1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di ser êrîşên Newrozê re salek derbas bû
Di ser êrîşên Newrozê re salek derbas bû,di,ser,êrîşên,newrozê,re,salek,derbas,bû

Di ser êrîşên Newrozê re salek derbas bû

A+ A-

DILŞAD CÛDÎ

HESEKÊ – Di êvara Newroza 2015’an de li abjarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 2 êrîşên teqemenî pêk hatin. Di encama êrîşên ku salak li pey xwe hiştin de 53 welatyiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan, her wiha 130 kesên din jî birîndar bûn. Navê qurbaniyên êrîşan wekî “Şehîdên Newroza 2015’an” hatin binavkirin.

Di roja 20’ê adara 2015’an de 2 êrîşên teqemenî yên mezin li taxa Miftî ya Hesekê pêk hatin. Herdû jî êrîşên xwekujî bûn. Ya yekem kesekî xwe di dema welatyiyan şahiya êvara Newrozê pîroz dikirin, xwe li meydana Şehîdan a li Miftî di nava gel de teqand. Êrîşa duyemîn jî bi tirmpêla bombebarkirî li ber navenda Partî Demokratî Kurdistan-Sûriya (PDK-S) pêk hat. Li wir jî welatiyan şahiya newrozê lidar dixistin. Tirmpêla Keya Riyo kurengê wê spî bû di êrîşî de hate bikar anîn. Di teqînan de pirnaiya wan jin û zarok in 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 130 kes birîndar bûn.

Êrîşa yekem

Êrîşa yekem li Meydana Şehîdan a taxa Miftî saet di 18.14’an de di nava welatiyên Newoz pîroz dikirin de, pêk hat. Kesekî madeyên teqemeniya dijwar (C4) li xwe pêçabû, xwe di nava welatiyan de teqand. Di encama vê teqînê de 5 jin, ji van 3 ji heman malbatê bû, endamê Yekîtiya CIwanên Rojava Raman Fatim û welatiyekî din jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn birîndar bûn.

Êrîşa duyemîn

Êrîşa duyemîn jî piştî teqîna yekem bi kêmî deqeyekê li ber avahiya PDK-S’ê ya li taxa Mifî ku dikeve bakurê çerxeriya “Şehîd Serhed” pêk hat. Di vê êrîşê de jî tirmpêla bombebarkirî ji cûriya KIA Riyo rengê wê spî derbasî nava welatiyên ku şahiya Newrozê lidar xistibûn pêk hat. Tirmpêl bi madeyên TNT hatibû barkirin. DI encama vê êrîşa intîharî de jî pirniya wan jin û zarok bûn 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan welatî birîndar bûn.

Piştî êrîşan hêzên Asayîşê, Embulans û şêniyên herêmê bi lez berê xwe dan cihê herdû êrîşên ku navbera wan tenê derdora 300 metiriye. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar. JI ber ku nexweşxaneyên Hesekê nema dikarîn hemû birîndaran derman bikin, birîndar birin nexweşxaneyên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê.

Şahiyên Newrozê hatin betalkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê li sê kantonên Rojava şahiyên Newrozê ibtal kirin û 3 roj şîn ragîhandin.Navê qurbaniyên êrîşan jî wekî “Şehîdên Newrozê” hatin binavkirin. Şahiyên Newrozê jî hatin ibtalkirin. Gelê Suryanî jî şahiya xwe ku navê “Cejna Ekîto” tê lidarxistin, hate ibtalkirin û ew jî wekî şînî hate kirin. Hemû sazî û dezgehên siyasî û civakî daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. BI hezaran kesî serdana konên sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbatên cangoriyan re hate xwestin. Welatiyan serdana birîndaran jî kirin û şîfa lezgîn ji wan re xwestin.

Daxuyaniya Asayîşa Rojava

Têkildarî êrîşan Rêveberiya Asayîşa Rojava daxuyaniyak çepemeniyê dan û diyarkirin ku êrîşkaran xwe ji bo êrîşî şahiyên Newrozê bikin amade kiribûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin piştî ku wan agahî girt ku dê êrîşî bêne kirin, şahiya Newrozê ya Hesekê hate ibtalkirin. Êrîşkaran xwe di şahiyên êvara Newrozê de teqandin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku êrîş piştî serkeftinên mezin ên hêzên YPG/YPJ’ê û rizgarkirina herêmên Rojava de hatin kirin.

Tevgera hevbeş

Di roja 22’ê Adarê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û ENKS’ê tevgera kurdî ya hevbeş ilan kirin. Tevger wekî komîteyeke hevbeş bû ku dê merasîma oxirkirina “Şehîdên Neworza 2015’an” bişopîne. Herdû aliyan lihev kirin ku roja 23’ê Adarê merasîma oxirkirina şehîdan bê lidarxistin.

Di sibeha 23’ê Adarê de, an gu piştî 3 rojên şîniyên hatin derbas bûn, cenazeyên 29 Şehîdên Newroza 2015’an li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyêya li bakurê Hesekê hatin oxirkirin. Cenazeyên din jî li ser daxwaz malbatên wan di goristanên malbatên wan hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê ku nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û sziyên cviakî yên kantona Cizîrê beşdarî merasîman bûn. Di merasîman de komkujî hate şermezarkirin û soza mezinkirina asta berxwedanê hate dayîn.

QSD’ê riya tirmpêla bombebarkirî derbasî Hesekê bû rizgar kir

Di 7’ê adara 2016’an de hêzên QSD’ê riya ku tirmpêla bombebarkirî tê re derbasî Rojava bû û xwe di Newrozê de teqand, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Êlîn û Cûdî de rizgar kirin. Riya behsa mijar dikeve çerxeriya Reqa, Hesekê ya ji aliyê Aliya ya rojavayê Hesekê- Riya Ebû xeşeb a di gundên dêra Zorê yê Rojava de. Ew rê li nêzî gundê El-Mekmen a 70 kîlometreyan başûr-rojavayê Hesekê dike.

Bi rizgarkirina wê riyê re xeta parastina kantona Cizîrê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate avakirin. Şervanên QSD’ê bi vê yekê tola “Şehîdên Newrozê” û hemû cangoriyan, her wiha welatiyên ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê rastî gelek kiriyarên dijmirovî hatin hilanîn.

Asayîşa Hesekê hişyarî da

Ciwanê bi navê Ebdulqadir Enwer Izo yek ji birîndarên êrîşên Newoza 2015’an a Hesekê ye. Izo, diyar kir ku hêzên Asayîşê parastina şahiyê heta dawiyê kirin û got ku piştî şahî bi dawî bû Asayîşê ji hemû kesî xwest ku dûr bikevin û ev agahî dan:”Şahiyek xweş bû, piştî ku hêzên Asyayîşê ji me xwest em belav bibin. Ez çûm mala hevalekî xwe. Dema ez vegeriyam mal, ez diber cihê şahiyê re debas bûm. Komek ne mezin mabû û li dora agir stran digotin. Di wê navberê de teqîn rû da. Ez nema dizanin piştî wê çi çêbû. Hevalên min gotin kesekî nêzî agir got El-Ah Ekber û xwe teqand.”

Izo, da zanîn ku hêzên Asayîşê kesên şahiya din a li ber navenda PDK-S jî hişyar kirn û gotin rewş ne arame û wiha dom kir: “Asayîşa Hesekê ji rêveberên ENKS’ê re gotin, ku rewş ne arame, dive kombûn neyên çêkirin. Wan ji hêznê Asayşê re gotin hûn ji vir biçin em dikarin parstina xwe bikin. Ji ber vê yekê jî hejmara qurbaniyên êrîşa duyemîn zêde bû.”

HES-MERASIMA-SEHIDEN-NEWROZE-3

(dc)

ANHA