Di şewata çadirê de Ekrem ê 4 salî mir
Li gundê Zirvandanîs ê girêdayî Wanê di çadira naylon de şewat derket. Di şewatê de zarokê 4 salî Ekrem Yarali jiyana xwe ji dest da û dayika wan Gullu Yarali û 3 zarokên wê jî birîndar bûn. Berê jî li heman gundî 3 zarokên birhayên hev jiyana xwe ji dest dabûn.
Şevê din saet di 23,00'an de li Gundê Zirvandanîsê yê girêdayî navenda Wanê di çadirê de şewat derket. Di şewata çadirê de zarokê 4 salî Ekrem Yarali jiyana xwe ji dest da. Dayika Yarali Gullu Yarali û 3 zarokên malbata Yarali birîndar bûn. Malbata ku çadir di hewşa xwe de avakiribûn ji ber sedemek ne diyar şev nîvê şeve şewitî. Di şewatê de Ekrem ê 4 salî şewitî û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Heta ku xizm û cîranên malbata Yarali bi gazî hawarê hatin dayik Gullu 3 zarokên wê jî birîmdar bûn. Cîranan 2 keçik û kureki malbata Yarali bi birîndarî xelas kirin.
Welatiyan pişti bûyerê cenazeyê Ekrem Yarali rakirin Nexweşxaneya Lêkolinê ya Herêmê.
Berê jî li heman gundî dîsa çadira malbata Tolukan şewitî. Di şewatê de zarokên bi navê Bahar (8), Îsmail (4) û Mîkaîl Tolukan (12) jiyana xwe ji dest dabûn. DÎHA (mae)