1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di ser komkujiyê re 90 roj derbas bûn
Di ser komkujiyê re 90 roj derbas bûn,di,ser,komkujiyê,re,90,roj,derbas,bûn

Di ser komkujiyê re 90 roj derbas bûn

Di ser komkujiya li Roboskiyê re 90 roj derbas bûn

A+ A-

Platforma ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo balê bikişîne ser komkujiya li Roboskiyê ku 34 welatiyên kurd ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin li Îzmîr, Enqere, Edene, Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg û Mêrsînê bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Platformê diyar kirin ku di ser komkujiya li Roboskiyê re 90 roj derbas bûn, lê hes komkujî rehatiye ronîkirin û hesap nehaiye birsîn. Endamên Platformê ji Serokwezîr, Serokomar Wezîrê Karên Hundir re name şandin û xwestin hesap bê pirsîn. Serokê Gişti yê ÎHD'ê Oztürk Turkdogan, da zanîn ku heta hesapê komkujiya li Roboskiyê bê pirsîn dê têkoşîna xwe bedewam bikin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo hesap ji komkujiya Roboskiyê bê pirsîn li ber Navenda PTT'ê ya Mêrsînê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên sendîkayan amade bûn. Komê di çalakiyêde pankarta "Me Roboskî ji bîr nekir em dê ji bîr nekin" û "Kî dibe bila bibe li hemberî zaliman bibin alîgirê mazlûman" vekirin û wêneyên kesên di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Li ser navê komê Wekîlê Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Mêrsînê Erdal Alkan anî ziman ku 90 roj di ser komkujiya li Roboskiyê re derbas bûn, lê hêj hikûmetê ser bûyerê ronî nekiriye. Alkan, da zanîn ku Platform ji bo balê bikşîne ser komkujiyê ji 20'ê sibatê heta niha çalakiyan pêk tîne, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û wiha got: "Dewlet dixwaze kujeran veşêre û biparêze. Em wekî platformê heta ku hesap neyê pirsîn dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Endamên Platformê pişt re ji Serokwezîr, Serokomar Wezîrê Karên Hundir re name şandin û xwestin hesap bê pirsîn.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo hesap ji komkujiya Roboskiyê bê pirsîn, li ber Sumerbanka berê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û reveberên MAZLUM DER, ÎHD, TÎHV û gelek saziyên din amade bûn. Hevparên HDK'ê jî piştgirî da çalakiyê. Li ser navê Platformê Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Sekreteri Ahmet Alagoz, anî ziman ku dewletê li Rososiyê komkujî pêk anî û li gel 90 roj derbas bûn hêj hesap nepirsiye. Alagoz, xwest dewlet komkujiyê ronî bike û anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Komê pişt re 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn.

ENQERE

Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo hesap ji komkujiya Roboskiyê bê pirsîn, li qada Kizilayê li pêş YKM'ê ya Enqereyê jî çalakî pêk anî. Komê di çalakiyê de pankarta "Li dijî sînoran înat Edalet" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Venêre rû bi rû bimîne" berz kir. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku di ser komkujiyê re 90 roj derbas bû, lê hêj hesap nehatiye pirsîn. Turkdogan, anî ziman ku dewlet hesapê êrîşa li diji qeymeqam dipirse û wan davêje girtîgehê, lê hesap ji kujerên 34 welatiyan napirsin. Turkdogan, destnîşan kir ku ew dê wekî platformê heta ku hesap bê pirsîn em dê çalakiyên xwe berdewam bikin."

AMED

Li Amedê jî nûner û rêveberên saziyên ÎHD, MEYA-DER, MAZLUMDER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Baroya Amedê ji bo hesap ji komkujiya Roboskiyê bê pirsîn li ber Postexanya mezin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Prz. Selahattin Çoban, daxuyanî xwend û di ser komkujiya Roboskiyê de 90 roj derbas bûn, lê hikûmetê hesap ji komkujiyê nepirsiye û ser komkujiyê digirin. Çoban, anî ziman ku li gel belge û şahid hene jî ser bûyerê ronî nakin û dixwazin winda bikin. Piştî daxuyaniyê Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilîcî, nameya li ser navê Salîh Encu ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da xwend. Pişt re name ji rayedaran re şandin.

SÊRT

Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet ya Sêrtê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê ya Sêrtê civîna çapeeinyê pêk anî. Di civînê de Serokê BDP'a Sêrtê Seraceddin Kayran, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, nûnerên saziyên KESK, NÇM, TUHAD-DER, MUYA-DER û Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê amade bûn. Li vir jî heman daxuyanî hate dayîn.

EDENE

Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet ya Edeneyê jî bi hemağn armancê li Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên HDK, ÎHD, BDP'ê amade bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê Osman Kara, komkujî şermezar kir û xwest hesap bê pirsîn. Endamên Platformê pişt re ji Wezirê Dadê, Serokezîr û Serokomar re name şandin.

WAN

Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet ya Wanê jî bi heman armancê li ber Mavî Plaza kom bûn û heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Komê piştî meşê li parkê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê daxuyani da û xwest hesap ji komkujiyê bê pirsîn. Komê piştî daxuyaniyê ji rayedaran re name şandin.

COLEMÊRG

Endamên Platforma ji bo Roboskiyê Edalet ya Colemêrgê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Civîn li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê pêk hat. Di civînê de xwestin hesap ji komkujiyê bê pirsîn.

(mae)