1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di tomarên polîsan de cînayeta Aydin Erdem!
Di tomarên polîsan de cînayeta Aydin Erdem!,di,tomarên,polîsan,de,cînayeta,aydin,erdem

Di tomarên polîsan de cînayeta Aydin Erdem!

A+ A-

Navenda Nûçeyan - Derket holê ku polîsên Amedê 43648 xwendekarên ku di navbera salên 2008-2011’an de li Zanîngeha Dîcleyê dixwendin deq kirine. Di nava xwendekarên ku hedef hatine girtin de Aydin Erdem û Mahsum Karaoglan jî hebûn. Di belgeyê de der barê Karaoglan û Erdem de gotinên sosret ên weke ‘hatin sekitandin’ cih digirin û ev jî piştrast dike ku herî ciwanên kurd bi şopandinê hatine kuştin.

43 HEZAR Û 600 XWENDEKAR HATIN DEQKIRIN

Koma Hacker a RojHack, di daxuyaniya ku şand ji malpera înternetê ya bi navê Lêkolîn.org, de diyar kir ku wan xwe gIhandiye sîstema kompîtura ya Midûriyeta Polîsan a Amedê û belgeya der barê hedefgirtina xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi dest xistine.

Li gorî belgeyê ku kopiyeke wê şandin ji ANF’ê, Midûriyeta Polîsan a Amedê 43648 xwendekarên li Zanîngeha Dîcleyê û fakulteyên wê di navbera 2008-2011’an de dixwînin ji vana 27471 kur û 16177 jî keç hatine deqkirin.

Di navbera xwendekarên hedef hatine girtin de Mahsum Karaoglan yê ku di 2009’an de di meşa Amarayê de hate qetilkirin û dîsa di heman salê de li Amedê Aydin Erdemê ku di dema meşê de hate qetilkirin heye.

KARAOGLAN Û AYDIN ‘BAWERÎ NEDAYE’ WAN

Der barê her du ciwanên kurd de gotinên sosret têne kirin. Ji bo cenazeyên gerîlayan yên ku Mahsum Karaoglan û Aydin Erdem tevli bûne dibêjin ‘cenazeyên mirarbûyan’. Polîsê Amedê her wiha Karaoglan û Erdem ‘weke ku pêbawer nakin’ bi nav kirine û di belgeyan de ji bo kuştina her du ciwanên kurd dibêjin ‘hatin sekitandin (hatin geberkirin).’ Ev gotin piştrast dike ku Erdem û Karaoglan bi şopandinê hatine qetilkirin.

Roj Hack got ku berfirehiya belgeyan dê piştî çareserkirina hemû daneyên hatine bidestxistin aşkera bikin û di destê wan de wêneyên polîsên girêdayî şûbeya ‘Têkoşîna bi terorê re’ hene.

ANF NEWS AGENCY