Di teqînên li Bexdayê de 45 kes mirin
Roj News - HÎWA KAZIM
BEXDA
Paytexta Iraq, Bexda bi rêze teqînan hejiya. Di encama teqînan de 45 kes mirin û nêzî sedan welatî jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.
Di encama teqînekî xwekujî yan bi du wesayitan bombebarkirî li bazara Şûele ya dikeve rojavayê Bexda ku pêk hat de 30 welatiyan jiyana xwe ji dest da û nêzî 50 welatî jî birîndar bûn. Herwiha zêdetirê 20 wesayitên welatiyan sivîl jî di encama teqînê de agir pê ket û şewitîn.
Teqîna duyemîn jî li navçeya Kazmiye ya dikeve bakurê Bexda pêk hat. Di encama teqîna otomubîlekî bombebarkirî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn. Dîsan ji ber teqînê çend wesayitên welatiyan ên li derdorê agir şewitîn.
Li aliyekî din jî duh li navçeya Elimşahîde ya bakurê Bexda li Bazara Milî êrîşkarekî xwekujî xwe hat encamdayîn û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Herwiha li navçeya Letîfeye ya başûrê Bexdayê bombeyekî hatî danîn hate teqiya û gelek welatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Bexda demeke bûye armanca êrîşan. Her roj êrîşên xwe bi rêya bombeyên çandînî, otomubîlên bombebarkirî û xwekujî bajarê Bexda paytextê Iraq dikin armanc û ji ber vê sedemê bi sedan welatiyên sivîl dibin qurbanî. 08:15-12/10/2014