Di çeperan de Şaredarê berê
DEMHAT TOLHILDAN/EVÎNDAR CÛDÎ - KERKÛK Şaredarê berê yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Abdulkerîm Tûnç, niha di nava Yekîneyên Berxwedana Mexmûr-Kerkûkê de li dijî êrîşen çeteyan di çeperan de ye.
Abdulkerîm Tûnç ji gundê Mijini yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê ye. Hemû gundiyên Mijini û malbata Tûnç ev bîst sal in penaber in.
Mîna li gelemperiya Botanê li gundê Mijini jî çanda Kurd xwe di asteke bilind de parastiye. Tûnç diyar dike ku Kurdewarî li herêma wan qet neqediyaye û her tim welatparêzî heye. Ji ber vê yekê, gava gerîlayên PKK'ê hatin herêmê, yekser ew qebûl kirine.
Têkiliya Tûnç a bi PKK'ê re di sala 1983'an de bi hatina gerîla ji bo gundê wan, destpê kiriye. Hezkirina Kurdewariyê ya ji ber xwe ve ve, ew nêzî gerîla kiriye û bi wan ve girê daye ku careke din jê qut nebe.
ZEXTÊN DEWLETA TIRK RÊ LI BER KOÇBERIYÊ VEKIR
Dewleta Tirk di sala 1994'an de mîna bi hezaran gundên Kurdistanê gundê Mijini jî dişewitîne. Gundiyên Mijini derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Û êdî ji bo gundiyên Mijini malbata Tûnç jiyana penaberiyê destpê dike. Tûnç dibêje, "Dewletê bi şewitandina gundê me re xwest me ji hev belav bike, lê belê bi saya PKK'ê em li cem hev man."
Rawestgeha yekemîn a koçberiya wan gundê Biherê-Şeraniş ê Heftanînê ye. Bi qasî sê mehan li vir di kampê de dimînin. Gelek gundiyên Botanê yên gundên wan hatin şewitandin tên vê kampê. Bi saya PKK'ê gundî rêxistinbûyîna xwe çê dike.
Lê belê dewleta Tirk li vê derê jî bi destê PDK'ê dest ji gundiyên Botanê bernade. Li dû sê mehan, şevekê neçar dimînin kampa Biherê-Şeranişê berdin û biçin kampa Bersevê. Li vir jî zext dewam dike û piştî du mehan di rojên destpêka zivistanê de bi zarokên xwe re diçin kampa Etrûşê.
Ji ber şerê PKK-PDK yên di sala 1995'an de destpê kir, PDK'ê zextên xwe yên li hemberî penaberan giran kir. Destûr neda ku pêwîstiyên bingehîn ên jiyanî jî bigihêje wan. Li derdora kampê her tim derket operasyonê û destûra derketina derve neda şêniyên kampê. Nêzî 20 hezar heywanên biçûk ên li kampê bi hêstiran birin.
Piştî ku salekê li kampa Etrûşê man, çûn Nînova, ji wir jî derbasî Nehdarê bûn. Gundiyên ku ji ber zextan neçar man her tim kampê biguherînin, herî dawî derbasî kampa Mexmûrê bûn.
QADA SIRGÛNÊ VEGUHERANDIN QADA JIYANÊ
Bêguman hikûmeta Seddam cihê kampa Mexmûrê dide wan. Lê belê Mexmûr cihekî welê ye ku di dema Seddam de weke cihê sirgûnê dihat bikaranîn. Leşkerên dihatin cezakirin, ji bo sirgûnê dişandin vê derê. Gundiyên hatin Mexmûra bi dûpişkên xwe navdar, 18 gundî ji ber pêvedana dûpişkan jiyana xwe ji dest da. Lê belê tevî hemû bêderfetî û zehmetiyan jî Mexmûriyan ew çola rût veguherandin qada jiyanê. Tûnç ji bo vê rewqşê dibêje, "Me bi îdeolojiya Rêber Apo û PKK'ê û bi hêz û vîna jê girtin, Mexmûr kirin qada jiyanê."
Ji bo Mexmûriyên heft caran koç kirin Tûnç got, "Cîhan hemû bibe yek jî wê nikaribe vîna me bişkîne. Em ê bi şêweya ku PKK'ê em hîn kir, li ber xwe bidin. Tê dîtin ku em îro çawa li ber xwe didin."
Gelê Mexmûrê ne tenê li Mexmûrê, destpêkê li Kampa Şeranişê saziyên xwe ava kir û di nava sîstemekê de tevgeriya. Li her cihê çûyê, bi saya sazîbûyîna xwe di nava deh rojan de jiyana bi hezaran mirovî rêk û pêk kirin. Mexmûriyên ku xebatên şaredariyê jî dimeşînin, her sal bi hilbijartinê şaredarekî ji xwe re hildibijêrin.
Di hilbijartinên şaredariyê yên sala 2005'an de Tûnç jî bû namzet. Yekemcar weke şaredar hat hilbijartin û sê sedeman ev wezîfeya xwe dewam kir. Ew bi xwe dibêje, "Mîna her xebatê, xebata şaredariyê jî min li ser bingeha xizmeta ji bo vî gelî meşand."
Tûnç da zanîn ku Şaredariya Mexmûrê bi awayekî fermî nayê naskirin lê tevî vê jî wan xebatên xwe meşandine û got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî şaredariya me nas nedikirin. Tevî van hemûyan jî me karên xwe meşandin. Li wir 12-13 hezar mirovên me hebûn. Em gihaştin mezinbûna navçeyekê û diviyabû bersiv ji pêwîstiyên van mirovan re bihata dayîn."
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ÇETEYAN HÊZA PARASTINÊ
Kampa Mexmûrê ku bû xwedî sîstemekê, bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re vegeriya dema beriya panzdeh salan. Dîsa koçberî û dîsa zehmetî. Lê belê tevî van hemû zehmetiyan jî gelê Mexmûrê xwe li hemberî zordarî û zextan parastiye. Piraniya mirovên temendirêj milîsên berê yên gerîla ne. Û bi destpêkirina êrîşên çeteyan re, milîsên ku bi salan ranehiştin çekan, careke din çekên xwe avêtin milê xwe û dest bi parastina Mexmûrê kirin.
Şaredarê berê Tûnç jî mîna milîsên din rahişt çeka xwe û di parastina Mexmûrê de cih girt. Piştî ku DAIŞ ket Mûsilê, Mexmûriyan di çarçoveya rêxistinbûyîna xwe de ji bo parastinê dest bi amadekariyan kirin.
Tûnç ragihand ku li gel çeteyan xwe gihandin bajarokê Mexmûrê jî şêniyên kampê cih û warên xwe neterikane û got, "Me gotin em ê li ber xwe bidin. Lê piştre me bihîstin ku pêşmergeyên PDK'ê dest ji bajarok berdane û reviyane. Em weke şêniyên kampê li wê herêmê bi tenê mabûn. Em jî neçar man ji ber ewlekariyê kampê tehliye bikin. Milîsên berê û ciwanan jî rahiştin çekan û ketin pozîsyona parastina kampê."
Tûnç di pêvajoya şer a çar rojan de, bi gerîla, pêşmerge û milîsan re li çiyayê Karaçogê di çeperan de cih girt.
Piştî ku Mexmûr ji çeteyan hat paqijkirin Tûnç bi komeke ji milîsan re di nav Yekîneyên Berxwedana Kerkûkê de cih girt û derbasî xeta Kerkûkê bû.
Der barê cihgirtina li nava berxwedana Yekîneyên li Eniya Kerkûkê de Tûnç wiha dibêje: "Em ne tenê ji bo parastina Kerkûk yan jî Mexmûrê tevdigerin, bi qasî ji destê me bê em ê li her cihî gelê Kurd biparêz in. Bakur, başûr, rojhilat yan jî Êzidî, Misilman, Suryanî ferq nake, em ê wan biparêzin. Weke welatparêzekî vê tevgerê, ji bo parastina xak û gelê xwe em ê her tim bixebitin."