Dijayetiya Şoreşa Rojava
Mustafa Karasu
Derbarê çûndina Barzanî ya Tirkiyeyê de gelek şirove û nirxandin têne kirin. Dîsa helwesta PKKê ya li hemberî vê serdanê tê meraqkirin. Tê gotin ku PKKê ji vê serdanê ne xweş e.
Heya ku ne li dijî gelê kurd be, tu gotineka PKKê derbarê hevdîtinên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, nîne. Tew erênî jî dibîne. Dikarin têkiliyên aborî û siyasî bibin. Bi tenê bila ne li dijî kurdan û parçeyên din ên Kurdistanê bin. Berê jî Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî gelek cara çûne Tirkiyeyê. Lê di serdana vê carê de aliyên ku gelê kurd aciz dikin hene. Tu kes nikare bêje tu acizî nîne. Yek careka bi tenê jî êrîşkarên li dijî şoreşa Rojava şermezar nekirine, lê beriya biçe Tirkiyeyê dikare bêje ”Li Rojava tu şoreş nebuye”. Ev piraniya kurdan aciz kiriye. Heta ku gelek kurdên başûr ku dengê xwe jî dane PDKê, ji ber vê daxuyaniyê aciz bûne. Bi taybet jî hema beriya serdana Tirkiyeyê ku çeteyan bi ser Rojava ve dişîne, ev gotin, bû sedema nerazîbûneka mezin. Ji xwe ew kesê ku ji van gotinan aciz nebe, di warê hestên neteweyî, welatparêzî, demokratî û wijdanî de, lawaz e. Li Rojava her tişt li ber çavên cîhanê û gel rû dide. Gelek rojnamevanên cîhanê jî, şoreşa Rojava bi baldarî û kelecaneka mezin ragihandine û didine zanîn ku ev şoreşeka gel a pir berfireh û şoreşeka demokratîk e. Gelê kurd bi sedan zarokên xwe ji bo parastina vê şoreşê şehîd dane. Piştî ku ev rastî li holê ne, Mesûd Barzanî çewa dikare tiştekî wiha bibêje? Bi tenê pirsgirêkên wan û PYDê dikare beriya serdana wî ya Tirkiyeyê vê pê bide gotin gelo? Ev bi rastî jî pirs in ku divê bêne bersivandin. Şoreşa Rojava, di xeta îdeolojîk û siyasî ya Rêberê Gelê Kurd de bi pêş dikeve. Ev Serokayetî ji sala 1979an û ta sala 1999an, bîst salî, di nav vî gelê de bûye. Timî çuye malên wan. Di van malan de, bi sedan civîn hatine lidarxistin. Jin, zarok jî di nav de, bi hezaran, heta ku dehhezaran kesî re, yek bi yek daye û stendiye. Dîsa bi hezaran kes ji gund, navçe û bajaran çûne cem vî Serokayetiyî û hema ji bo çend rojan be jî, di perwerdeya wî re derbas bûne. Bi xwe bûne şahidê vî Serokayetiyî ku çewa ji bo azadiya gelê xwe ked dide. Di bîst salên ku li wir ma de, derbarê rastiya gelê kurd û welatparêziya resen de gelê Rojava perwerde kiriye.
Ji sala 1979an û vir ve ne têkiliya Rêberê Gelê Kurd û ne jî têkiliya Tevgera Azadiya Gelê Kurd, bi gelê kurd ê li Rojava re qut nebûye. Li gel ku piştî dewleta Sûriyê têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bi pêş xist û gelek kadro û sempatîzanên PKKê û kurdên welatparêz kire zîndanê û bi sedan kadroyî radestî Tirkiyeyê kir jî, bi ser neket ku têkiliya PKKê ji gel bibire. Qîz, kur, bi hezaran ciwanên kurd tevlî nav refên gerîlla bûn û şehîd bûn. Bi hezaran ji wan hîn jî di nav refên gerîlla de ne. Ev nîşan dide ku têkiliya bi gel re çendî xurt û bi berdewamî ye. Ev rewş, rastiya gel a bi bandora mezin a Rêberê Gelê Kurd derxistiye holê. Dê tu encamên siyasî yên xebatên 35 salan û têkiliyên pir berfireh nebûna gelo? Di encam de PYD li ser vê zemînê şîn bûye. Aşkere ye ku dê ev zemîn PYDya ku bi Rêberê Gelê Kurd ve girêdayî ye, li Rojava ji partiyên siyasî yên din pir bi bandortir û awantajtir bike. Lewra partiya wir a bi PDKê ve girêdayî heya niha ne xebateka rêxistinî kiriye û ne jî bi gel re eleqeder bûye. Bi tenê, bi bandora PDKê bûye xwedî girseyeka bi sînor. Ji ber vê ye ku ferqeka mezin heye di navbera girseya bi PYDê ve girêdayî û ya partiyên din de û ji van sedemên hatin ravekirin jî, mirov têdigihêje ka çima wisan e.
Piştî ku li Sûriyê krîzek rû da PYDê jî hilberîna xebat û têkiliyên xwe kom kir. Bê guman ku krîza li Sûriyeyê û lawazbûna dewletê ne bi xebatên PYDê ve derketine holê. Pêşkeftina tevgerên ku mîna Bihara Ereban hatin binavkirin û helwesta aşkere ya li dijî rejîma Baasê ya hêzên ji derve, bûne sedema herî mezin ji bo vê krîza li Sûriyê.
Lê PYDê pêşde dît ku dê ev tevgerên gel ên mîna Bihara Ereban têne binavkirin, bandora xwe li Sûriyê jî bikin û pê re jî rêxistiniya xwe bi pêş xist, kadroyên xwe yên ji derve kişande Rojava. Ji ber bi lezgînî tevgeriya, di demeka kurt de hêza xwe ya rêxistinî jî zêde kir û ya leşkerî jî ava kir. Hîn ji roja yekem ve bawerî pê nehanî ku dê rejîm an jî muxalîf bikaribin demokrasiyê bînine Sûriyê û bi rêya sêyemîn, ji her du aliyan re jî bi sînor ma. Di bingeha xwe de jî, ji xwe re kire armanc ku li Rojava şoreşa demokratîk a radîkal pêk bîne û bi vê re jî, di demokratîzekirina Sûriyeyê de jî, bibe xwedî rol. Bi vê helwesta xwe re, di demeka kin de jî bû hêza herî bingehîn a demokratîk a Sûriyeyê. Di destpêkê de veşarî û îlegal kar dikir. Piştî ku li tax û gundan hêza xwe xurt kir û hat radeya ku dê bikaribe dewletê hilkişîne û bavêje, bi gel re, bi pengaveka şoreşgerî, yek bi yek bajaran bi dest xist. Ji bilî yek du deverên ku zêde hatine tahkîmkirin pê ve, Kurdistanê kiriye bin kotrola xwe. Vê yekê bi tenê bi rêya hêzên leşkerî ve pêknehaniye. Piştî ku gel jî bi girseyî û hemû hêza xwe ve rabû ser piyan û hema çi dîtibin, bi wan, li nav hêzên gerîlla cî girtin, ev pengava şoreşgerî jî bi ser ket. Her wiha niha jî nêzî nîvê hêzên wan ji milîsên gel têne pê.
Ji bilî hin derdorên ku bi dewletê re di têkiliyê de ne û partiyên ku nêzî PDKê ne pê ve, hemû gel tevlî bûye. Ji ber ku ev şoreş bi bandora Rêber Apo bi pêş ketiye jî, jin jî di vê şoreşê de pir û bi çalakî cî girtine. Çi extiyar, çi ciwan, hemû jin û keç, li pêşiya vê şoreşê meşiyane. Ji ber rastiya vê tevlîbûnê jî, şoreşa Rojava mîna şoreşa jinê tê binavkirin. Zahmet e mirov têbigihêje ka PDK ji şoreşê çi têdigihêje. Gelo ji aliyê DYAyê û mutefîkên wê ve li dewleta Îraqê qedexekirina paralela 36. û derbasbûna hêzên wan ên leşkerî ji Kurdistanê re û bi hêza super a leşkerî ya DYAyê daxistina Seddam û radestkirina jora paralela 36. a ji kurdan re dibe şoreş? An bi hêzên Sedam re derxistina YNKê ji Hewlêrê ye şoreş? Ew şoreşê wisa dizanin gelo? Bê guman ev rastî nayê wateya ku PDK û YNK li Başûrê Kurdistanê tênekoşiyane û bedêl nedane. Lê rola hêzên ji derve ya bêbandorkirina dewleta Îraqê li Başûr, ji rola wan a li deverên din ên cîhanê ku di vê çarçovê de lîstine, zêdetir e. PYDê jî, rêxistiniya 35 salan û rewşa siyasî nirxand û bi polîtîkayeka rast, bi hêza gelê xwe, li Rojava şoreşê pêk anî. Ne dewlet ji ber xwe ve ji Rojava derketiye û ne jî parastina vê şoreşê bê bedêl bûye. Bi sedan şehîd hatine dayîn. Di bin ambargo û bêderfetiyên mezin de şoreş hatiye bipêşxistin û parastin. Ev bi tenê dikare bê teqdîrkirin. Bi taybet jî partiyeka kurd, nêrînên wê yên siyasî çi dibin bila bibin, divê vê serkeftina mezin a şoreşa Rojava destek bike.
Propogandaye ku bi dewletê re di têkiliyê de ne, bi hev re tevdigerin, propogandeyeka reş e ku bi hevkariya Tirkiyeyê û derdorên nêzî PDKê ve tê kirin. Pelgeyên vê hevkariyê jî hatine bidestxistin. Di pelgeyên dewleta tirk a ji balyozxaneya Musul û Hewlêrê re şandiye de pir aşkere tê gotin ku divê propogandayên bi vî rengî bêne pêşxistin. Derbarê propogandaya reş a li dijî PYDê de, Tirkiye û derdorên nêzî PDKê bi hev re di nav têkiliyê de û bi koordîne, di nav hewldana afirandina têgihiştineke wiha de ne. Ev rastiyeke pir aşkere ye êdî.
Rojname û Tv´yên girêdayî PDKê, propogandayên bi vî rengî, bi zanebûn dikin. Dixwazin şoreşeka wiha piçûk û reş bikin, bandora wê kêm bikin. Dixwazin bi vî rengî rê li ber bandora vê şoreşê ya li ser gelê kurd bigirin. PDK ji aliyekê ve bi PYDê re ketiye nav têkiliyê, gotiye ez Desteya Bilind ku PYD jî di nav de ye destek dikim, lê tu carî dest ji propogandayên xwe yên reş jî bernedane. Di dawî de jî, raste rast PDKê xwestiye Desteya Bilind belav bike. Yên xwestine Desteya Bilind belav bikin PDK ye û partiyên pê ve girêdayî ne. Ev ji aliyê gelê Rojava û hemû partiyên siyasî ve tê zanîn. PDKê û partiyên pê ve girêdayî gotine ku pêdivî bi partiyên din ên di nav Desteya Bilind de ne, nîne. PYD jî li gor nêrîna demokratîk gotiye ku divê em tu hêza siyasî û heta ku kesayetiyên cuda difikirin jî, ji derve nehêlin. Ji ber vê helwesta PYDê, partiyên din ên di nav Desteya Bilind de ne û xwediyê ji sedî 50 dengan in, xwestine Desteya Bilind belav bikin. Her wiha lez dane xebatên li dijî PYDê.
PYD ji destpêkê ve alîgir bûye ku hemû partiyên siyasî yên ne di nav dijminahî, provakasyon û komployan de ne, bi serbestî û azadî kar û xebatên xwe bi rê ve bibin. Her wiha partiyên siyasî jî bi azadî kar û xebatên xwe kirine. Li ber xebatên siyasî tu astengî nehatine derxistin. Tu partiyeka siyasî nikare bêje ku destûrê nedane me em kar û xebatan bikin. Hin pirsgirêk derketine, lê ev nebûne asteng li pêş xebatên rêxistinî ya hêz û tevgerên siyasî yên xwedî ramanên cuda. Hatinî bi xwe jî, bi rengekî zelal, li nav hin saziyan hatiye belavkirin. Lê hin hêzên siyasî yên di bin bandora PDKê de ne, dev ji pêkanîna komplo û provakasyonan bernedane. Ev jî pir xwezayî ye ku ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin û piştî prosedureka huqûqî jî, ji bilî çend îstisnayan pêve, hemî jî serbest hatine berdan. Bê guman ku di atmosfereka şoreşeka wiha mezin de, dê li dijî hin kesên dixwazin huzûrê xerab bikin, hin pêkanîn jî bibin. Lê ev jî teqez e ku, di tu şoreşî de, bi qasî şoreşa Rojava xweşbîniya demokratîk nebûye.
Partiyên nêzî PDKê eger xwe bigihandana hêza PYDê, dê hin girtin û pêkanînên huqûqî yên di pêvajoya pêkhatina vê şoreşê de bûne, dê sed qadî bikirana. Lê ji ber partiyên di bin bandora PDKê de ne, ne xwedî mêjiyekî demokratîk in, lê xwedî mêjiyekî hegemonîk in ku pişta xwe dane hin hêzan û dixwazin li ser tevahiya Rojava bibine desthilatdar, nikarin bibine xwedî nêzîkahiyên demokratîk. Li gor yekîtiya neteweyî ku divê hemî hêz tê de ciyê xwe bigirin, tevnagerin. Dixwazin pişta xwe bidine hêzên ji derve û PDKê û bibine yekane desthilatdar. Rastiya çîroka dijminahiya li dijî şoreşa Rojava, ev e.
Civakek û şoreşeka ku jin tê de ev çendî rabûne ser lingan, dikare ji demokratîkbûnê bireve? Di serî de jin û ciwan, hemî aliyên civakê bi nasname û baweriya xwe ve bi azadî xwe birêxistin dikin. Rêxistiniyeke navendî ya hîyerarşîk tune; bi modeleka demokratîk û konfederal, civakeka demokratîk saz dibe. Modeleka wiha ku ne navendîparêz e, di xweza xwe de nikare bibe otorîter. Yên pişta xwe nedane civakê û ne demokratîk in, ji ber bê hêz in, pişta xwe didine hêzên ji derve. Lê li Rojava, li ser bingeha hêza civakê û rêxistiniya demokratîk a civakê, bihêzbûnek heye. Yên pişta xwe bidine civaka demokratîk, dikarin bibine hêz û rûmetê nadine xwesipartina hêzên ji derve. Yên lawaz in, neçarî vê yekê dimînin. Xweparastiniya hêzên ji derve, nêzîkahiya siyasî ya hêzên lawaz in ku pişta xwe nadine civaka xwe ya demokratîk.
Şoreşa Rojava, veqetîna ji her cure desthilatdariyê û dewletê ye. Ne dixwaze bibe desthilatdar û ne jî dixwaze bibe dewlet û ne jî dixwaze di dewletê de bibe xwedî par. Lê dixwaze bi rengekî civakeka demokratîk, pergaleka konfederal a demokratîk û rêveberiya xweser, li gel dewletê hebe. Ji derî dewletê lê mîna dewlet+demokrasî dixwaze jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bike. Rast e ku li dijî dewletê û rejîma Esad şer û pevçûneka mezin nebû. Dewlet ji xwe li Kurdistanê hêzeka siyasî ya peritî bû. Bi tenê mîna qereqol û daîreyên dewletê hebû. Hilkişandin û avêtina van saziyên dewletê, di rewşa siyasî ya niha û rewşa tengezariya dewletê ya niha de, pir zahmet nebû. Li her deverê du sê wendayî hatin dayîn, çend leşker, li hin deveran pênc, deh leşker hatin kuştin û bi sedan hatin dîlgirtin û bi vî rengî dewlet hat derxistin û avêtin.
PYD mîna xeta sêyemîn, ne xwediyê polîtîkayeka şerê bi hêzên muxalîf an dewletê re bû. Bi tenê li deverên kurd lê dijîn, avakirina rêveberiya xwe kir armanc. Ev polîtîkaya wê ya rast, encam girt. Eger dewlet bi hêzên şoreşger ên Rojava re biketa şerekî ji dil, dê tu encam jê negirtibana û dê hîn wendahiyên mezin bidana. Ji aliyê din ve şoreşa Rojava ne kuştinê, lê kontrolkirina herêma xwe ji xwe re kiribû armanc. Ev yek bişkaftina saziyên dewletê û hêzên leşkerî hêsantir kir. Li gor vê rastiyê jî dema mirov bibêje li Rojava tu şoreş nebuye, niyetxirabî ye. Ev dê bê wateya înkarkirina serîhildana gel, rizgarkirina axa xwe ji aliyê gerîllayan ve û avakirina hêzeka xurt a parastinê ku ev jî eger ne dijminahî be jî, bêwijdanî ye. Niha çeteyên çekdar nikarin li hemberî vê hêzê li ber xwe bidin. Lewra şoreşa Rojava şoreşeka fedaiyan e. Ev şoreşa ku li dijî çeteyên ku dewletê bi wan nekarî serkeftineka mezin bi dest xist, bê guman ku dê dewletê jî ji erdnîgariya kurdan jê bikira û bihavêta û jê kiriye û avêtiye jî.
Çeteyên çekdar ku li dijî dewletê bi hêsanî serkeftinan bi dest xistin, li dijî gerîllayên YPGê û YPJê xwe ranegirtin. Ev jî hêza şoreşa Rojava pir aşkere diyar dike. Nema ku şoreş di bingeha xwe de serkeftinên leşkerî nînin. Rêberê Gelê Kurd şoreşê mîna serkeftina leşkerî, heta serkeftina siyasî jî nabîne. Şoreş û veguherîna civakî mîna şoreşa rastîn dibîne. Avakirina civaka demokratîk şoreşa herî mezin a siyasî ye. Tevgera Azad a Jinê jî, şoreşa herî mezin a civakî ye. Ev her du şoreş îsbata pêkhatina şoreşa demokratîk a radîkal in. Ev şoreş jî ew çendî berfireh û kûr in ku mînakên wan li ser ruyê erdê nehatine dîtin. Eger tiştên li Rojava bûne ne şoreş bin, wê demê li tu deverên cîhanê şoreş nebûne. Şoreşa Rojava mîna şoreşeka siyasî ya demokratîk û civakî, ji şoreşên Rûs, Çîn û Fransayê mezintir e. Bi tenê mîna erdnîgarî û nifûsa xwe ve ji wan piçûktir e.
Şoreşa Rojava kelecanekê dide hemû gelên Rojhilata Navîn û heta hemû gelên cîhanê jî. Lê çewa dibe ku kelecanekê nade partiyeka kurd PDKê û rêveberiya wê? Ev bi rastî rewşeka taybet e ku nikare bê famkirin. Eger ji bo bêtir ji Tirkiyeyê destekê bigirin dijayetiya şoreşa Rojava dikin û van nirxandinan dikin, ev rewşeka hîn bi êş e.
Werger: amidakurd.net