Di teqînê de 8 mirî û 64 birîndar
Walî: Di teqîna li dijî qereqola polîsan de 8 kes mirin 64 kes birîndar bûn
Waliyê Dîlokê Erdal Ata, der barê teqîna li dijî navenda polîsan a Karşiyaka ya navçeya Şehîtkamîlê de diyar kir ku di teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 64 kes jî birîndar bûne.
Di saetên êvarî de li dijî navenda polîsan a Karşiyaka ya Navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di teqînê de 2 otobus û 2 maşîne şewitîn û pêtên agir ber bi ezman ve bilind bûn. Ji ber pêtên agir pir bilind dibin kes newêre nêzî agir bibe. Ji ber ku di teqînê de gelek kes birîndar bûn bi dehan ambulans hatin cihê teqînê. Waliyê Dîlokê Erdal Ata der barê teqînê de daxuyanî da û diyar kir ku di teqînê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 64 kes jî birîndar bûne. Walî da zanîn ku maşîneya plaqeya wê 34 li nêzî qereqolê hatiye teqandin.
(mae)