1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di YEK-KOM’ê de qonaxa nû
Di YEK-KOM’ê de qonaxa nû,di,yek,kom,ê,de,qonaxa,nû

Di YEK-KOM’ê de qonaxa nû

Yekitiya Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) 19’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî

A+ A-

HAGEN ANF Yekitiya Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) 19’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre piştî hilbijartina rêveberiya ji 15 kesî bi dawî bû. Di kongreyê de biryarên weke dixebatê de karanîna Kurdî û zêdekirina kotaya jinan hate dayin.

19’emîn Kongreya YEK-KOM’ê ku du roj bûn li bajarê Hagenê berdewam dikir, bi dawî bû. Kongre bi beşdariya delegeyên ji 65 komeleyan hatibûn pêk hat û di kongreyê de rêveberiya ji 15 kesan hate hilbijartin.

Her wiha di kongreyê de ku diyarî her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hate kirin, peyama piştgiriya ji bo “Pêvajoya Çareseriyê” ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hate dayin.

Di kongreya du rojan berdewam kir de rapor hatin xwendin û rexne hatin kirin. Di kongreyê de rexneyên li ser rêveberiyê bal kişandin. Di rexneyan de hate destnîşankirin ku rêveberî bi awayeke ciddî li ser komeleyên endam kontrolê nake û ji pêwîstiyan re nabe bersiv. Her wiha hate diyarkirin ku aliyê xebatê yên jin û ciwanan kêm e, xebatên ji bo çand û zarokan tune ne. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç axaftinek kir û bersiv da rexneyan.

KOÇ: EM Ê KOTAYA JINÊ PÊK BÎNIN

Yuksel Koç da zanîn ku ew bi awayeke serkeftî gihiştine hin armancên ku sala par danîbûn pêşiya xwe û gelek ji wanjî bi ser nexistine. Koç di axaftina xwe de got:

“Bi taybet kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bi awayeke serkeftî pêk hatiye. Lê xebatên ji bo endamtiya komeleyan kêm maye. Di warê perwerdehiya bi Kurdî û dîplomasiyê de em di pola xwe de mane. Em ji niha û pêve weke sazî hewl bidin ku van kêmasiyên xwe ji holê rabikin. Koç diyar kir ku ew ê lez bidin xebatên jin û ciwanan û got: “Di kongreya sala pêşiya me de em ê kotaya ji sedî 50 bidin jinê û em ê derbasî sîstema hevserokatiyê bikin.”

‘DIVÊ KURDÎ ESAS BÊ GIRTIN’

Piştî gotûbêjên hatinkirin, kongre bi beşa pêşniyaran dest pê kir. Biryarên ku di encama pêşniyaran de hatin girtin wiha ne:

- Bi awayeke tam destekê dide “Pêvajoya Çareseriyê” yaku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin.

-Dê li dijî hewldanên lidijî desteftiyên neteweyî yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê têbikoşin û bi gelê me yê li van herêman re tevbigerin.

- Federasyona me dê di xebatên xwe de hemûyan de pevnivîs û axaftina bi Kurdî û Almanî esas bigire û ji bo di dibistanan de Kurdî weke zimanê perwerdeyê bê dayin, komeleyênme dê pêşengiya xebatên rêxistinkirina xwendekaran bikin.

-Dê li hemberî hemû hînbûnên xirab ên li dijî ciwanan û madeyên hişber bi awayeke çalak têbikoşin û ji bo di vê çarçoveyê debi saziyên din projeyan pêş bixin.

-Lidijî tundiya li ser jinan, kuştinên ji ber tore û namûsê dê xebatên perwerdehî bên kirin, dê bi awayeke çalak tevlî hemû çalakî û kampanyayên li dijî tundiya li ser jinê bibin.

- Ji bo di qada navneteweyî de komkujiyên Kurdan ên weke Dêrsim, Helepçe, Roboskî bên nasîn xebatên di asta navneteweyî de dê bên kirin.

-Di kongreya sala bê ya YEK-KOM’ê de dê kotaya ji sedî 50’ê bidin jinan.

RÊVEBERIYA JI 15 KESAN HAT HILBIJARTIN

Piştî biryaran kongreyê dest bi hilbijartinê kir û rêveberiyeke 15 kesî, ji vana 5 kes lijneya çavdêriyê û kes jî ji bo lijneya disiplînê hatin hilbijartin. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç careke din bû endamê rêveberiyaê û navê 15 kesên hatin hilbijartin wiha ne:

1-Hamide Akbayir

2-Yuksel Koç

3-Azad Bingol

4-Bahattin Dogan

5-Sedat Çetîn

6-Erol Palot

7- Gulê Kar

8-Nîhat Gundî

9- Alî Aka

10-Yilmaz Kaba

11-Abdullah Efe

12-Sultan Aka

13-Muslum Kurt

14-Niyazi Oztaş

15-Abdulrezzak Oral

Piştî hilbijartinan li ser navê rêveberiya nû Hamîde Akbayir axaftinek kir û malavahiya her kesê kir û da zanîn ku ew ê weke federasyonê hewl bidin ku armanc û hedefên danîne pêşiya xwe pêk bînin.


Bêjeyên Miftehî