Di siyaseta herêmî ya kurd de rûyê jinê
08:59 14.02.2014 HULYA EMEÇ / NAZAN SALA
WAN (DÎHA) - Piştî ku rêveberiyên herêmî ket destê siyasetmedarên kurd, ji bo wekheviya jin û mêran, pêşîlêgirtina cudaxwaziyê, tevlikirina mekanîzmayên biryargirtinê û ji bo îstîhdamê gelek xebat hatin kirin. Di vê çarçoveyê de navendên jinan, koperatîf, komele, qadên çandî, civakî, atolye ketin xizmetê. Siyaseta kurd hewl dide ku di encama hilbijartinên 30'ê Adarê de qadên nû veke.
Herî zêde jin rastî texrîbatan hatiye û xebatên ku bên kirin dê ji bo civak, demokrasî û ekolojiyê re xizmetê bike û siyaseta kurd cudakariya pozîtîf, kotaya zayendî û herî dawî jî bi pergala hevseroktiyê ve hewl dide ku civakeke wekhev û bi edalet biafirîne. Demokratîkbûyîna siyaset û civakê, veguhertina bajar ya ekolojiyê û siyaseta kurd li gorî esasê ku pêvajo bêyî azadiya zayendî pêşnakeve, polîtîkayan pêş dixe. Siyaseta kurd di hemû qadên şaredariyê de kotaya zayendî wekî rêgez qebûl kir, xist meriyetê û piştî ku hatin ser kar ji bo wekheviya jin û mêran pêk were gelek xebat hatin kirin. Di vê çarçoveyê de navenda jinan, koperatîf, komele, qadên civakî, çandî, atolye, navendên tenduristiyê hatin vekirin.
Şaredariya Bazîdê
Ji sala 1999'an heta niha şaredariya Bazîdê di destê siyaseta kurd de ye, di sala 2002'an de Navenda Perwerdehî û Tenduristiya Jinê ya Ayşenur Zarakolu ji bo jinên navçeyê re xizmetê bike, hat vekirin. Jinan li vir bê pere xizmeta tenduristiyê dîtin û ev der di sala 2009'an de hat mezinkirin û veguherî Navenda Tipê. Li vir 3 bijîşk, hekîmekî diranan, gelek xebatkarên tenduristiyê dixebitin û rojê 100-150 nexweş tên tedawîkirin. Di sala 2009'an de li taxên Ehmedê Xanî û Buyuk Agri Navenda Jiyanê ya Jinê hat vekirin. Li mala cilşoyê jin dixebitin û pirsgirêkên jinan li vir tên çareserkirin. Li vir ji bo jinan xizmeta hiqûqî, psîkojî, tenduristî û perwerdehiyê tê dayîn. Di nava salekê de herî kêm 860 jin tên vir û sûdê digirin. Her wiha navend li gorî daxwazan xizmeta şêwirmendiyê jî dide. Li vir di gelek mijarên cûda de perwerdehî tê dayîn û gelek jin li vir xwendin û nivîsandinê hîn dibin. Her heftê cilên 95 malbatan tên şûştin û ji bo zarokan jî qadên lîstikê hatine vekirin.
Şaredariya Colemêrgê
Ev çar serdem in şaredariya Colemêrgê di destê siyaseta kurd de ye. Şaredariya Colemêrgê di sala 2011'an de Navenda Jinê ya Binewş xiste, xizmeta jinan. Li navendê ji bo alîkarî dayîna pirsgirêkên civakî û psîkolojîk xizmet tê kirin û her wiha parêzer, bijîşk, hemşîre, di mijarên cûr bi cûr de perwerdehiyê didin jinan. Xebatkarên navendê xwe gihandin gelek jinên bajar, yek bi yek hevdîtin pêk anîn jin agahdar kirin. Her wiha li navendê 4 mehan di mijara Jin û Mafê Mirovan de semîner hatin dayîn û bi pirsgirêkên jinan re ji nêz ve eleqe hat nîşandin.
Şaredariya Geverê
Ji sala 1999'an heta niha şaredariya Geverê di destê siyaseta kurd de ye. Di bin banê şaredariya Geverê de di sala 2012'an de Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sosin hat vekirin. Li navenda jinê der barê şîdeta li hember jinê, qetilkirina jinan, tacîz, tecawiz, cudakariya nasnameya zayendî, berdêl, qelend, aborî xebat hatin kirin. 34 jinan ji ber şîdetê, jinekê ji sedema tecawizê û 6 jinan jî bi hinceta madeya hişbiriyê ji navendê alîkarî xwestin. Navend armanc dike ku xwe bigihîne hemû jinan.
Şaredariya Norşînê
Şaredarî di sala 2009'an de ket destê DTP û piştî ku DTP hat girtin, ket destê BDP'ê. Di sala 2013'an de di çarçoveya Bernameya Hîbeya Projeyên Herêmî de, ji bo ji jinan re qadên xebatê veke, projeya Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Jinê ya Norşînê amade kir. Ger proje bê qebûlkirin dê di meha gulanê de bikeve meriyetê. Di bin banê şaredariyê de Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û Navenda Çandê hatiye vekirin û li vir ji bo jinên ku rastî şîdetê tên perwerdehî tê dayîn. Her wiha tê plankirin ku Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê bê vekirin û li vir kursên pîşeyî bidin jinan.
Şaredariya Tetwanê
Şaredariya Tetwanê di sala 2009'an de ket destê BDP'ê û di sala 2011'an de Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Mizgîn hat vekirin. Navend xizmetê dide jinan û di nava 3 salan de ji bo gelek jinan semînerên tenduristiyê hatin lidarxistin û 6 hefteyan ji bo jinan perwerdehiya tenduristiya jinan hat dayîn. Xebatkarên şaredariyê bi tevî xebatkarên navendê nexweş ziyaret kirin û ji bo jinan piştgiriya psîkolojîk tê dayîn. Li gelek navendan ji bo pêşî li zewaca zarokan bê girtin xebat tên kirin di mijarên zayenda civakî, zewaca zarokan de semîner û civîn hatin lidarxistin. Di demên cuda de ji bo jinan kursên ziman hatin vekirin û perwerdehiya muzîkê hat dayîn.
Şaredariya Îdirê
Şaredariya Îdirê ji sala 2009'an vir ve di destê BDP'ê de ye, di sala 2012'an de Bazara Keda Jinê hat vekirin. Kinc, konserve û gelek tiştên ku jin çêdikin di vê bazarê de tên firotin. Her wiha komîsyona ku ji aliyê endamên meclisa jinê hatiye avakirin, li taxan malbatan ziyaret dike û porê zarokên malbatên ku rewşa wan aborî ne baş e çêdike.
Şaredariya Gimgimê
Şaredariya Gimgimê ji sala 2009'an pê ve di destê BDP'ê de ye. Şaredariya Gimgimê ji bo îstîhdama jinan û astengiya li hember xebatên jinan ji holê rake, Baxçeyê Çay ya Feraşînê vekir. Tê plankirin ku di rojên pêş de ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Azîmê bê vekirin.
Şaredariya Artemêtê
Şaredariya Artemêtê di sala 2009'an de ket destê BDP'ê û ji bo jin di qadên civakî, aborî û gelek mijarên din de xizmetê bide ev demeke dirêj e li ser projeya Parka Jiyanê ya Jinê tê sekinandin. Tê payîn ku park di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bikeve xizmetê. Tê gotin ku ev parka herî mezin ya herêmê ye.
Şaredariya Begîrê
Şaredariya Begîrê ev 5 sal in ji aliyê siyaseta kurd ve tê rêvebirin. Şaredariya Begîrê ji bo hemû xizmeta jinan di sala 2010'an de kursên merşikê (kîlîm) vekir. Salê 25 jin li vir kar hîn dibin û dixebitin.
(ça)