Di spora Jûdo de serketina ciwanê Kurd
ÊRÎŞ QOSER - KRASNODAR 08.10.2013 10:38:27 Ciwanê Kurd ê bi navê Rûslan Şaxbazov di nav bêferfetiyên mezin de bi hezkirin û baweriya xwe ya sporê gelek serketinên mezin bidest xist. Şaxbazov ê 11 sal in bi spora Jûdo re mijûl dibe dibêje, “Xewna min a herî mezin; li ser navê Kurd û Kurdistanê beşdariya li tûrnûvayên navneteweyî ye."
Rûslan Şaxbazov kurê yek ji wan malbatê kurd e, ku piştî rûxandina Sowyetê koçî bajarokê Staravîlîçkovska yê girêdayî bajarê Krasnodarê Rûsyayê kiriye. Rûslan kurê malbatek feqir û taze koçkirî di 1’ê Gulana 1996’an de ji dayik dibe. Bi destpêkirina dibistana seretayî re spora Jûdo bala wî dikşîne û li gor derfetê xwe li malê û bi hevalên xwe re vê sporê dike. Di salên dibistanê de mamostê wî yê Rûs bi Rûslan re dibe alîkar û ji bo xwe di vê sporê de pêş bixe wî perwerde dike. Di demek kurt de Rûslan beşdarî pêşbirkan dibe û saya van pêşbirkan di vê sporê de pirtir pêşdikeve û derfetên baş ji bo wî ava dibin. Rûslan wan rojan wisa bibîr tîne û dibêje: “ez biçûk bûm û derfetên min ê ez vê sporê nas bikim û xwe pêş bixim tinebûn. Lê bi saya hevalên nû û mamosteyê min re, girêdana min a bi sporê her çû zêdetir bû.”
Ji ber temenê wî biçûk bû û hîn ji bo tûrnûvayên navneteweyî xwe baş amade nekiribû, nikarî beşdarî tûrnûvayên navneteweyî bibûya. Lê di her firsendê de li gorî hêz û derfetên xwe beşdarî pêşbirkên herêmî û yên li Federasyona Rûsyayê bû. Bi saya tecrûbe û pêşketinên di van pêşbirkan de û dîsa bi alîkariya mamosteyê xwe, xwe ji bo tûrnûvayên hîn mezintir amade dike. Bi demê re, her çend beşdarî tûrnûvayan dibe û serketinan bi dest dixe jî, xwe kêm dibîne û ji bo di tûrnûvayên navneteweyî de rengê xwe diyar bike ji navçeya lê dimîne derdikeve û li bajarê Krasnodarê bi dû mamosteyên di asta bilind de dest bi xebatên hîn baştir dike. Bi alîkariya mamosteyan û xebatek baş Rûslan hêdî hêdî di spora Jûdo de di pêşbirkên heremî de herdem pileya yekê bi dest dixe. Ev yek deriyê pişbirk û tûrnûvayên hîn mezintir jê re vedike. Rûslan dema beşdarî tûrnûvaya yekemîn dibe tiştê dijî wiha tîne ser ziman: “ez berê beşdarî tûrnûvayên biçûk bûm, ew heremî bûn û zêde ne mezin bûn. Lê dema ez beşdarî tûrnûvaya navneteweyî bûm wê demê min fêm kir ku ez karekî çiqas mezin dikim. Ev yek ji bo min kelecana wê nayê gotin; tiştekî pir xweş bû. Di tûrnûvaya sala 2011’an de min zêde pileyên baş bidest nexist, lê sala 2012’an û sala 2013’an pileya min pir baş bû û gelek caran ez bûm yekemîn.” Bi demê re Rûslan baweriya malbat û mamosteyê xwe vala dernaxe, di pişbirk û tûrnûvayan de serketinan bi dest dixe. Bi taybet serketinên ku di sala 2012’an û 2013’an de bidest dixe ji bo wî serketinek mezine. Der barê wan serketinê xwe Rûslan wiha diaxive: “Di sala 2012’an bi giranî min pileya duyem û sêyem bi dest xist, lê di sala 2013’an de bi giranî pileya yekem û duyem min bidest xist. Bi taybet di tûrnûvayên navneteweyî de di vê astê de pile bidest xistin ji bo min pir bi wate ye.”
Rûslan dibêje her ez çiqas li ser navê dewleta Rûsyayê başderî van pêşbirk û tûrnûvayan dibim jî hêviya min ewe ku rojekê bi nasname û ala welatê xwe beşdar bibim û dibêje: “Niha ez welatiyê Rûsyayê me. Ji ber vê yekê bi nasnameya Rûsyayê beşdarî pêşbirkan dibim. Lê ez Kurdim, bi dê û bavê re ez bi zimanê xwe diaxivim. Hêviya min ewe ku rojekê bi nasname û ala welatê xwe beşdarî tûrnûvayê navneteweyî bibim. Ez dixwazim vê xwenê bijîm." Di sala 2013’an de tûrnûvayên Rûslan beşdar bûye û pileyên bidest xistine evin:
-Di 4’ê Çile 2013’an de tûrnûvaya Rojê di navbera ciwanên di navbera salên 96-98 de ji dayik bûne de, pileya 2’yemîn girtiye
-Di 20’ê Çile 2013’an de di tûrnûvaya Rûsya de ya li bajarê Rûsya Volgograd pileya 1’emîn girtiye
-Di 2’ê Sibata 2013’an de di tûrnûvaya Şaredariya Volgogradê de pileya 1’emîn girtiye
-Di 16’ê Sibatê 2013’an de di tûrnûvaya ji bo şampiyoniya Rûsya ya li bajarê Volgogradê pileya 3’yemîn girtiye
-Di 17’ê Adara 2013’an de di tûrnûvaya şampiyoniya Ewropayê ya li bajarê Tirkiye Antalyayê di pileya 1’emîn giritye
-Di 30’ê Adara 2013’an de di tûrnûvaya ciwanên navneteweyî ya spora Jûdo de ku ji bo bîranîna şehîdê Sowyetê V.Y Petrov hatibû organizekirin de û ji bo wergirtina xelata Serokê Rûsyayê pileya 1’emîn girtiye
-Di 7’ê Nîsana 2013’an de di tûrnûvaya şampiyoniya Ewropa ya ku li bajarê Tver yê Rûsyayê de hat li darxistin de pileya 1’emîn girtiye
-Di 5’ê Gulanê 2013’an de di tûrnûvaya Ewroya ya spora Jûdoyê de ku li bajarê Elmanya Berlînê hatibû li darxisitn pileya 3’yemîn girtiye
-Di 23’ê Hezîranê 2013’an de di tûrnûvaya şampiyoniya Ewropa li Estonya hatibû darxistin de pileya 3’yemîn girtiye
-Di 19’ê Tîrmehê 2013’an de di festivala olimpiyata ciwanên Ewropa ya li bajarê Hollandayê Ûtrextê hat li darxistin de pileya 1’emîn girtiye
- Di 12’ê Tebaxa 2013’an de di tûrnûvaya cîhanê ya Jûdo yê de ku li bajarê Emerîka Mîamî hatibû li darxistin de pileya 3’yemîn giritye