1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di sûîkasta Çewlikê de polîsan bi zanebûn mirovên bêguneh qetil kirin!
Di sûîkasta Çewlikê de polîsan bi zanebûn mirovên bêguneh qetil kirin!,di,sûîkasta,çewlikê,de,polîsan,bi,zanebûn,mirovên,bêguneh,qetil,kirin

Di sûîkasta Çewlikê de polîsan bi zanebûn mirovên bêguneh qetil kirin!

A+ A-

ZEYNEP KÛRAY - STENBOL - ANF Tevî ku wesayîta kesên di 9'ê Cotmehê de sûîkast li hemberî Midûrê Emniyetê yê Çewlikê pêk anîn hat tespîtkirin jî, bi raporên polîsan ên li ser bûyerê re derket holê, ku bi zanebûn wesayîteke din hatiye gulereşandin.

Di rapora bûyerê ya ku ANF'ê bi dest xist de tê gotin, ku êrîşa rê li ber mirina du polîsan û birîndarbûna du polîsan vekir, ji wesayîteke gewr a bi marka Renault Fluence hatiye kirin û hat ragihandin ku wesayîta piştî du saetan ji aliyê hêzên taybet ve hat gulereşandin û tê de yek jê zarok çar kesan jiyana xwe ji dest dan, Fiat Fiorina ya spî a bi plakaya 12 AR 900 e.

Piştperdeya sûîkasta li Çewlikê tê ronîkirin. Di rapora cihê bûyerê ya polîsan de derket holê ku wesayîta jê êrîş hatiye kirin a rê li ber mirina du polîsan û birîndarbûna Midûrê Emniyetê yê Bajêr vekir hatiye tespîtkirin, lê belê bi zanebûn gule li wesayîteke din hatiye reşandin.

Li dû xwepêşandanên ji bo protestokirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, Midûrê Emniyetê yê Çewlikê Atalay Urker, Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atif Şahîn, Serkomîser Huseyîn Hatîpoglû û polîsê parastinê Ûgûr Adli yên di 9'ê Cotmehê de li navenda bajêr lêkolîn dikirin rastî êrîşê hatibûn, di encamê de Atif Şahîn û Huseyîn Hatîpoglû jiyana xwe ji dest dabûn, Midûrê Emniyetê Atalay Urker û parêzvanê wî Ûgûr Adli bi giranî birîndar bûbûn. Bi qasî du saetan piştî bûyerê, wesayîteke bi plakeya 12 AR 900 a diçû navçeya Hênê, destpêkê ji aliyê tîmên taybet ve hatibû rawestandin û piştre ji nişka ve hatibû gulereşandin. Di vê êrîşê de yek jê zarokekî 14 salî 4 kes hatibûn înfazkirin. Heman piştî vê înfaza ku weke pevçûnê hat nîşandan Serokkomar Tayyîp Erdogan derketibû pêşberî ekranan û gotibû, "kiryar hatin cezakirin", Serokwezîr Ahmet Davûtoglû jî gotibû, "kiryar hatin kuştin". Her çend ji bo êrîşa li hemberî polîsan du kalaşnîkovên li wesayîtê hatin nîşandan jî, rapora balîstîkê nîşan dabû, ku fîşekên rê li ber mirina polîsan vekirine ji çekên mijara gotinê derneketine.

WESAYÎTA ÊRÎŞ JÊ HAT KIRIN RENAULT FLUENCE YA BI PLAKEYA 23 YAN JÎ 34 E

Herî dawî, li gorî rapora bûyerê ya me xwe gihandê, polîsan wesayîta êrîş jê hat kirin tespît kirine, lê belê tevî vê yekê jî êrîşî wesayîteke din kirine. Di rapora ji aliyê Midûrê Têkoşîna li dijî Terorê Y.Û ve di roja bûyerê 9'ê Cotmehê de hat amadekirin de, bi awayekî vekirî tê destnîşankirin ku wesayîta hedef hatiye girtin û ya jê êrîş hatiye kirin, ti eleqeya wan bi hev re nîne. Di rapora bûyerê ya mijara gotinê de bi vî rengî behsa kêliya êrîşê tê kirin: "Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atalay Urker û yên pê re Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atif Şahîn, Mûharrem Ay, Alîkarê Midûrê Şaxê Ewlekariyê Serkomîser Huseyîn Hatîpoglû û polîsên parastvan Ûgûr Adli û Memdûh Bûrak Înanan, bi awayekî peyatî li taxa Yenîşehîrê dema hatin nuqteya kolanên Selahattîn Kaya û Yeşîmê lê digihêjin hev, saet di 20:55'an de wesayîta Renault Fluence ya gewr a bi plakeya 23 yan jî 34 ku hejmarên dawî nehatin girtin, di ser wan re derbas bû, hinekî li pêş sekinî û ji aliyê rastê yê wesayîta ku 3 kes tê de bûn kesek peya bû, bi tivingê gule li polîsan reşandiye."

WESAYÎTA HAT GULEREŞANDIN FIAT FIORINA YA SPÎ YA BI PLAKEYA 12 AR 900 E

Di raporê de hat ragihandin ku wesayîta di êrîşa çekdarî de hatiye bikaranîn û kesên êrîş kirine nehatiye dîtin, lêkolînên li ser kiryarên êrîşa çekdarî dewam dike û tê gotin ku li herêma Pira Hênê ya li ser rêya bejahî ya Çewlik-Hêrê midûriyeta Emniyetê ya Hênê û ekîbên tevgera taybet a polîsan bi kesên di wesayîtekê de şer kirine, piştî bûyerê aşkera bûye ku ev wesayî Fiat Fiorina ya spî ya bi plakeya 12 AR 900, gumanbarên di wesayîtê de Alî Bozan, E.E., Ramazan Ozmaskan û Omer Topal bi mirî hatiye girtin.