Dibistana Xalxalok ji zarokan re bûye hêviya pêşerojê
UGUR AKGUL/MELTEM OKTAY
AMED (DÎHA) - Dibistana Xalxalok ya ku par ji bo zarokên Amedê hat vekirin, di beşa pêşdibistanan de, bi zimanê kurdî û dimilkî dest bi perwerdehiya serdema nû kir. Zarokên ku li vir perwerdehiyê dibînin xwe ji bo pêşerojê bi fêrbûn û naskirina zayendiya civakî, ekolojî û çanda kurdî amade dikin.
Li navenda Amedê di serdema nû ya perwerdehiyê de gelek dibistanên azad amadekariyên sala nû bidawî kirin û niha jî ji bo perwerde dayînê amade ne. Yek ji van dibistanan jî Dibistana Xalxalok ya girêdayî Şaredariya Peyas a Amedê perwerdehiyê dide ye. Li vê dibistanê niha 120 şagirt perwerdehiyên pêşdibistanê bi zimanê kurdî û dimilkî dibînin. Bi giştî li dibistanê 6 pol hene. Ji van polan 5 bi kurdî û yek jî bi dimilkî perwerdehiyê dibînin. Rêveberê Dibistana Xalxalok Serdar Bayram aşkere kir ku hin zarok ji saet 08.00 û hin jî saet 12.00’an dest bi perwerdehiyê dikin.
Îsal 200 serlêdan li Xalxalokê hate kirin
Serdar Bayram anî ziman ku di sala nû ya perwerdehiyê tevlî ku cihê 27 zarokan li dibistanê hebûn nêzî 200 serlêdan hatine kirin. Bayram da zanîn ku zarokên temenê wan di navbera 3 û 5 an de li dibistanê perwerdehiyê dibînin û wiha got: “Di pêşbistanên pergalê de tenê çêkirina sûret, boyaxkirin û çêkirina xêzan tê dayîn. Li gel me ji bilî van dersan, waneyên îngîlîzî, stran û ekolojiyê tê dayîn. Ev tişt hemû ji zarokan tije derbas dibin. Zarok li vê derê şitlan datînin, ew bi xwe wan xwedî dikin û mezin dikin. Bi vê yekê têkîliya zarokan bi civak û xwezayê re tê pêşxistin.”
Li dibistanê zarok fêrî naskirina jiyanê dibin
Bayram diyar kir ku par ji bo ku zarok ji xwezayê hez bikin bostan li bexçeyê dibistanê hatiye çêkirin û got ku zarokan bi xwe him fêkî çandine û çînîne. Bayram di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji ber ku em li bajara ne, zarok axê nas nakin û wekî qirêjiyê axê dinirxînin. Li vir zarokên me fêhm kirin ku ax tiştekî baş e û ne qirêjiye. Niha zarokên ku roja ewil bi axê nedilîstin îro em wan bi zorê ji nava axê tînin hundirê dibistanê. Li Amedê pirsgirêka axaftina bi kurdî heye. Zarokên me yên ku bi kurdî nizanin û tên dibistanê, piştî demekê fêrî ziman dibin û li nava mal û derdora xwe dest bi axaftina kurdî dikin. Piştî hatina wan jiyana wan gelekî tê guhertin û ji stran heta lîstokan zarok bi kurdî dijîn.”
'Perwerdehî bi pergalekî dewlemend tê dayîn'
Bayram bang kir ku hejmara dibistanên kurdî werin zêdekirin û axaftina xwe wiha domand: "Di dema vekirina dibistanê de me gelek nîqaş li ser pergala perwerdehiyê ya dibistanê kir. Me li ser pergalên perwerdehiyê yên Îtalya, Fînlandiya û gelek deverên din nîqaş kirin û niha perwerdehiya ku em didin, bi xemilandina çanda kurdî û ji her pergalê pariyek pêk tê. Wekî mînak em li vir Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û her wiha gelek navdarên kurd didin naskirin. Di vê astê de divê him em û him jî civak bi giştî bi van zarokan re eleqedar be. Divê malbatên me li zarokan, dibistanên azad û li zimanê xwe xwedî derkeve."
'Dibistan ji bo zarokan pir baş e'
Bavê xwendekarê Xalxalokê yê bi navê Ronî Tahir (3) Jêhat Tahir jî anî ziman ku wan kurê xwe li dibistanê nû qeyd kirine. Tahir destnîşan kir ku wan xwestiye Ronî li gorî çand û hunera kurdî mezin bibe ew anîne Xalxalokê û wiha got: "Ev û çend rojên kurê min li dibistanê ye. Niha em di pêvajoya adaptasyonê de ne. Me bihîst ku li dibistanê zêde bi zarokan re eleqedar dibin, me biryara qeyd kirinê girt. Li Amedê bi giştî pirsgirêka neaxaftina bi kurdî heye. Ji bo vê yekê divê him di dibistanan de û him jî li nava civakê de axaftina kurdî divê were pêşxistin. Ev dibistan ji bo zarokan pir baş e. Beriya mirov bielime zimanekî biyanî, pêwîste mirov zimanê dayika xwe dizanibe.”
(ua/bg/)