Di şerê li Kobanê de 7 jê YPG'yî 11 şehîd
KOBANÊ 06.05.2014 09:29:32 Di pevçûnên roja 3'ê Gulanê li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê rû dan de, 7 şervanên YPG'ê û 4 Rojavayiyên li ser banga seferberiyê çek hilgirtin û çûn eniya şer, jiyana xwe ji dest dan. Di operasyona mezin a YPG'ê ya pitşî êrîşê de 43 çete hatibûn kuştin, yek jî bi saxî hatibû zevtkirin.
Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamî (DAIŞ) bi hêzeke ji hezaran kesî û tankan re roja 3'ê Gulanê êrîşî Girê Sêvê yê li başûrê Kobanê kirin û di pevçûnên du rojan de 7 şervanên YPG û artêşa jinê YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnan de 4 Rojavayiyên li ser banga seferberiyê çek hilgirtin û çûn eniya şer jî, jiyana xwe ji dest dan.
DAIŞ'ê bi hezaran endamên xwe, 4 tank û çekên giran êrîşî Girê Sêvê yê li gundê Sebet ê di bin kontrola YPG'ê de kiribû.
Navenda Ragihandina YPG’ê ya Kobanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG’ê şevê din saet di 01.00’an de li başûrê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê “çalakiya dilsoziya bi şehîdên Girê Sêvê (Girê Şehîd Xabûr) re” li dar xistiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 36 çete hatine kuştin, yek bi saxî hatiye girtin û cenazeyê 4 çeteyan ketine destê YPG’ê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin û ev cebilxane jî wiha hatin rêzkirin: “9 Kelaşînkof, 48 carcor, 2 BKC, doçkayek 14.5 tevî tirimpêla wê, dockayek 23 tevî tirimpêla wê, çekeke RPG, 7 guleyên wê, kemerek teqemeniyê, dûrbînek şevê, 500 guleyên kelaşnîkof, hezar guleyên BKC, 368 guleyên docka 23, 196 guleyên pêşketî yên doçka 23 û 6 sindoqên doçka.”
YPG'ê çekên desteser kir nîşanî çapemeniyê da û ragihand ku çeteyan piştî windahiyên giran dan, neçar man xwe vekişînin.
Navenda çapemeniyê, bi daxuyaniyek cuda, destnîşan kir ku îro jî li gudê Bîrkino, Cilbê û Girê Sor ên li rojhilatê Kobanê jî bi çeteyên ku êrîş pêk anîn re şer derketiye. Navenda çapemeniyê ragihandin ku di encama şer de, li Bîrkino çeteyek, li gundên Cilbê û Girê Sor jî 6 çete hatine kuştin, her wiha li Bîrkino 2 wesayît hatin ruxandin.