1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dibe ku Şengal bikeve, gel herêmê terk dike
Dibe ku Şengal bikeve, gel herêmê terk dike,dibe,ku,şengal,bikeve,gel,herêmê,terk,dike

Dibe ku Şengal bikeve, gel herêmê terk dike

A+ A-

ŞENGAL 03.08.2014 10:00:57 Pêşmergeyên PDK’ê yên bi konvoy vekişiyan gelê Şengalê bi çarenûsa wan re rû bi rû hitin. Şengal di bin êrîşa çeteyên DAIŞ de ye. Dibe ku her kêlî bajêr bikeve û gel herêmê terk dike.

Cihê pîroz ê Kurdên Êzidî Şengal bi komkujiyê re rû bi rû ye. Pêşmergeyên PDK’ê ku danê sibehê bi bi awayekî konvoy herêm terk kirin, gel ji bo ji komkujiyê xwe biparêzin ber bi çiyayan ve diçin.

Rojnamevan Xeyrî Kiziler ê bi rêya telefonê agahî dan Stêrk TV got ku hema hema dibe ku her kêlî Şengal bikeve.

Kiziler diyar kir çeteyên DAIŞ serê sibehê saet 03.00’an û şûn ve bi hewanan dest bi êrîşan kirin, tê gotin ku hin ji gundên li başûrê Şengal Girzerik, Sibaşexidir, Tilbenat,Tilqesab û Koço ketine destên çeteyên DAIŞ.

Rojnamevan Kiziler anî ziman pêşmergeyên PDK’ê li ber çavên gelê herêmê bi awayekî konvoy ji herêmê vekişiyane û ev jî bûye sedem ku DAIŞ êrîşên xwe zêdetir bike.

Kiziler di dewama axaftina xwe de got ku pir kêm pêşmerge dîtine, kesên li herêmê çekên wan hene ketine parastinê û hema hema her kêlî dibe ku Şengal bikeve. Kiziler, destnîşan kir ku kesên wesayîtên wan hene ber bi Duhokê ve diçin û piraniya kesên tu derfetên wan tune ne xwe berdane deştê ber bi çiyayan ve diçin.

Kiziler destnîşan kir ku yên nikarin ji bajêr derkevin jî hema hema her kêlî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne.