Dibe ku du kurdên din jî bên darvekirin
LONDON 29.10.2013 07:55:19 Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, da zanîn ku li Îranê du kurdên din jî bi xetereya darvkirinê re rû bi rû ne.
Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da û da zanîn ku du jê kurd bi giştî 20 girtî di rojên borî de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û her wiha du kurdên din jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.
Li gorî agahiyên ku saziyê dane, du kurdên bi navê Zanyar û Lokman Moradî bi hinceta ku di 2009’an de li Mahabadê oldarek kuştine, bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne. Her du jî kurdin û ji aliyê dadgehê ve wekê ku ‘dijminê xwedane’ hatin îlankirin û mahkumê darvekirinê kirin. Her wiha dadgeh Zanyar û Lokman Moradî bi endamtiya Komala sûcdar kiribû.
Li gorî daneyên ku dewleta Îranê dane îsal 304 kes hatin darvekirine. Ligel vê tê texmîn kirin ku 234 kesên din jî bên darvekirin.