Di vê pêvajoyê de avakirina qereqolan tê çi wateyê?
SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 salin pêvajoya diyalogê daye destpêkirin û agirbest îlan kiriye jî dîsa hikûmeta AKP'ê di avakirina qereqol û kalekolên nû de israr dike. Li Gever û Şemzînanê hêj avakirina qereqolan didome. Welatiyên ku vedigerin gundên xwe jî rastî astengiya leşkeran tên.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an a li Amedê de bi peyamekê îlan kir ku pêvajoyek nû daye destpêkirin û dê êdî hewl bidin ku bi riya diyalog û siyasetê pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê yekê jî Ocalan xwestibû ku hikûmet, di serî de dawî li avakrina qereqolan û pergala cerdevaniyê bîne û rê li pêş vegera gundan veke. Lê dijberî vê yekê li navçeya Geverê û Şemzînanê leşker bi hinceta "ewlehiyê" li aliyekî qereqol û qeleqolan ava dike û li aliyê din dixwaze li herêma Oremarê herêma tampon ava bike.
Welatiyên gundên herêmê ji bo di qereqola Şitazînê re derbas bibin, divê di 3 nokteyên lêgerînê re derbas bibin. Di lêgerîna ewil de kontrola nasnameyan û lêgerîna maşîneyê, di lêgerîna navberê de ser mirovan û alav û amûrên welatiyan yek bi yek di lêgerînê re derbas dikin, di lêgerina sêyem û dawî de jî dîsa kontrola nasname û lêgerîna maşînê tê kirin û derbasî qeydan tê kirin. Di kontrola nasnameyan de ji welatiyan pirsên "tu ji ku tê? tê biçe ku? Bi kêre hevdîtin kir, dê bi kêre hevdîtin bike? tê pirsîn û yek bi yek derbasî qeydan dike. Dîsa piştî vê kontrola Şitazinê li Qereqola Sinevayê jî dîsa welatî di kontrol û lêgerînê re derbas dibe. Li vir jî welatî di heman kontrol û pêkanînan re derbas dibin.
'Avakirina qereqolan didome'
Li herêma Oremar û Doskiyê jî avakirina qerkeqolan berdewam dike. Li gel nobeta welatiyan a girê Rahmo û Tilanê li herêmê avakirina qereqolan didome. Qereqolên Oremar û Şitazinê li ser navê restorasyonê avahiyên nû tên avakirin û kapasîteya wê tê zêdekirin. Dîsa li girên Kirya Tepqi, Gepera Jerî û Sehlatê Qeleqolên nû tên avakirin. Li van qeleqolan çekên giran û nêzî 3 hezar leşker hatin bicihkirin.
Qereqolên li girê Rahmo û Tilane hatine avakirin dem dem çiyayê Cilo didin ber topên hawanê. Bi taybetî piştî Tabûra Oremarê kirin alay, ji ber avêtina topan welatiyên gundê Zirî neçar man gundê xwe vala bikin.
Li herêma Şitazin, Oremar, Çelê, Rubarokê leşker avakirina rêya "Ewlehiyê" berdewam dikin. Dîsa qereqola li Bajaroka Xirvata ji nûve hat avakirin. Derdorê qereqolê bi lambayan hat ronîkirin û dîwarê wê bi qasî 5 metreyan hat bilindkirin. Disa qereqola polîsan a balafirgeha Geverê ku di sala 2013'an dehatibû destpêkirin înşeata wê bi dawî bû û panzer û tîmên taybet lê hatin bicih kirin.
Li sînorê Îranê qereqol hatin avakirin
Dîsa qereqolên li herêma Şahi, Mendi Dola û Gumrukê ku 2 sal berê dest pê kiribûn ketin meriyetê. Germandariya tabûra Hidût jî avahiyên nû li xwe zêde kirin. Li qereqolên Zerrin, Karatepe, Şik û Çobanpinarê jî avahiyên nû hatin zêdekirin. Li ser sînorê Îranê jî ji her 100 -200 metreyan quleyên nû hatin avakirin.
Li navçeya Şemzînanê jî avakirina qereqolan didome û mayinên ku li herêmê hatine çandin hêj nehatine paqijkirin. Li herêma Gever û Şemzinanê hêj 50 gundên vala li benda xwediyê xwe ne û vala ne.
(mae)