1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di vê rojê de çi li Kobanê qewimî?
Di vê rojê de çi li Kobanê qewimî?,di,vê,rojê,de,çi,li,kobanê,qewimî

Di vê rojê de çi li Kobanê qewimî?

A+ A-

XUNAV ÎSA

NAVEDNA NÛÇEYAN – Şervanên YPG’ê û welatiyên ku roja 1’ê Mijdarê li Kobanê mabûn bûyerên ku di vê rojê de jiyan kirine û bîranînên berxwedanê vegotin.

Beriya salekê ji îro ango di 1’ê Mijdara sala 2014’an de tevahiya cîhanê ji bo Kobanê rabû ser piyan. Daketin kolanan û piştgiriya xwe ya bi berxwedanê re nîşan dan. Di vê rojê de çi bû, heta ku tevahiya cîhanê ji bo piştgiriyê ket tevgerê û rabû ser piyan? Di vê rojê de şer giran dibû û berxwedan bilind dibû. Di vê rojê de şervanên azadiyê çi destan dinivîsandin? Di vê rojê de şervanên YPG/YPJ’ê şerê hebûn û nebûnê dikirin. Bi çekên xwe yên sivik li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê sekinîn. Şervanan bi berxwedan û têkoşîna xwe dengê Kobanê li tevahiya dunyayê belav kirin.

Şervanên YPG/YPJ’ê û wealatiyên ku bûn şahidên bûyerên ku li di wê rojê qewimîn, ji ANHA’yê axivîn.

Gule weke Baranê dihatin

Şervanê bi navê Xelo Kobanê yê 20 salî ku ji pêkhateyên ereb e û di sala 2013’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û yek ji şervanên ku cihê xwe di berxwedana dîrokî de girtine, wiha behsa wê rojê dike: “Di wê rojê de ez li cepheya başûr bûm. Ez di nava koma Fermandar Rûstem Amargî de bûm. Ez û hevaleke bi navê Çîçek Amed ku 20 salî bû. Bersiva banga serferberiyê ya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan da û ji Bakurê Kurdistanê tevlî berxwedanê bû. Di wê rojê de pevçûn pir dijwar bûn. Çeteyan sê caran hew dan ku êrîşî çeperên me bike. Çeteyan dixwestin ku çeperên me yên li başûrê Kobanê dagir bikin û me di wê nuqteyê de bixin çeperê. Çeteyan bi çekên giran êrîşî me dikirin. Lê belê me bê teredud bersiv dida êrîşên wan.”

XELO-KOBANE

Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de got ku hevala Çîçek di pêşiyê de bû û 3 saetan bê navber li dijî çeteyan şer dikir. Ji ber ku çeteyan jî bi rengekî hovane û bi çekên giran êrîş dikirin. Hevala Çîçek birîndar bû. Em di rewşeke zehmet de bûn. Gule weke baranê bi ser me de dihatin. Me nikarî birînên Çîçek girê bidin, ji ber wê gelekî xwîn da piştî demeke kurt li ber min şehîd ket.”

Cîhan ji bo Kobanê rabû ser piyan

Welatiyê bi navê Ebdilqadir Şêx Boza yê 52 salî jî ku ji welatiyên Kobanê ye û di wê rojê li Kobanê bû û birîndar bibû li ser wê rojê ev tişt anîn ziman: “Dema ku cîhan ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê rabû ser piyan ez li Kobanê bûm. Ez li ber deriyê nexweşxaneyê bûm. Min dengên pir bihîstin. Min dît ku hin heval hatin, bi germahî silav li min dan û bi rû kenî gotin, xalo tu dizanî çi çê bûye? Min nizanîn çi heye. Hevalan ji min re gotin cîhanê tev de ji bo berxwedana Kobanê rabûye ser piyan.”

EBDULQADIR-BOZAN

Bozan di axaftina xwe de bal kişand ser piştgirya gelê Bakurê Kurdistanê ku ji bo piştgiriyê berê xwe dan Kobanê û got: “Dema welatiyên Bakurê Kurdistanê hatin û dîtin ku ez li ser du daran li Kobanê me û çeka min di destê min de ye, matmayî man. Welatiyan berê xwe dan min û yek bi yek silav li min dan û gotin: “Em berxwedana te pîroz dikin”.”

Bozan destnîşan kir ku di wan kêliyan de çeteyan hawan avêtin wan, ji bo wê jî welatî zû derbas bûn û çûn cihekî bi ewle.

Xebatkarê Lebûratwarê Îbrahîm Ebdilrezaq ku di nexweşxaneya Kobanê de bû û di heman demê de, ji rewşa birîndaran berpirsyar bû ev tişt derbarê wê rojê de anîn ziman: “Ez li cihê xwe yê li nêzî deriyê sînor bûm û me birîndar pêşwazî dikin. Em 7 kes bûn. Di wê rojê me cihê ku em birîndaran lê derman bikin, amade dikir da ku em birîndarên xwe neşînin, Tirkiyê. Piştî çend saetan me dengên bilind bihîstin. Gotin ev gelê me yê Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo piştgiriya me hatine ser sînor.”

EBDULREZAQ-IBRAHIM

Îbarahîm diyar kir ku welatiyên Bakurê Kurdistanê piştî ku sînor ji holê rakirin, bi hejmareke mezin, bi coş û kêfxweşî derbasî bajarê berxwedanê kobanê bûn.

(dm)

ANHA