1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Dibe hejmara rojnamevanên di girtîgehan de zêdetir bibin"
"Dibe hejmara rojnamevanên di girtîgehan de zêdetir bibin",dibe,hejmara,rojnamevanên,di,girtîgehan,de,zêdetir,bibin

"Dibe hejmara rojnamevanên di girtîgehan de zêdetir bibin"

Johansson: Dibe hejmara rojnamevanên di girtîgehan de zêdetir bibin

A+ A-

MURAT KUSEYRI

Raportorê Azadiya Çapemeniyê yê Konseya Ewropayê Mats Johyansson li Parlementoya Swêdê ji bo parlementeran konferansek da û derbarê rapora bi sernavê “Li Ewropayê Rewşa Azadiya Çapemeniyê” ku ji aliyê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) ve hate qebûlkirin de daxuyanî da û bersiv da pirsan. Johnsson da zanîn ku ev rapor di encama xebateke baldar a 2 salan de hatiye amadekirin û diyar kir ku ewana herî zêde li lêkolînên li ser welatên Tirkiye, Rûsya û Macarîstanê ku herî zêde azadiya çapemenî û ramanê tê binpêkirin, kirine. Her wiha diyar kir ku ji ber ku ev rapor ji ji siyan du dengan nehatiye qebûlkirin, lewma hêza wê ya pêkanînan tune ye, lê ev yek dê ji bo Yekitiya Ewropa û welatan weke referansa azadiya çapemeniyê bê bikaranîn.

Johnsson diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemenî û rewşenbîran tenê bi qanûnan bi sînor nemaye, diyar kir ku sînorek ê nivîsandin û gotinan a çapemeniyê heye, ger ev yek neyê pêkanîn, azadiya çapemeniyê, jiyana wan û an jî karê wan dikeve xeteriyê.

Her wiha, bi bîr xist ku beriya demekê li Tirkiyeyê 107 rojnamevan ji ber sedemên polîtîk hatibûn girtin û piştî 3’yemîn pakêta darazê ev hêjmar hinek kêm bû û diyar kir ku dibe ev hejmar zêdeti bibe.

Johansson diyar kir ku bêtehemûlya desthilatiya AKP’ê ya li hemberî rexneyan heye û got: “Gava rapor di meclîsê de ketibû dengdanê parlementerên AKP’yî ji min re digotin ‘te reforên ku em ê bikin mehf kir’. Evane hincetên gelek ji rêzê ne. Naxwazin rexneyên li derve qebûl bikin û li Tirkieyeya ku nijadperestî lê xurt e, dibêjin ku tu biyanî nikarin li Tirkiyeyê ji me re bêjin ka em ê çêbikin.”

Me piştî konferansê bi Johansson re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku partiyên muxalefet ên li Tirkiyeyê destekê didin raporê, lê parlementerên AKP’ê xwestin vê raporê asten bikin. Johanson diyar kir ku qebûl kirin ku di girtîgehê de 47 rojnamenavan hene, lê diyar kirin ku piraniya van aji ber sucên “terorê” hatin girtin.

Johansson got: “Ev hejmara ku qebûl kirin, hejmara ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ ve hatibû diyarkirin. Ez li raporên ku ji min re tên dinêrim. OSSE beriya demekê diyar kiribû ku 107 rojnamevan di girtîgehan de ne. Lê ev hejmar hinek kêm bû. Niha 70 rojnamevan di girtîgehan de ne. Sala par Erdogan di Konseya Ewropayê de axivîbû û îdîa kiribû ku di girtîgehan de tu rojnamevan tune ne. Niha jî cara yekemîn qebûl dikin ku 47 rojnamevan girtî ne, lê dibêjin ji ber sucên cûda hatine girtin.”

ANF