1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dibe ku ji bo Geliyê Dîcleyê dereng bê mayîn!
Dibe ku ji bo Geliyê Dîcleyê dereng bê mayîn!,dibe,ku,ji,bo,geliyê,dîcleyê,dereng,bê,mayîn

Dibe ku ji bo Geliyê Dîcleyê dereng bê mayîn!

A+ A-

AMED (DÎHA) - Tunekirina Geliyê Dîcleyê ya bi HES, bendav û qirêjkirina hawirdorê berdewam dike. Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kemal Guven diyar kir ku dest bi tunekirina gelî hate kirin û biryarên derbarê gelî de tên girtin divê bi hemû hevbirên bajar re bê parvekirin û heke baldar nebin dê gelî bi tememî bê tunekirin.

Geliyê Dîcleyê maluvaniya gelek nebat û zîndewarên din ên nifşê wan di bin talukeya tunekirinê de ne dike lê bi çêkirina HES û bendavan cureyên zîndewaran bi talukeya tunekirinê re rû bi rû ne. Bi taybet planên îmarê yên derketin holê, kanayên xîz, HES û projeyên bendavê ji gelî re gefeke gelek mezin pêktîne. Di pêvajoya Birçên Amedê û Geliyê Dîcleyê hilgirin lîsteya mîrateyê çandê yê cîhanê ya UNESCO'yê de ev yek pêk tê. Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kemal Guven têkildarî xetere û qirêjiya li Geliyê Dîcleyê heyî rapor amade kir û anî ziman ku Geliyê Dîcleyê di bin talukeyek gelek mezin de ye.

Kanalîzasyonên nû, bermayiyên pîşeyî yên nû

Guven da zanîn ku di navbera salên 2008-2012'an de ji navçeya Maden a Xerpêtê hey pira navçeya Bismilê ya Amedê 7 îstasyona hatine avakirin di pîvanên li îstasyonan hatin kirin derket holê ku Çemê Dîcleyê qirêj bûye. Guven hêmanên Çemê Dîcleyê qirêj dikin jî wiha rêz kirin: "Kanalîzasyon, bermayiyên nayên parzînkirin tên çem û qirêjiya metal, bermayiyên navçeya Gîlê, bermayiyên Herêma Pîşeyî ya Organîze."

Zanîngeh jî qirêj dike

Guven bilêv kir ku Zanîngeha Dîcleyê ji ji ber li ser qada Geliyê Dîcleyê ye ew jî di nav hêmanên qirêjiyê de cih digire û gelek kargehên li ser cem hatin avakirin jî zirareke mezin didin gel. Guven destnişan kir ku baxçeyên Hevselê ji ber bi ava kanalîzasyonê tên avadin dibe sedema pirsgirêkên hijyenî ye. Guven diyar kir ku bermayiyên kanalîzasyonan ên hin kargehan jî bêyî bên parzînkirin dikevin Çemê Dîcleyê û balkişand ser kanayên xîz ên li ser gelî û wiha got: "Kanayên xîz ên li ser çem hatin avakirin hem bingeha çem diguherîne û he jî dibe sedema masiyên dijîn bên tunekirin.Bi salane kanayên xiz Çemê Dîcle vegêrandin hêlîna mişkan. Ligel zirar kanayên xîz tê zanîn jî tu astengî û tedbîr nehatin girtin."

'Rêveberên heremî bi destûra îmarê şaştiyê dikin'

Guven balkişand ser şaştiyên rêveberên heremî û wiha pê de çû: "Bi taybet li ser Geliyê Dîcleyê cihên ji îmarê re hatin vekirin hene. Li derdora Pira Deh Derî destûr dane hinek kargehan. Avahiyên li Çiyayê Kirklar hatin çêkirin hem dibin sedema dîmenên qirêj û hem jî cihê dîrokî yê Amedê jî îmar re hatî vekirin."

Guven anî ziman ku bi salan birçên Amedê bi Baxçeyên Hevselê berket da û divê ji bo herêma bê parastin. Guven da zanîn ku divê Walîtî û Wezaret Geliyê Dîcleyê ji vasfa axê dernexe û heke gelî ji vasfa axê bê derxistin dê ji îmarê re bê vekirin û gelî jî dê bê qirêj kirin.

Guven bilêv kir ku dema cihe bê islahkirin divê tu sazî û dezgeh bi tena serê xwe tevnegerin, divê rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên cemawerî û rêveberên heremî bi hev re tevbigerin.

(bd/wk)