" dest pê kir û ji wir li Misir û Lîbyayê dom kir, heya pêlên şoreşê di vê dawiyê de gihiştin Sûriyê. Di 26’ê Kanûna 2011’an de li Sûriyê şoreşa gel dest pê kir, di 15’ê Adara 2011’an de ket merîyetê û li hemû deverên Sûriyê belav bû.
Dewletên mîna DYA, Rûsiya, Çîn û dewletên Ewropayê ji destpêka şoreşê ve rewşa Sûriyê dişopandin, li gorî bercewendiyên xwe li herêmê bi alîkariya dewletên ku girêdayî wan in mîna Turkiyê, Iran û Dewltên Kendava Erebî tevgeriyan. Li hundir herêmê jî hêzên opozîsyonê xwe di bin nav û formulasyonên siyasî yên cûda de birêxistin kirin.
Di Ilûna 2011’an de 13 partiyên çep û yên sekulerîzim (ilmanî) tevî 3 partiyên Kurdî Desteya Kordînasyona Niştîmanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) li Sûriyê demezirandin. Leşger û efserên ku ji Artêşa Sûriyê veqetiyane Artêşa Sûriyê ya Azad avakirin, bi demê re jî gelek komên ku ji aliyê Rêxistina Al Qaîdê ve hatibûn rêxistinkirin tevlî artêşê bûn. Di 15’ê Ilûna 2011’an de Meclîsa Niştimanî ya Sûriyê li Turkiyê yekser bi piştgiriya dewleta Turkiyê hat demezirandin û riya şerê çekdarî li hember rêjîmê pejirand. Li aliyê din hêzên ku piştgirî ji Qeterê digirtin Koalîsyona Hêzên Niştimanî li Sûriyê ava kirin.
Ev hemû hewldan û komên ku di hembêz û li gorî bercewendiyên hêz û aliyên dewletî ve hatin avakirin û rê li pêş talanî, wêranî û şerên navxweyî û mezhebî Li Sûriyê vekirin.
Mîrasa berxwedana ku de serdemên dirêj de ketin ser hev
Şoreşa Rojava bi saya berxwedana ku di nava serdemên dûr û dirêj de hatin bidestxistin cihekî pêşeng di nava şoreşên Buhara Gelan de girt. Gelê Kurd ji dema serweriya Fransayê, rêjîmên ku desthiladariya xwe li Sûriyê ferz kirin heya dema desthiladariya rêjîma Baasê ku di sala 1963’an de desthiladarî xist destê xwe û peymana Edenê bi dewleta Turkiyê re îmza kir, gelê Kurd rastî polîtîkayên qîrkirin û pişaftin (helandina) netewî hat. Lê bi saya têkoşîna azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vî perçeyê Kurdistanê, gel li hember wan polîtîkayan bê deng nema.
Di encama têkoşîna salan gelê Rojava gelek tecrubeyên têkoşîn û berxwedanê girt. Di 12’ê Adara 2004’an de gel li Qamişlo li hember komkujiya ku rêjîma Baasê di lîsgehê de pêk anî rabû serhidanê. Ji wê demê ve têkoşîna civakî û ya parastina rewa li herêmên rojavayê Kurdistanê dom dike. Di wê demê de (2003) bingeha demezirandina Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê hat danîn û Partiya Yekîtiya Demokratîk -mezintirîn partiyên siyasî yên Kurdî li Sûriyê- hat demezirandin
Buhara gelan şoreşa Rojava geş kir
Bi destpêkirina şoreşa gelêrî li Sûriyê gelê Kurd bi hemû hêza xwe li hember rêjîma Baasê ket nava têkoşîna ji bo azadiyê. Li vir tê gotin ku şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna demên dirêje, lê belê Buhara Gelan ew geş kir. Kurdan ji aliyê xwe ve û li ser bingeha tecrubeyên xwe yên dîrokî û dersên ku ji dîrokê derxistin riya xwe ya taybet nîşan dan, xwe dûrî rêjîm û opozîsyonê girtin û wek xeta sêyemîn hebûna xwe li Sûriyê ferz kirin.
Kurd bi awakî çalak tevlî xwepêşandanên ku rojên înê dihatin lidarxistin bûn. Di wê demê de herdu aliyên aloziyê (rêjîm û opozîsyonê) hewl didan kurdan bikşînin aliyê xwe û di şerê xwe li hember hev de wan bi kar bînin, li ber wê her dem daxwaziyên kurdan ên ji bo azadiyê heya rûxandina rêxîmê bi paş ve dixistin û her aliyekî kurd wek alîgirê aliyê din bi nav kirin.
Têkoşîna rêxistinî û siyasî li hember polîtîkayên rêjîm û opozîsyonê hatin gurkirin
Pejirandina Kurdan ji xeta sêyemîn di şoreşê de, îsrara wan di tevlêbûna çalak de û sekinandina li hember polîtîkayên rêjîm û hêzên opozîsyonê yên ku bi hebûna Kurdan itîraf nedikirin û tenê dixwestin kurdan bikşînin nava xwe, hişt ku kurd têkoşîna xwe ya rêxistinî û siyasî xurt bikin. Di vê nevberê de Tevgera Civaka Demokratîk û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hatin demezirandin.
Ji bo sekna bi hêz li hember polîtîkayên rêjîmê, Tevgera Civaka Demokratîk xebat û çalakiyên xwe yên gelêrî zêde kirin. Di vê çarçoveyê de Dibistanên Zimanê Kurdî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî hatin vekirin û yekem dibistan li herêma Efrînê bû. Gelê herêmê hemû navendên xizmetguzariyê ku berê ji aliyê rêjîmê ve dihatin bi rêve birin li gorî derfet û enerjiya xwe ya hundrîn bi xwe bi rêve birin. Tevgerê kampaniyên paqijkirina bajar û gundan pêk anîn, madeyên sotemeniyê li welatiyên herêmê belav kirin, matodên zimanê Kurdî di hemû refên dibistanên fermî de hatin perwerdekirin di heman demê de Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê hat demezrandin. Van gavan benda tirsê ya ku rêjîmê bi desthiladariya xwe li ser civakê bi kar dianî di hundir gel de şikandin.
Ji aliyekî din ve helwestên neynî yên hêzên opozîsyonê hişt ku gekê Kurd gavên girîng bavê. Yekem car navê xwepêşandanên rojên Înan bi Kurdî hat lêkirin "Ina Ala Rengîn" ya ku bû bersivek ji polîtîkayên pişaftinê yên hêzên opozîsyonê, jê pê ve meclîsên gel ên ku vîna xweser a gelê Kurd temsîl bikin, hatin demezirandin.
Yekîneyên Parastina Gel pîvanên li herêmê guhertin
Li ber helwesta siyasî gelê Kurd giranî da qadên tenduristî, ewlehî û parastinê. Di sala 2011’an de hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê yên ku bingeha avakirina wan di sala 2004’an de hat dayîn, hatin demezirandin û bi awakî fermî di sala 2012’an de hatin îlankirin. Bi îlankirina wê re YPG’ê xwe wek hêza tekane ya netewî ya parastina xaka Rojava bi hemû pêkhateyên wê nîşan da. YPG’ê piştî wê gelek bajar û deverên stratejîk û deriyên sînor yên dewletî rêzgar kirin, gelek pîvanên li herêmê guhertin û îsbat kir ku diyarkirina Sûriya pêşerojê bêyî hebûna Kurdan û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê di nav de nepêkane.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê
Gelê Kurd xwe dûrî şerê qirêj ê ku li Sûriyê diqewimî girt û polîtîkaya xwe ya xweser û taybet meşand. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê Kurd di hundir şoreşekê de şoreşek jiyan kir û herêmên xwe rêzgar kirin. Pêvajoya rêzgarkirinê li ser 3 pêngavan pêk hat. Di pêngava yekemîn de gund û deverên derdora herêmê ku desthiladariya rêjîmê ji wir zeyîfe. Di pêngava 2’emîn de sazî navendên xizmetguzarî û sivîl yên girêdayî dewletê xistin bin rêveberiya xwe û tenê navend û wargerhên leşgerî di bin kontrola rêjîmê de man. Di pêngava sêyemîn û ya dawiyê de herêmên Rojava bi gîştî ji bermahiyên rêjîmê hatin paqijkirin û rêzgarkirin.
Di 18’ê Tîrmehê de di encama teqîna avahiya Rêvebirina Aloziya Sûriyê de gelek kesayetên payabilind ku di avahiyê de civiya bûn hatin kuştin. Di roja 18’ê Tîrmehê de Artêşa Sûriyê ya Azad dest danî ser bajarokên Cerablus û Minbij ên nêzî Kobanê û Helebê. Rewşa han ji Kurdan daxwaz kir ku di zûtirîn dem de pêngava sêyemîn a stratejiya rêzgarkirinê bavêjin û herêmên xwe rêzgar bikin. Di roja 19’ê Tîrmehê de gelê Kurd li Kobanê humû bermahiyên rêjîmê derxistin û herêma xwe rêzgar kirin. Paşê Efrîn, Serê Kaniyê, Dirbasiyê, Amûd, Dêrîk, Girkê Legê, Tirbesipiyê û Tiltemir hatin rêzgarkirin û gel li wan deveran dest danîn ser navendên hikûmî. Heman gav li taxên Kurdan ên li bajarên Heleb û Hesekê hatin avîtin û gelên wan taxan taxên xwe ji bermahiyên rêjîmê rêzgar kirin. Ev pêvajo nêzî 3 mehan dom kir. bajarê Qamişlo -mezintirîn bajarên Rojava- tevî ku rêjîm bi temamî jê nehat derxistin lê navendên hikûmî û yên sivîl hemû ketin bin rêveberiya gel de.
Bi vê yekê re meha Tîrmehê dibe destpêka pêvajoyeke nû ya dîrokî ji gelê Kurd re. Beriya wê di vê mehê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’Tîrmeha 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li herêmê pêvajoyeke dîrokî nû di dîroka şoreşê de dest pê kir. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dîrokî ku pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê di riya çalakiya gireva birçîbûnê ya ku di girtîgehên Turkiyê de li bajarê Amedê li hember zulm û polîtîkayên înkarkirin û tunekirinê dest pê kirin û di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan û bingeha pêvajoyeke nû di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de danîn ku bi wê re tevger li hemû deverên Kurdistanê belav kir û qîrîna azadiya gelê Kurd gîhandin hemû deverên cîhanê.
Li Rojava, meşa ber bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve
Gelê Kurd piştî ku herêmên xwe di şoreşa 19’ê Tîrmehê de rêzgar kirin, çalakî û xebatên xwe yên rêxistinî xurt kirin û gavên bingehîn di avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk - pergala pratîkî ya felsefeya "Netewa Demokratîk"a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan - avêtin. Saziyên ku hemû qadên jiyanê rêxistin bikin ji ewlehî, parastin,
dadwerî, çandî, aborî, jinan heya saziyên ku nosyonên (fikrên) demokasiyê belav bikin, ava kirin. Bi saya mîrasa berxwedana salan, xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê, sîstema Netewa Demokratîk û bi tevkariya pêkhateyên herêmê ji Ereb, Suryen, Ermen, Asûr, Kildan û hwd ji komên etnîkî, gelê Kurd karibû saziyên xwe ava bike û civakê bighîne asteke bilind ji zanebûn û rêxistinê.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
Ji ber polîtîkayên plankirî ji zordestî û pişaftina nejadî ku sîstemên desthiladar ên Sûriyê, bi taybet piştî 12’ê Adara 2004’an de li ser gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê meşandin, pêwîstî bi avakirina hêzeke leşgerî ku karibe gelê Kurd li vî parçeyî biparêze hebû. Di sala 2004’an de bingeha avakirina hêza YPG’ê hat danîn û di şoreşa Sûriyê de yekîneyên wan bi riya komîteyên parastinê tax parasitn. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi rengekî fermî li Rojava hêza Yekîneyên Parastina Gel hat îlankirin. Bi van yekîneyên perwerdekirî ku ji aliyê leşgerî ve li ser bingeha parastina rewa hatin rêxistinkirin, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû.
Di demeke kurt de yekîne û togayên YPG’ê li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Sûriyê ku Kurd lê dijîn mîna Heleb û Hesekê belav bûn.
Di 14’ê Ilûna 2012’an de yekemîn tugaya YPG’ê bi navê "Tugaya Şehîd Çekdar"li herêma Efrînê hat îlankirin. Li du wê, di 4’ê Cotmaha 2012’an de "Tugaya Şehîd Sariya"li herêma Cizîrê, di 12’ê Cotmeha heman salê "Tugaya Şehîd Sadiq"li herêma Kobanê hatin avakirin û piştre li bajarên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Sûriyê ku Kurd lê dijîn gelek tabûr û tugayên leşgerî hatin avakirin.
Yekîneyên Parastinê di nava 2 salan de bajar û herêmên Rojava ji rêcîma Baasê rêzgar kirin. Di pêvajoya dahatu de van yekîneyan erka xwe ya netewî di parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên şoreşa gel pêk anîn. YPG’ê li hember komên çekdar ên ku piştgirî ji hêzên derve girtin û hewl dan têvkevin herêmên Kurdî li Heleb, Efrîn, Serê Kaniyê, Amûd, Hesekê, Girkî Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo û Kobanê sekinîn.
Yekîneyên Parastinê di van berxwedaniyên dîrokî de bi sedan têkoşer û şervanên xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava feda kirin.
Di vê demê de gelek aliyan idiya kirin ku YPG’ê girêdayî aliyekî partiyane ye. Lê berxwedaniyên ku hêzên YPG’ê li her deverên Rojava nîşan dan û bi taybet piştî tevlêbûna Meclîsa Leşgerî ya Suryanî MFS di sala 2013’an de, tevlêbûna 120 şervanên Ereb di 22’ê Hizêrana 2012’an de, avakirina gelek tabûrên ku endamên wan ji pêkhateyên Ereb in li Serê Kaniyê û Til Temir di bin sîwana YPG’ê de û ji bo parastina Rojava gelek welatiyên Ereb jiyane xwe ji dest dan, baweriya hemû pêkhateyên Rojava girt û veguherî hêzeke netewî.
Hêzên Asayîşê, ewlekariya hundirîn û polîsên çûn û hatinê
Saziya Asayîşê yek ji hîmên sîstema Rêveberiya xweseriyê ye, bi taybet di aliyê xwe yê ewlekariyê de. Yekem Hêza Asayîşê li herêma Kobanê ava bû, piştre li hemû bajar û herêmên Rojava belav bû. Van saziyan berpirsyariya parastina bajar û herêmên Kurdî girtin ser xwe û dozên dizî, pirsgirêkên malbatî, kuştin û gelek dozên din çareser kirin.
Di 30’ Cotmeha 2012’an de navenda gîştî ya hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo hat vekirin û vê navendê bi zêdekirina hejmarên endamên xwe û vekirina navendan li bajar û herêmên cûda yên Rojava cîhazê xwe yê ewlekariyê xurt kir. Her wiha akadimiyên perwerdeya Asayîşê li hersê herêmên Rojava (Akadimiya Rimêlan a navendî li herêma Cizîrê, Rustem Cûdî ya herêma Kobanê û Akadimiya Şehîd Çîlo li herêma Efrînê) ji bo perwerde û amedekirina endamên pispor hatin vekirin û di nava salên şoreşê de bi hezaran endamên Asayîşê tê de perwerde bûn.
Hêzên Asayîşê bi navendên xwe yên herêmî ewlekariya di hundir herêmên Kurdî de parast. Li hember ketina komên çete ji herêmên Kurdî û pêkanîna teqînan û kiryarên xerakirinê sekinîn û di vê çarçoveyê de bi dehan endamên Asayîşê di parastina ewlekariya hundirîn a bajar û herêmên Rojava de jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Asayîşê ji bo li hember diyardeyên neynî yên mîna madeyên hişbir û hwd ku ehlaqên civakê xera dikin, di nava 2 salan de li hersê herêmên Rojava, bi teybet li herêma Kobanê kampaniyên ku mehan dom kirin li hember çandiniya madeya heşîşê li Rojava ku hêzên herêmî û bi alîkariya hin aliyên Kurd jê re teşwîq kirin, pêk anîn. Di wan kampaniyan de rêjeya %90 ji wan madeyan hatin tunekirin.
Bi destpêka sala 2014’an re polîsên çûn û hatinê "Asayîşa Çûn û Hatinê"bi armanca rêxistinkirina sîstema çûn û hatina di nava bajar û bajarokên herêman de hatin avakirin û bi sedan endam ji akadimiyên çûn û hatinê de perwerde dîtin. Yekem dewre di 1’ê Adara 2014’an de li herêma Cizîre bi dawî bû.
Komîn û Meclîsên Gel hîmên bingehîn ên rêveberiya xweser in
Komîn û Meclîsên Gel hîmên bingehîn ên avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in. Ji bo avakirina vê sîstemê û sazkirina meclîs û komînan, li hersê herêmên rojava xebatên cidî hatin kirin. Di encamê de li hemû tax, gund, bajarok, bajar û herêmên hersê kantonên Rojava tevî taxên Kurdan ên li bajarên Heleb, Şam, Reqa û hwd hatin avakirin.
Meclîsên Gel bi riya komîteyên xwe xebatên xizmetguzariyê ji welatiyên herêmê re pêşkêş kirin, doz û pirsgrêkên civakî çareser kirin û pêdiviyên welatiyan peyda kirin.
Di destpêka avakirina van koman, gelek pêkhateyên olî û netewî li herêmê di tevlêbûna nava vê sîstemê de dudil bûn, piştî dîtina xebatên ku meclîs ji welatiyan re pêşkêş dikin û rengê rêxistina ku bi xwe re diafirînin gelekan ji wan cihê xwe di nava meclîs û komînên tax, gund, bajaran de girtin.
Di Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku berovajî sîstemên cîhanî ji bingehê ber bi lutkeya paramîtê ve ava dibe de, destpêkê komînên li taxan, ji wan meclîsên gel a texê, ji wan nûnerên meclîsan ji bo meclîsa gel a bajêr tên hilbijartin, jê pê ve nûnerên herêman ji bo Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê tên hilbijartin.
Kongreya yekemîn a Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di 16’ê Kanûna 2011’an de di bin dirûşmeya "Yekîtiya gelên Rojava misogeriya azadî û demokrasiyê ye"bi tevlêbûna 335 delegeyên ji hemû bajar û pêkhateyên Rojava û Sûriyê li dar ket. Piştî dewreya yekem ji meclîsê re, ji ber rewşa ewlehiyê di dewreya duyemîn de her herêmekê bi serê xwe civîvên xwe li dar xistin û nûnerên meclîsa xwe hilijartin, yekemîn civîn di dîroka 28’ê Kanûna 2013’an de li herêma Cizîrê hat li dar xistin, piştre li Efrîn û Kobanê.
Meclîsê di destpêka avakirina xwe de tenê partiyeke siyasî di nava xwe di dihewand. Di 2’ê Ilûna 2013’an de Partiya Komînîst a Kurdistanî tevlî meclîsê bû, bi du wê re di 14’ê Ilûna heman salê de Yekîtiya Lîbraliya Kurdistanî û di 29’ê Adara 2014’an de partiyên Hevgirtina Niştimaniya Demokratîka Kurdî li Sûriyê, El Partî Demokratîk a Kurdistanî- Sûriyê û Partiya Aşîtiya Demokratîka Kurdî li Sûriyê bi rengekî fermî tevlî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê bûn, bi wê yekê re hijmara partiyên di nava meclîsê de dibin 6 partî.
Ziman û çand
Li ser bingeha ku ziman nasnameya gelan in û di encama polîtîkayên zordestiyê ku li ser gelê Kurd hatin meşandin û hewl dan nasname û hebûna wî di herêmê de tune bikin, bi destpêkirina şoreşa Rojava re xebatên perwerdeya zimanê Kurdî cihekî girîng girtin. Saziya Zimanê Kurdî li herêmên Rojava hatin vekirin û dest bi xebat û çalakiyên girêdayî zimanê Kurdî û belavkirina wî di herêmê de kirin. Saziyê di destpêka avakirina xwe de 100 mamosteyên zimanê Kurdî perwerde kirin. Yekemîn dibistana ziman li Rojava bi navê "Dibistana Şehîd Fewzî"di nîviyê duyem ji sala 2011’an de li gundê Çariqlî yê herêma Efrînê hat vekirin.
Bi hezaran mamosteyên ziman di van dibistanan de perwerde dîdtin û ji aliyê xwe ve wan bi hezaran şagirt fêrî zimanê Kurdî kirin. di gava din de jî Saziya Zimanê Kurdî perwerdeya zimanê Kurdî di dibistanên fermî de ferz kir.
Bi ketina sala 2013’an re Saziya Ziman gavên mezin di perwerdeya zimanê Kurdî de avêtin. Saziyê Akadimî û peymangehên perwerde û lêkolînên zimanê Kudî li hersê herêmên Rojava vekirin. Yekemîn Akadimî di 11’ê Tebaxa 2013’an de li Herêma Efrînê bi navê "Akadimiya Şehîd Ferzat Kemanger"li herêma Efrînê hat vekirin. Piştre li heman herêmê di 28’ê Cotmehê de peymengehek bi navê "Peymangeha Şehîd Viyan Amara"hat vekirin. Li herêma Cizîrê jî di 24’ê Cotmeha heman salê Akadimiya Celadet Bedirxan a ziman û lêkolînên Kurdî li bajarê Qamişlo hat vekirin û li du wê di 29’ê Cotmeha 2013’an de Akadimiya "Şehîd Viyan Amara"ya lêkolînên ziman û perwerdeya Kurdî li herêma Kobanê hat vekirin. Akadimî û peymengehan dest bi dewreyên perwerdeyê kirin û gelek şagirtên di zimanê Kurdî de pispor derxistin.
Di aliyê çandî de jî pêşketinên girîng hetin jiyankirin. Navendên çandî li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Sûriyê yên ku Kurd lê jiyan dikin mîna Heleb û Şamê hatin vekirin. Di wan navendan de bi rêveberiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk komên mûzîk, stran, şano, dîlanên filiklorî perwerde kirin û gelek semîner û şevbêrkên helbest û hunerî hatin organîzekirin.
Raman
Bi armanca danasîna sîstema rêveberiya xweser ji civakê re û perwerdekirina civakê ji bo çareserkirina pirsgirêkên û rêvebirina karên cûda pêwîstî bi avakirina Akadimiyên perwerdeyê hebû. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran akadimiyên perwerde û ramanê ku welatiyên herêmê tê de perwerdeyên ramiyarî, siyasî, çandî û civakî bibînin vebûn. Bi vekirina Saziya Fikir a Nûrî Dêrsimî re wê ji aliyê xwe ve li bajarên cûda gelek dewreyên perwerdeyê organize kirin.
Di 29’ê Adara 2013’an de Saziya Nûrî Dêrsimî li bajarê Dirbasiyê hat vekirin. Piştre saziyê li gelek bejarên Rojavayê Kurdistanê (Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dirbasiyê, Serê Kaniyê, Rimêlan, Tirbesipiyê, Dêrik, Til Temir, Efrîn û Kobanê) navendên xwe vekirin. Di 6’ê Hizêrana 2014’an de li bajarê Qamişlo konfransa saziyê hat lidarxistin û navê ji Nûrî Dêrsimî veguherî Saziya Zanist û Ramanên Azad.
Di hundir sala 2013’an de saziyê gelek akadimî û navendên ramyarî vekirin. Di 4’ê Nîsanê de roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo şaxê Hiqûq û dadweriya civakî di akadimiya Mezepotamiya ya zanistên civakî hat vekirin. Di 24’ê Sibatê de li bajarê Qamişlo vekirina Navenda lêkolînên stratejîk ên Kurdî hat îlankirin û di 20’Mijdarê de biryar girt ku navê xwe biguhere û di bin navê Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk dest bi xebatê kir.
Dadwerî û xizmetên Civakî
Ji bo peydakirina pêdiviyên civakê ji aliyê xizmetguzarî û aboriyê ve, rêvebirina pisgirêkên civakê û çareserkirina wan gelek sazî, meclîs û komîteyên xizmetguzarî, lihevhatin û aşîtiya civakî yên girêdayî meclîsên tax û bajaran, hatin avakirin.
Ji aliyê dadweriyê ve jî, di 19’ê Kanûna 2011’an de di civîneke li gundê Til Cemal ê girêdayî bajarê Girkê Legê bi serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dîwana Dadweriyê li Rojava hat avakirin. Dîwanê xwe wek desteya dadwerî û lêvegera herî bilind a dadgehên gel li Rojavayê Kurdistanê diyar kir.
Li herêma Cizîrê 9 Dadgehên Gel û 4 Dadgehên Berdewamiyê , li herêma Efrîn 4 dadgeh û li herêma Kobanê tenê dadgehek, hatin vekirin.
Erke van dagehan pêkanîna wekheviya civakî û çareserkirina pirsgirêkên welatiyan ên rojane ne. Di nava salên şoreşê de heya niha van dedgehan bi hezaran doz ji yên şehirwerî (medenî), gunehkarî û yên olkî (şeriî) çareser kirin û bûn mebesta hemû welatiyên Rojava.
Ciwan
Ciwan di nava civakan de weke dînamîkên cavakan tên naskirin, hêza herî çalak û sereke ne. Di şoreşa Rojava de ciwanan xwe di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoreşger-Tevgera Jinên Şoreşger di nav de- xwe bi rêxistin kirin. Tevgerê li hemû gund û bajarên Rojava û deverên Sûriyê ku Kurd lê heyî belav bû. Xwendekarên zanîngehê jî xwe di bin sîwana Konfidresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz de û xwendekarên asta seretayî û navîn xwe di bin sîwana Saziya Karûbarên Xwendekaran de bi rêxistin kirin. Her wiha akedimiyên perwerdeya ramyarî ji bo perwerdeya ciwan û xwendekaran hatin vekirin.
Di 26-28 Adarê de 3’emîn Konfransa Ciwanên Kurdistanê li bajarê Rimêlanê bi beşdariya 260 delegeyên ji 60 saziyên ciwanan ji her çar parçeyên Kurdistanê, hat lidarxistin.
Li aliyê din Konfidresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Kampa Şehîd Mezlûm Doxan ya perwerdeya xwendekaran li bajarê Dêrîk û Efrînê vekirin.
Tenduristî û aborî
Ambargoya ku li ser herêmê hat ferzkirin bi xwe re gelek pirsgirêkên metirsîdar di qadên tendûristî û aboriyê de derxistin. Gelê herêmê di serî de ji kêmbûna pêdiviyên jiyanî yên rojane mîna derman, madeyên xwerinê û sotemeniyê bêzar bûn. Ji bo rêxistinkirina kampaniyên belavkirina alîkariyên ku ji derveyî herêmê hatin Komeleya Heyva Sor a Kurd di 21’ê Kanûna 2012’an de li bajarê Amûdê hat avakirin.
Bi armanca şikandina ambargoya ku li ser herêmê hat ferzkirin, çareserkirina pirsgirêkên aborî û bi hêzkirina sîstema Rêveberiya Xweser di dîroka 13’ê Tîrmeha 2013’an de Navenda Geşkirina Aboriyê li Rojava û Sûriyê hat vekirin. Di vê dawiyê de navendê li Kobanê û Dêrîk şaxên xwe vekirin û gelek projeyên aboriyê pêk anîn.
Di 1’ê Ilûna 2013’an de Rêveberiya Gîştî ya Navenda Geşkirina Aboriyê biryar girt ku temenê lîtra mazotê li herêmên xweseriya demokratîk ji 55 lîre daxe 30 lîre yî. Di Mijdara heman salê de tovên genim li cotkaran û madeya mazotê li xwediyên malên blastîkî ji bo çandina sabzeyên zivistanê, bi deyn belav kirin, fabrîkeyên cilan û nanpêjên pasta û ji bo belavkirina ceyranê li herêma Cizîrê beşgeha Ronak, hatin vekirin.
Ragihandin
Yek ji serkeftinên girîng ku di sîstema rêveberiya xweser de pêk hat pêşketina qada ragihandinê ye . Tevî ku li Rojava di nava salên dirêj de gelek xebatên mezin ên ragihandinê li dar ketin, lê dezgehên ragihandinê yên ku berdewamiya xwe parastin yekemîn car di dema şoreşê de pêş ketin. Ajanseke nûçeyan, kenala televîziyonê, rojname û kovar hatin vekirin û belavkirin. Herî dawiyê jî li herêmên Qamîşlo, Kobanê, Dêrîk û Efrînê radyoyên ku weşana bernameyên wan 24 saet bûn hatin vekirin.
Veguhestin
Yekîtiyên veguhestinê yên ku di van herdu salên dawiyê de hatin avakirin tevgera çûn û hatina gelemperî û taybet di kolanên sereke yên taxên bajarên Rojava de organize kirin. Her wiha wan tiripêlên ku cara yekem dikevin Rojava qeyd kirin û tabloyên ku navên bajaran bi kurdî û kurte navê Rojava û Sûriyeyê li ser hatine nivîsîn, danîn.
Her wiha yekîtiya veguhestinê li herêmên Efrîn û Cizîrê tirimpêl û posteyan ku xwendekar di dema ezmûnan de veguhestin navendên ezmûnan peyda kirin û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bihayên veguhestinê girtin ser xwe.
Şaredariyên Gel
Bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan ji tax û bajaran re bi dehan şaredariyên gel bi derfetên kêm li bajar û herêmêm Rojava hatin vekirin. Şaredariyan dest bi xebatên xizmetguzariyê ji gel re kirin. Rê sererast kirin, tora kanalîzesyonan çêkirin û taxên bajaran paqij kirin.
Jinên Rojava modela jiyana azad ava dikin: Şoreşa 19'ê Tîrmehê
Bi destpêkirina şoreşa azadiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan navê buhara gelan lê kiribû, jinên kurd beriya her kesî li mîrasa xwe ya dîrokî û tekoşînê xwedî derket û di nava şoreşê de bi rengê xwe û bi awayekî çalak cihê xwe girt. Jinan li hemberî zilm û zordariyê serê xwe rakir û rexistina xwseriyê ava kir.
Jinên Kurd gelek gavên ber biçav di aliyê xwerêxistinkirinê de avêtin û saziyên xwe ava kirin. Bi taybet piştî destpêkirina pêla şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012’an ku ji bajarê Kobanê dest pê kir li tevahî Rojavayê Kurdistanê belav bû, jinên kurd dest bi xwebirêxisitnê kir. Bi armanca rêxistinkirina jinan li tevahî qadên jiyanê Meclîsên Jinan hat avakirin. Jin li her taxê, li her kolanê li her gundî, meclîs û komînên xwe ava kirin.
Malên Jinan û Akademiyên Ramanê hatin vekirin
Bi armanca perwerdekirin û zanistiya jinan navendên perwerdehiyê yên jinan li tevahî gund, nevçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê û gelek bajarên Sûriyeyê hatin vekirin, bi giştî 25 navend hatin vekirin. Her wiha 3 Akademiyên perwerdeyê yên navendî “Akademiyên Ramanê yên STAR” li bajarokê Rimêlan, Kobanê û Efrînê hatin vekirin.
Ji ber ku jinên ciwan di nava civakê de hêzeke dînamîk û xwedî erk in, li şoreşê xwedî derket û bi awayekî çalak başdarî nav xebatan bûn, ji ber vê yekê û bi armanca têgihiştandina keçên ciwan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan, Li gundê Çaxir yê girêdayî bajarê Amûdê jî bi navê Şehîd Ronahî Akademiya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger hat vekirin û gelek ciwan di deweryên perwerdeyê re derbas bûn.
Akademiya Star a bajarê Rêmêlanê 16 dewreyên perwerdê vekirin û nêzî 1500 şagirtên jin perwerde kirin. Li Akademiya Star ya bajarê Efrînê jî 18 dewreyên perwerdeyê hatine vekirin û nêzî 360 jin perwerde kirin. Her wiha li Akademiya Star ya bajarê Kobanê jî 10 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û hejmarekî mezin ji jinan hatine perwerdekirin. Li aliyê din ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê komîteyên lihevanînê yên jinan, Saziyên Dayîkên Aştiyê, li seranserî Rojavayê Kudistanê û Sûriyeyê hatin avakirin.
Li tevahî bajarên Rojava û Sûriyeyê jin beştarî nava xebatê damezirandina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bûn û di pêşxistin û fêrbûna zimanê dayîkê de heta niha rolekî mezin dilîzin. Rêjeya mamosteyên jin di SZK’ê de ji sedî 70 jin in. Di nava 3 salan de bi hezaran mamoste li Rojava hatine perwerdekirin, ji wan zêdetirî 1500 mamoste jin in. Li tevahî bajarên Rojava perwerde didin û zimên dayîkê pêş dixin.
Her wiha rêxistina Yekîtiya Star di 19’ê nîsana sala borî de, bi durişmeya (jina azad misyogeriya netewa demokratîk e) 5’emîn kongira xwe lidarxist. Gelek biryarên girîng girtin. Li aliyê din jî jinên Rojava bi awakî çalak beştarî nava xebatên siyasî bûn û di nava gelek rêxistin û saziyan de cih girtin. Di heman demê de rêxistina jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) di 21’ê sibatê de yekmîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo li darxist û gelek biryarên girîng derbarê jinan û xebatê wan de girtin.
Jin li Rojava aboriya civakê saz dikin
Li gel tevahî xebatên jinan ên perwerdehiyê jî bi armanca bi cih anîna aboriya civakê bi destê jinan ji bo pêşxistina xebatên aboriya xweser li Rojavayê Kurdistnê komîteya aboriya jinan di 10’ê Hizêranê 2013’an de li bajarê Qamişlo yekemîn civîna xwe li darxistin hat avakirin û gelek biryar girtin û pilansazî ji bo dema pêş derxistin. Bi vî awayî navend û kargehên aborî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Van kargeha derfetên karkirinê ji nezî 100 jinan peyda kirin. Li bajarê Dêrikê kargeha xawliyan bi navê Koçerîn hat vekirin û 17 jin têde kar dikin, li bajarê Qamişlo kargeha dirûtinê a bi navê Warşîn hat vekirin û nezî 20 jinan têde dixebitin, dîsa li bajarê Qamişlo şêrîngeha bi navê Afrîn hate vekirin û 5 jin di vê şêrîngehê de kar dikin. li bajarê Serêkaniyê firina nan û pasteyan a bi navê Waşokanî hat vekirin, her wiha kargeha rîs li bajarê Amûdê hat vekirin û 15 jin têde dixebitin. Li bajarê Kobanê kargeha dirûtinê ya bi navê Amargî hat vekirin û 41 jin têde dixebitin û berhêmê ku çedikin li 3 dukanên bajarê Kobanê. Heta niha jî ev xebat berdewam in.
Mirov dikare bêje jinên Kurd hem di aliyê civakî de û hem jî di aliyê sazîbûnê de xwe bi rêxistin kiriye, bi hemû hêza xwe beşdarî nava şoreşê bûne û bi awayekî çalak li destkefitiyên xwe xwedî derket.
Êdî li Rojavayê Kudistanê jin ji şoreşê re pêşengiyê dike û bi rêve dibe, jinên Kurd di nava tevahî beşên rêxistinê de cihê xwe girtiye, xebatên xwe yên siyasî û demokratîk bê rawestandin dide meşandin. Li gel tevahî nêzîkahiyên ji rêzê ku derdikevin, jinên Kurd karibûn bi vîna xwe ya azad li hemberî vê yekê derkeve û bibe jineke serhildêr. Bi bîr û baweriya xwe ya bi jiyana azad re rêxistinbûna xwe xurtkirin û asta têkoşîna xwe bilind kirin. Jinên Rojava di aliyê sîstema hevserokatiyê de jî gelek pêngavên mezin avêtin. Hejmarekî mezin di nava xebatê damezirandina sîstema xweser li Rojava de cihê xwe girtin û berpirsiyarîn mezin girtin ser milê xwe.
Di warê dîplomasî de gavên girîng
Têkoşîna jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li ser tevahî pêkhateyên civakê kir. Bi taybet yekemîn gava ku jinên Kurd avêtin, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, bi pêşengiya rêxistina jinan Yekîtiya Star, avakirina Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê di bin diruşmeya “Jin bi hemû netew û olên xwe, ji ber ku jin yek in” li ser vê bingehê dest bi xebata xwe ya rêxistinî di nava tevahî beşên civakê û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin, kir. Bi vî awayî têkoşîn û xebata rêxistina Yekîtiya Star bandoreke xwe ya erênî li ser rêxistinên jinan yê din kir û di vî warî de gelek gavên girîng hatin avêtin. Ji xebatên wan jî avakirina komîteyên hevbeş bi jinên pêkhateyên din re hatine avakirin.
Heta niha bi 54 sazî û rêxistinên jinan re hevdîtin çêkirine. Ji van rêxistina 22 rêxistinên Bakur û Başûrê Kudistanê yên li Bakur rêxistinên wekî "BDP, HDP, Komînîst, Femînîst, Akadimsiyan" û hin kesayetên serbixwe yên Kurd û Tirk, jinên tevger û rêxisinên civaka sivîl ên kar û barên jinan.
Her wiha her li Başûrê Kudistanê bi 13 rêxistinan re hevdîtin pêk anîn ên wekî jinên di nava tevgera Goran de , RJK, PCKD, Komînîst Kompîn Afretan, saziya Îtalî ya tundîya li ser jinan, Saziya Mafê Zarokan û hin jinên siyasetmedar û kesayêtên serbixwe.
Her wiha jin îro li Rojavayê Kurdistnê di nava têkoşîneke mezin de xebatên xwe berdewam dikim û sîstema jiyana azada ava dike û ked û xebata xwe dîroka li Rojava dinvsîne.
Jinên Rojava parastin ji zîhniteya desthilatdariyê derxistin
Jinên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ku li çar perçeyên Kurdistanê bi dehan salan têkoşîna azadiyê dan û gelek bedelên mezin dan, bi despêkirina şoreşa Rojava re, ve têkoşîn veguherand sîstemek nû. Jinan wekî gelek qadên jiyanê, di mijara parastinê de jî hem berxwedanek bê hempa nîşan da, hem jî sîstema parastinê ku ji zîhniyeta desthilatdariyê derdixîne, ava kir.
Têkoşîna azadiya jinên Kurd a ku bi têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir, bi pêşengiya Reberê Gelê Kurd Abdulaha Ocalan li çar aliyê Kurdistnê deng veda û di nava demeke kurt de hejmarek mezin a jinan beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Di destpêk de di nava qadên civakî de xwe bi rêxistin kirin û tecrubeyeke giring derxist holê. Ev tecrube îro jî li çar aliyên Kurdistanê bûyê mirateyekê dîrokî ku jin jê sud werdigire û têkoşina xwe li ser wê himê xurt dike.
Di têkoşina azadiya Kurdistanê de ev mirateya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên jin û jinên ku her roj li kolanan de beramberê pergala baviksalarîyê têdikoşîn jinê kurd bi hêz dike. Di diroka têkoşina azadiya jin de her qonax jin xurt kir. Bi taybet qonaxa arteşbuyina jin, vîna jin bi lêz û bez avakir. Di heman demê de jin li çar aliyê Kurdistanê tevlî xebatên parastinê bûn. Jinên Rojava di vê pêvajoyê de rola xwe list û îro jî di şoreşê Rojava de dîroka berxwedanê dinivîsin. Di encama vê berxwedanê û tecrubeyên bi dehan salan de, xeta parastinê veguherandin sazîbûnê û têgeha parastinê ji zîhniteya desthilatdariyê rizgar kirin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin
Di çarçoveya xebatên damezirandina sîstema xweser a ku li Rojavayê Kurdistanê nebin amurekî zextê di destê desthilatdariyê de Yekineyê Parastine Jin (YPJ) hatin avakirin. Jina Kurd dikarîbû gelek pêşketinên giring di qada parastinê de çêbikê. Dema ku gelê Rojava bi êrîşên dijwar re rû bi rû ma, jinan jî di şerê xwe parastinê de cihê xwe girt. Di encamê de jî di nava Yekîneyê Parastina Gel (YPG) de, Yekîneyên Parastinê Jin (YPJ) hat avakirin. Bi vî awayî pergala xwe parastinê bu saziyek parastinê ya tevahî gelê Rojava. Di 2 Avrêlê 2013 de 1. Konferansa Yekîneyên Parastina Jinê li bajarê Dêrikê bi şîara “Ji Bo Misyogeriya Şoreşê, Di Yekînêyên Parastina Jinê de Xwe Bi Rexistin Bikin” de hat li darxistin.
Li Seranserî Rojava 9 Yekîneyên Jinan hatin avakirin
Bi avakirina YPJ’ê re jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad û rêxistina xwe ya parastinê sazkir. Li ser wê bingehê 9 yekîneyên YPJ’ê hatin avakirin, li bajarê Dêrikê yekîneya Şehîd Sozdar, li bajarê Qamişlo yekîneya Şehid Edalet, li bajarê Dirbêsiyê yekîneya Şehîd Berçem, li bajarê Kobanê yekîneya Şehîd Dicle, yekîneya Şehîd Vîyan û Şehîd Sozdar, li bajarê Efrînê yekîneya Şehîd Ruken hatin avakirin. Li gel tevahî yekîneyên ku hatine damezrandin amadekarîya avakirina yekîneyekê li bajarê Amûdê jî tê kirin. Bi pêla êrîşan a ku li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bû re, 2 yekîneyên jin ên gerok li Kantona Cizîrê hatin avakirin.
Akademiya parastinê
Yekemîn Akademiya leşkerî ya hêzên parastina jinê li herêma Cizîrê li ser navê Şehîd Şîlan hat damezirandin. Heta niha 5 dewreyên perwerdê temam kirin. Di tevahê Rojavayê Kurdistanê wek Êfrîn, Kobanî û Cîzirê 6 şaxê akademiya Şehîd Şîlan hatiye ava kirin. Heta niha zêdetirî 1000 şervanên jin yên YPJ'ê li van akademiyan perwerde ditine.
Piştî kû yekînêyê jin YPJ li tevahî Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kir, têkoşîna xwe ya lêşkerî xurtkir. Di eniya şer de li hemberî komên çete berxwedanekî bê hempa nîşan dan. Bi lehengî jiyana xwe ji dest dan. Yekemîn car şervana jin ya ku di şerê li hemberî komên çete de jiyana xwe ji dest da Şehîd Silava li bajarê Êfrînê bu. Di destpêka damezirandina yekîneyên jinê li tevahî Rojvayê Kurdistanê nêzî 29 şervanên jin di şer û pevçûnên li hemberî komên çete de jiyana xwe jî dest dane û ev yek ji bi bandora li ser jinên ciwan kir. Lewma beşdar buna refên YPJ her ku diçe zêdetir dibe.
Jin tevlî hêzên Asayişê bûn
Jinên rojavayê bi armanca xwe parastinê, parastina nirxê xwe û hebûna xwe xwedî derketin, ji bo wê yekê hêzên Asayîşa Jinê jî hat avakirin. Ji bo ku herêmên xwe ji tevahî êrîşan û pêkanînên ne rast ên ku li ser jinan têne ferzkirin biparêzin, heta niha 12 navendên Asayîşa Jinê yên xweser li bajarê wekî Kobanê, Efrîn û Qamişlo hatine vekirin. Jin bi armanca parastinê jin û civak, deskeftiyên civakê beşdarî Asayîşe bune.
Şorêşa jinê li cîhanê deng veda
Şoreşa Rojava tevahî cîhanê de dengveda. Rûyê her kesî li Rojavayê Kurdistanê ve ziviriyê. Her kes, her roj pirsan lê dike ku ka jinên rojavayê kurdistanê çawa him şoreşa civakê pêşdixinê him jî di nav wê şoreşê de rista xwe ya parastinê sereke dileyîze. Ev yek jî herî zêde di beşdar buna jin a ku hemu qadên xwe parastinê de nişan dide. Heta niha komên çete di derbarê jin de fermana kuştin û recm e didan.
Ev jinên ku fermana mirinê di derbarê wan de dihat dandin niha beramberê wan komikan jin çeperan de berxwedidin û deskeftiyên xwe diparezin. Jinên rojavayê pergala xwe parastinê di hemû qadên jiyanê de ava dike lê bi taybet qadên leşkerî de xurt dibe.
Sibe... Îlankirina Rêveberiya Xweser, meşa ber bi veguhertina demokratîk ve