1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di şer de avahiyên leşkerî şewitîn
Di şer de avahiyên leşkerî şewitîn,di,şer,de,avahiyên,leşkerî,şewitîn

Di şer de avahiyên leşkerî şewitîn

Di şer de avahiyên leşkerî yên Şemzînanê şewitîn

A+ A-

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şerê êvarî di navbera HGP'ê û leşkeran de dest pê kir berdewam dike. Hate zanîn ku di şer de avahiyên Tabûra Komondayên leşkerî ya Şemzînanê û Fermandariya Alayê şewitî.

Li navçeya Şemzînanê ku mehek e şer didome, îşev şer gihişt navenda Navçeya Şemzînanê Şerê saet di 20.40'an de dest pê kir, bê navber didome. Piştî li dijî Midûriyeta Polîsan, Feramdariya Cendirmeyan û Fermandariya Tugayê êrîşên çekdarî pêk hat, leşkeriyê ketober derdor da ber gule û topan. Hate zanîn ku şer herî zêde li dora tayên Yenî, Beşevlerê zêde bkûye. Dîsa hate zanîn ku li dora taxên Kiliç û detorên Fermandariya Komandoyê Çiyê û 34'emîn Fermandariya Tugaya Hidûd şer heye.

Welatiyên Şemzînanê diyar kir ku di şer de agir bi avahiyên Tabûra Komondoya Çiyê a Şemzînanê, Avahiya Asayişê û Fermandariya Alayê ketiye. Li taxa Yine Beşevlerê, maşîneyek li pişt Dibistana Sabri Ozelê firiya çem. Hate diyarkirin ku li ber mala Serokê AKP'ê yê Şemzînanê Fikrî Algul teqîn pêk hat. Dîsa li taxa Yenî gelek malên leşkeran bûn hedefa guleyan. Hate destnîşan kirin ku şer didome û balafirên şer hatin herêmê. Helîkopterên Kobra ku ji Geverê hatin Şemzînanê li ser bajar difirin.

Der barê birîndar û kuştiyan de tu agahî nehatin bidestixstin.

(mae)