1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dibe ku wêne bê weşandin…'
'Dibe ku wêne bê weşandin…',dibe,ku,wêne,bê,weşandin

'Dibe ku wêne bê weşandin…'

A+ A-

09:28 05.01.2014

ENQERE (DÎHA) - "Di vî wêneyê ku min ji we re şand de tenê dayik û bavê me li derve ne. Her pênc bira jî li girtîgehên cuda dimînin. Ez nav û cihê ku birayên min lê dimînin ji we re dinivisînin. Dibe ku wêne bê weşandin û ji bo pêşiya sirgûnên pêk tên bên astengkirin eleqeyek pêş bikeve. Li Tirkiyeyê bersiva kurdbûnê û bûyîna xwedî îradeyeke siyasî girtîgeh e. Ji ber em jî xwedî helwesteke wiha ne ku em niha bi mexdûriyeteke wiha re rû bi rû ne..."

Ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa K-1 a Payîzava-Wan nameya ku ji Buroya Enqere ya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) re hatiye şandin. Ê name şandiye Firat Ertunç ê li Girtîgeha Sergirtî ya Payîzava dimîne. Firat Ertunç û 4 birayên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiye û herêmê dimînin. Firat, têkildarî girtîna xwe di nameyê de wiha dibêje, "Li Tirkiyeyê bersiva kurdbûnê û bûyîna xwedî îradeyeke siyasî girtîgeh e. Ji ber em jî xwedî helwesteke wiha ne ku em niha bi mexdûriyeteke wiha re rû bi rû ne..." Firat bi nameyê re wêneyê ku bi dayik, bav û 5 bira bi hev re kişandine şandiye û dibêje, "Ez nav û cihê ku birayên min lê dimînin ji we re dinivisînin. Dibe ku wêne bê weşandin û ji bo pêşiya sirgûnên pêk tên bên astengkirin eleqeyek pêş bikeve." Em nameya Firat weke hatiye şandin diweşînin.

Nameya Firat:

"Ez Firat Ertunç, niha li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa K-1 a Payîzava dimînim. Di sala 2009'an de ketim girtîgehê. Em 5 bira ne û cezayên bi salan dan me her pênc birayan. Di rastiyê de armanca min a nivîsandina vê nameyê ev e ku Komeleya Mafê Mirovan û saziyên civakî yên din di zanebûna zilma li hember tê kirin de bin. Em Her pênc bira jî li girtîgehên cuda tên ragirtin. Li Têkîrdag Tîpa F 2, li Girtîgeha Zarokan a Sergirtî ya Enqere 1, li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Wan 1 û ez jî di nav de em sirgûnî bajarên cuda yên Tirkiyeyê kirin. Derfetên aborî yên malbata me destûr nade ji Colemêrgê biçin bajarên din. Em bi êrîşeke polîtîk a dewletê re rû bi rû ne. Em wer fikirîn ku bi rêya we rêxistin û saziyên pêwendîdar wê eleqeyê nîşan bidin û ji raya giştî re bê ragihandin. Bi hezaran welatiyên li Kurdistanê jî di nav rewşeke mîna ya me de ne, tevî vê jî ji bo çareserkirina vê hewldanên pêwîst nayên kirin. Her çi qasî hûn hewl didin dengê me bidin bihîstin jî di encamgirtina li hember sirgûnan a ji derveyî îradeya me de mixabin em tu encaman nagirin.

Li Tirkiyeyê bersiva kurdbûnê û bûyîna xwedî îradeyeke siyasî girtîgeh e. Ji ber em jî xwedî helwesteke wiha ne ku em niha bi mexdûriyeteke wiha re rû bi rû ne.

Di vî wêneyê ku min ji we re şand de tenê dayik û bavê me li derve ne. Ew jî ji ber vê rewşê mexdûr in. Ez cih û navê birayên xwe yên di wêneyê de dinivîsînim. Dibe ku wêne bê weşandin û ji bo pêşiya sirgûnên pêk tên bên astengkirin eleqeyek pêş bikeve. Ên di wêneyê de, Ferhat Ertunç-Girtîgeha Enqere (yê rûniştî). Ji çepê, Ahmet Ertunç (bavê min), Firat Ertunç (ez) - Girtîgeha Payîzava Tîpa K-1, Alî Ertunç-Wan Tîpa F, Murat Ertunç û Recep Ertunç - li Gîrtîgeha Tekîrdag Tîpa F dimînin.

Ez hêvîdar im, wê Mafê Mirovan a Meclîsê jî di vê mijarê de eleqetê nîşan bide. Malbata me û yên tevayî kesên ji bajarên rojhilat sirgûn kirine di rastiyê de neçarî sirgûnkirinê tên kirin. Di roja me de çûna ji Colemêrgê heta Wanê ku pirsgirêkeke mezin e çûna heta Tekîrdagê û hevdîtina 30 deqîqeyan dibe êşkenceyek.

Li ser vî esasî em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Ji niha ve ji bo eleqeya we nîşan daye em spas dikin."

(yş/mae)


Bêjeyên Miftehî