Dibistanên bi zimanê dayikê dest bi perwerdê kirin
ŞIYAR KARA - MEXMÛR 20.10.2013 10:12:30 Li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî dibistanên dayikê dest bi perwerdeya sala 2013-2014’an kirin. Li 4 dibistanên dayikê wê îsal 300 xwendevan werin perwerdekirin.
Îro li wargeha penaberan ya Ş.Rustem Cûdî (Mexmûr) dibistanên dayikê dest bi perwerdeya sala 2013-2014’an kirin. Li wargehê 4 dibistanên dayikê hene, li her yek ji dibistanan wê 75 xwendevan werin perwerdekirin.
Merasîma destpêkirina perwerdeya îsal bi beşdarbûna zarok û dayikên wan di saet: 8:30’an de li ber derê dibistanan bi merasîmekî hate vekirin. Di merasîma vekirinê de mamostayan ji bo xwendevan û malbatan axaftin kirin. Mamostayan malbat û zarokan hişyar kirin ku ji bo perwerdeyek bi rêk û pêk û bi serketî bi meşînin ji boy wan hinek amojgarî li malbatan kirin û ji dayikan hate xwestin ku, dema zarokên wan têne dibîstan û malê de bi wan re bibin alîkar.
Der barê perwerdeya ku di van dibistanên dayikê de were dayîn, rêvebera dibistana dayikê ya Ş. Nujîn Bêrîtan Bûlût, ji ANF’ê re axivî û wiha got: “ li wargehê 4 dibistanên dayikê hene, her dibistanek de 3 ref hene. Her sal di van dibistanan de nêzîkê 300 xwendevan têne perwerde kirin û ji bo dibistana seretayî têne amade kirin.”
Bûlût der barê şêweyê perwerdeya dibistana dayikê de jî wiha got: “ li van dibistanên dayikê perwerde 2 dane, siharê seat 07.00 heya 11’an û piştî nîvro jî saet 13.00 heya saet 16.00’an perwere tê dayîn. Xwendevan du beşin, hinek sihara hinek jî piştî nîvro tên dibîstanê. Di dema 1. Ya perwerdê de tenê em xwendevanan fêrî jiyana hevaltî, bihevre danûstandin, civak û jiyanê dikin. Di dema 2. ya perwerdê de jî xwendevan fêrî xizik,tîp û nîvisînan dikin.”
Piştî ku navê zarokan hate qeyd kirin refên wan hatin diyar kirin, bi heyecanek mezin zarokan dest bi perwerdeya xwe ya îsal kirin.