Di çavên Xanî de 7 mêrên kurd
10:52 07.01.2014
DÎCLE MUFTUOGLU
AMED (DÎHA) - Yek ji damezirînerê Salname Ehmedê Xanî' Bahar Gultekîn, der barê berhem û eserên Xanî de ku lêkolînan dike di encama xebatên xwe de têkildarî karakterên mêrên di berhema Mem û Zîn de nivîsek amade kir. Gultekîn diyar kir ku di nivîsa xwe ya di weşana dawî ya Salname Ehmedê Xanî de hatiye weşandin de 7 karakterên zilam ên cuda yên di civaka kurd de ku Xanî di berhema Mem û Zîn de diyar kiriye nîşan daye û di wê berhemê de Xanî wezîfeya hilgirtina evînê daye Mem û diyar dike ku Mem modela mirovê azad e.
Yek ji amadekara Salname Ehmedê Xanî Bahar Gultekîn, der barê berhem û eserên Xanî de lêkolînan dike. Gultekîn dibêje, "Berhemên ku Ehmedê Xanî li pey xwe hiştine yanî ew mîrasa çandî ev qasî xwedî dewlemendiyeke mezin û wêjeyî ne ku ez bawer im temen têr nake ku mirov wan yek bi yek lêkolîn bike, fêm bike û tiştên jê fêm bike jî binivisîne." Gultekîn, bi taybet der barê berhema Mem û Zîn a Xanî de lêkolînan dike û dinivîsine.
'Civaka kurd di destana Mem û Zîn de veguherî berhemeke mayîn de'
Gultekîn diyar dike ku Xanî fikir û tecrûbeyên xwe yên têkildarî civaka kurd bi destana Mem û Zîn veguherand berhemeke mayînde û vê bi vî awayî nîşan dide: "Xanî, di Mem û Zîn de 7 karakterên zilam çêkirine û cuda cuda taybetmendî û wezîfeyan dide wan. Du çandên cuda yên di nav şer de. Aliyek xwediyên desthilatê û bi vê ve girêdayî xwediyên siyaseta namerd a çanda desthilatdariyê, fedakarî, jidilbûn, dirustî, dost, Gurgîn, Çeko, Arif, Tacdin, Mem e."
Çanda desthilatdariyê û xwediyên wan bi Zeydîn û Beko vedibêje
Gultekîn di nivîsa xwe de destnîşan dike ku Xanî, çanda desthilatdariyê û xwediyên wê, bi destê Zeydîn û Beko bi her awayî derdixe ber çavan û diyar dike ku Xanî, Mîr Zeyîd wek kesayeteke ku li ser yekîtiya dijbertiyan ava bûye nîşan dide û dibêje, "Heman tişt ji bo wesf û navên beg jî derbas dibin. Bi qasî bi rehm û rehîm e ev qasî jî ceza dike. Xanî bi van hevokan pir xweş behsa Xanî dike: 'Beg ji eslê şahê maran in/ Xwedî jehr û xwedî mohr in/ Dema mohra xwe lê didin zanibe ku jehr e/ Dema hezkirinê nîşan didin zanibe ku hêrs e/ mirovên bi aqil xwe ji maran diparêzin / Mirovên xafil bi wan re dibin dost û ehbap/ Tu çi qasî li gel wan bi qîmet û nazdar be jî/ Tu çi qasî bi wan re bilîzî û şelafiyan jî bike/ Dema guhertineke biçûk di te bê dîtin?/ Wê bi temamî pişta xwe bidin te."
Gultekîn dide xuyakirin ku Xanî dewlet û burokrasiya wê demê pir baş analîz kiriye û van xusûsan nîşan dide, "Mîr, ji gel û rastiyê qut bûye, bê tecrûbe ye. Dewlet û burokrasî çi qasî nêzî Mîr be wê Mîr jî ev qasî ji rastiyê dûr be û potansiyela ku sûc bike wê zêde be. Lewma pêdiviya wî bi kesên wek Bekir hene."
'Beko karaktereke sembol e'
Gultekîn diyar dike ku Beko karaktereke sembol e û wiha şîrove dike: "Ya bi Bekîr tê ziman kesayeteke ku ji gel dûr li pey berjewendiyên xwe û di wê oxurê de dikare mirovan xerc bike. Tu carî bi awayekî dirust naçin pêşberî kesekî û têkoşînê nakin. Ji ber vê Bekir, ji Tacdîn û jiyana Tacdîn ditirse."
'Memo wek roja destanê ye'
Gultekîn, li ser lêkolînên xwe di çavên Xanî de wiha behsa Mem dike: "Wek tê zanîn, karaktera herî girîng a Xanî Memo ye. Dikarim bêjim ku Memo wek destana rojê ye. Karakterên din bi roniya rojê re ronî dibin ruh û kesayetê bi dest dixin."
'Xanî, hewl dide Memo bigihîne roniyê'
Gultekîn, destnîşan dike ku Xanî di destanê de Memo ber bi rêwîtiyeke mezin a evînê ve bi rê dike, wezîfeya hilgirtina evînê daye mem, pir êş tên kişandin û êdî êşê weke nîmetekê dibîne. Gultekîn di vê xusûsê de jî van hevokan bi rêz dike: "Mirovekî ku li hember guhertinê nikare li ber xwe bide bi awayekî xav, nekamil û nesaxlem rexne dike. Dixwaze bêje ku mirov an jî civakek heke guhertin û veguhertineke mezin derbas neke nikare di asta evînê de hez bike. Eger evîn û hezkirin nebe yekîtiyeke manewî nabe. Jixwe beg û teyfeya beg di vê mijarê de kêm dibîne û di hundir de her kesî wek cahil dihizire û li hember wê serî radike. Xanî, hewl dide Memo bigihîne ronahiyê."
Gultekîn dide nîşandan ku Mem kesên xwedî siyaseta qirêj nas nake û lewma tê lîstika Beko. Gultekîn dide xuyakirin ku, dawiya destanê bi serketina Memo diqede, Memo sembola mirovê azad e, tenê cihê jê emir digire û îteatê jêre dike cîhana evînê ye.
(yş/mae)