`Dibe ku em di Newrozê Mizgîniyekê bidin`
HEWLÊR (DÎHA) - Heyeta Kongeraya Civaka Demokratik (KCD) û BDP'ê hevdîtinên xwe yên li Herema Federala Kurdistan didome. Heyetê îro jî bi Yekgirtû Îslamî, Partî Çareserî Demokrasî Kurdistan (PÇDK), Partî Demokratî Kurdistan- Îran, (PDK), Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Parti Azadî Kurdistan (PAK) re hevdîtinan pêk anî. Di hevdîtinan de hat diyarkirin ku divê dîroka konferansa netewî di cejna Newrozê de wekî mizgîniya pêngaveke girîng a yekîtiya navxweyî bê ragihandin. Di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku divê ev konferans nebe konferansa daxwazên dewletên dagirkerên Kurdistanê pêk tîne, divê bibe konferansa bilindkirina têkoşîna li hemberî wan."
Hevdîtinên heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi partiyên siyasî, kesayet û rêxistinên saziyên sivîl re dewam dikin. Heyeta parlamanterên BDP'ê Mûlkiye Bîrtanê, Murat Bozlak û Ozdal Uçer di nav de cih digirin bi Yekgirtû Îslamî, , Partî Çareserî Demokrasî Kurdistan (PÇDK), Partî Demokratî Kurdistan- Îran, (PDK), Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Parti Azadî Kurdistan (PAK) re hevdîtinan pêkanîn. Di hevdîtinan de girîngiya Kongra Neteviya Kurd hat ziman û hat gotin, "Dibe ku hemû partî, rêxistin û kesayetên navdar ên Kurd di konferansê de cih bigirin. Heke wisa nebe ev konferans nabe konferansa netewî ya kurd."
Di Newrozê de mizgîniya Konferansa Netewî!
Endamê lijneya rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk Ozdal Uçer di hevdîtanan de pêşniyar kir ku, cejna Newrozê ji bo gelê kurd bikin mizgîniya civîna Konferansê û got; “Newroz ji bo Kurdan sersale, mizgîniya buharê ye û di dîroka Kurdan de xwedî wateya azadiyê ye. Em wekî Heyet pêşniyar dikin ku, vê Newrozê ji bo gelê xwe bikin mizgîniya biratî, azadî Kurdan. Lema heke em bikaribin mizgîniya lidar xistina konferansê di Newrozê de bidin konferasn dê xwedî wateyeke cihê be, ji bo gele Kurd nîşaneya mizgîniya azadiyê be.”
Dê nexşerêya gelê kurd bê diyarkirin
Di hevdîtina bi Yekgirtû Îslamî de jî Endamên Şûreya Siyasî tevlî bûn. Di hevdîtinê de rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn hat nirxandin. Endamê Şûraya Siyasî Emresûl Xahil diyar kir ku ji bo konferansê divê komîteya amadekar bê sazkirin û ev komîte jî ji nûnerên hemû rêxistin û partiyan pêk bê. Xahîl got; “Em wekî Yekgirtû Îslamî herdem ji bo yekîtiya Kurdan amade ne û di her demê de ji bo Konferansa Netewî ya Kurd bicive hewl didin. Lewma dibe ku demekê ji demeke zûtir ev konferans bicive û stratejiya kurdan diyar bike. Divê ev konferans nebe konferansa daxwazên dewletên dagirkerên Kurdistanê pêk tîne, divê bibe konferansa bilindkirina têkoşîna li hemberî wan."
Li Kerkûkê rêzehevdîtin
Heyetê li Bajarê Kerkûkê jî bi nûnerên Partî Çareserî Demokratî Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li Navenda PÇDK'ê ya Kerkûkê pêk hat hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb û Endamê Meclîsê tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de mijara bingehîn konferansa Netewî û têkiliyên Herema Federal a Kurdistanê yên bi parçeyên din re bûn. Diyar Xarîb diyar kir ku tekane hewldana wan ji bo yekîtiya navxweyî ya gelê kurd bûye û got; "Em wekî partî bi hemû hêza xwe piştgirî didin konferansê û em ê di vê konferansê de berpirsyariya xwe pêk bînin.” Pêştî hevdîtinê Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk û BDP bi nûner û kesayetên Kerkûk re civînek lidar xist.
Pêngaveke Dîrokî: Konferansa Netewî!
Piştî rêzehevdîtinên li Kerkukê heyet derbasî Hewlêrê bû û bi nûneriya PDK-Î ya Hewlêrê re hevdîtin pêk anî. Cîgirê Sekreterê Giştî yên PDK-Î Hesen Şerefî di hevdîtinê de axivî û got; “Di roja me ya îro de yekîtiya gelê Kurd ji her tiştî girîngtir e. Lewma Konfernasa Netewa Kurd ji bo yekîtiya gelê Kurd dê bibe pêngaveke dîrokî.”
(ak/ak)