"Dibe ku organên birayê min hatibin firotin"
Birayê Endamê HPG'ê Karahanli: Dibe ku organên birayê min hatibin firotin
Birayê Endamê HPG'ê Veysî Karahanli yê ku di peçvûna li navçeya Xorxolê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hate definkirin Murat Karahanli, diyar kir ku 3 mehin li benda testa DNA'yê ne û dibe ku organên birayê wî hatibin girtin û wiha got: "Bi ser serlêdana me 3 meh derbas bûn. Gelo organên wan gerilayan hatin girtin û dizîn ji ber vê yekê zordariyan derdixin. Ji ber vê yekê tu encaman nadin me. Ez ji vê yekê bi guman im."
Di 15'ê kanuna 2011'an de di pevçûna li naçveya Xorxolê ya Çewlîkê de 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan birin Stenbolê û di 14'ê çileyê de li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatibûn definkirin. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên 8 endamên HPG'ê hatibûn şewitandin û nedihatin nasîn. Piştî testa DNA'yê nasnameyên wan hatin aşkerakirin. Malbata endamên HPG'ê Fatma Sayak (Sarya Şoreş) û Murat Çetîner (Yilmaz Amed) cenaze girtin û definkirin. Di 3'yê hezîranê de têkildarî nasnameya 6 endamên HPG'ê de di ANF'ê de daxuyanî hate dayîn û li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya HPG'iyan hate aşkerakirin. Navên HPG'iyên li goristana bêkesan hatin definkirin wisa ne; Ruken Muhammed (Peyman Afrîn), Behman Reşîdî Keçelanlu (Mazlum Dilgeş), Leyla Pîrevî (Mîzgîn Arman), Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal), Berîvan Aytek (Delîla Çiya) û Altun Ekîncî (Zin). Li ser vê yekê bavê Endama HPG'ê Altun Ekîncî (Zîn) piştî testa DNA'yê ya daye Serdozgerê Komarê yê Amedê cenazeyê Ekîncî ji goristana bêkesan girt û li Êlihê definkiribû. Malbata Endamê HPG'ê Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal) jî 80 rojin li benda encama testa DNA'yê ya li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê ne û hêj tu encam bidest nexistin.
'Bi hinceta me mijul dikin'
Birayê Karahanli Murat Karahanli, diyar kir ku piştî daxuyaniya HPG'ê wan serî li Saziya Tipa Edlî dan û bi ser serlêdana wan 3 meh derbas bûn lê hêj tu encama bi dest nexistin e û wiha got: "Me ji bo alîkariyê serî li YAKAYDER û ÎHD'ê da. ÎHD'ê ji bo testên DNA'yê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re daxwazname şand. Di 13'yê hezîranê de test hate girtin. Doktoran got dê di nava mehekê de encamên testê ji Serdozgeriya Komarê re bişînin. Lê 3 meh derbas bûn hêj tu encama nehatine û me bi hincetên vala mijul dikin."
'Hestiyek jî be ez dê cenazeyê birayê xwe ji vir bibim'
Karahanli, anî ziman ku herî dawî bi riya ÎHD'ê serlêdan kir û ji wan re bersiva heta niha tu serlêdan nehatine kirin girtin û wiha axivî: "Herî dawî me bi riya ÎHD'ê serlêdan kir. Ji me re gotin heta niha tu serlêdanên wisa nehatine kirin bersiv dan. Me jî belgeya Saziya Tipa Edlî ya di destê me de ji wan re faks kir lê betlanaya cejnêbû. Mi me re bijên belge windabû, rayedar li vir nîn in. Bi hincetên vala bi mehanin me mijul dikin." Karahanli, da zanîn ku divê demildest bersivekê bidin û wan û encama testa DNA'yê aşker bikin û wiha axivî: "Piştî daxuyaniyê hestiyek jî be ez dê cenazeyê birayê xwe bigirim û bibin li welatê xwe defin bikim."
'Gumana me ya organên wî hatin dizîn heye'
Karahanli, destnîşan kir ku di çapemeniyê de bihîstin organên endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan tên firotin û dibe ku organên birayê wî jî hatibin dizîn û firotin û wiha pê de çû: "Li gorî nûçeyên me di ajansan de xwendin. Organên gerîlayên şehîd dikevin hatin dizîn û ji kesên mafyayê re hatin firotin. Bi ser serlêdana me 3 meh derbas bûn. Dibe ku organên van gerilayana jî hatin derxistin û an jî dizîn. Di be ku ji ber vê yekê zordariyan derbixin. Ez ji ber vê yekê bi guman im." Karahanli, da zanîn ku divê testa 4 HPG'iyên din jî bê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu ferqa wan û birayê min tuneye."
(bd)