1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dijberiya Şoreşa Rojava li ku be, PDK jî li wir e'
'Dijberiya Şoreşa Rojava li ku be, PDK jî li wir e',dijberiya,şoreşa,rojava,li,ku,be,pdk,jî,li,wir,e

'Dijberiya Şoreşa Rojava li ku be, PDK jî li wir e'

Ji rêveberên El Îslah Emced Osman, bi zimanekî tund polîtîkayên PDK'ê yên li dijî Rojava rexne kir û got, "Em dibînin, li ku dijberiya Şoreşa Rojava hebe, li wir PDK jî heye."

A+ A-

QAMIŞLO - BÊRÎTAN SARYA El Îslah, ku di sala 2012'an de di nava ENSK'ê de cih girt, di sala 2014'an de ji nav derket. El Îslah niha cihê xwe di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de digire. Ji rêveberên El Îslahê Emced Osman, tecrûbeyên xwe yên li nava ENSK'ê, sedema derketina ji nava ENKS'ê û civîna ENKS'ê ya meha Hezîranê li Rihayê pêk anî, nirxand.

'ME BI TECRÛBEYÊ XWE, ENKS NAS KIR'

Ji rêveberên Tevgera Reformê ya Kurdên li Sûriyeyê (El Îslah) Emced Osman da xuyakirin, ku tevgera wan ji sala 2012'an heta sala 2014'an di nava ENKS'ê de bû û got, "Di nava ENKS'ê de em bûn xwedî tecrûbeyekê. Di nava ENKS'ê de hem ji aliyê rêxistinî, hem jî ji aliyê siyasî ve hin pirsgirêk derketin pêşiya me. Weke Tevgera Reformê, ji roja destpêkê ya avabûna xwe ve me xwest bingeha xwe ya rêxistinî bi rengekî rast ava bikin û biryarên siyasî jî bi awayekî rast bigirin. Pirsgirêkên rêxistinî pirsgirêkên ji rêzê nîne. Ji ber ku, pirsgirêkên rêxistinî rê li ber pirsgirekên siyasî jî vedike. Ji roja destpêkê ya cihgirtina li nava ENKS'ê ve bi ziman, helwest û hewldanên xwe ve me xwestin têkiliya di navbera hêzên Kurd de xurtir bikin, baştir bikin. Me xwest biratiya navbera Kurd bikin."

Osman da zanîn, gelek hêzên li nava ENKS'ê ev nêzîkatiya tevgera wan qebûl nekirine û got, "Di heman demê de me nedixwest biryarên li ser Rojavayê Kurdistanê ji derve ve werin girtin. Me xwest, biryarên xwe li gorî rewşa xwe, şert û mercên xwe û li gorî berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bigirin. Bêguman ev jî ji aliyê ENKS'ê ve nehat qebûlkirin."

'RÊVEBERÊN ENKS'Ê NE BI KURDÎTIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE, BI HÊZÊN DERVE VE GIRÊDAYÎ NE'

Emced Osman cihêbûna Tevgera Reformê ya Kurdên li Sûriyeyê ji nava ENKS'ê bi vî rengî nirxand: "Di sala 2014'an de gava Desteya Şêwirmendiya Siyasî ya Kurd hat ragihandin, hin biryar hatin standin. Wê ji 30 kesî pêk bihata ku ji van 12 ji TEV-DEM'ê, 12 ji ENKS'ê û 6 jî serbixwe bû. Ji bo em nebin esîrê nêrînên ENKS'ê me jî biryar dan bi rengekî serbixwe tevlî bibin. Dema Nûnerê me di nava Desteya Şêwirmendiya Siyasî de bi rengekî serketî xebitî, em bi awayekî otomatîk ji ENKS'ê qut bûn."

Osman destnîşan kir, di nava girseya ENKS'ê de gelek kes dilsozê Kurdîtiyê ye, lê belê ew nikare heman tiştî ji bo rêveberên ENKS'ê bibêje û wiha dewam kir: "Ji ber ku ne bi Kurdîtiyê ve, bi hêzên derve ve girêdayî ne. Hin gotinên Siyabend Haco vê rewşê radixe pêş çavan. 'Eger dewleta Tirk çek bida me, me nedihişt YPG bibûya xwedî hêz'. Ev nêrîn û helwesteke gelekî tirsnak e."

'CIHÊ DAIŞ LÊ BI AWAYEKÎ AZAD TEVDIGERE, NE CIHÊ NÎQAŞKIRINA DOZA KURD E'

Emced Osman, têkildarî Civîna Rihayê ya di navbera 12-13'ê Hezîranê de bi desteka PDK û MÎT'ê hat lidarxristin ev tespît kir: "Bi qasî ku em dişopînin, li Rihayê gelek aktîvîstên Şoreşa Sûriyeyê di bin kontrola MÎT'ê de bi destê DAIŞ'ê hatin kuştin. Gelek rojnamevanên xurt li Rihayê bi destê DAıŞ'ê hatin kuştin. Ez dixwazim ji ENKS'ê bipirsim; gelo cihekî ku DAIŞ lê bi rengekî azad tevdigere, çawa dikare bibe cihê civîna li ser Doza Kurd? Ev nakokiyeke gelekî mezin e û bersiv jê re divê."

Emced Osman li ser rêxistinbûna bi navê 'Komeleya Kurdên Sûriyê yên Serbixwe' ya di vê civînê de ava bû, ev nirxandin kir: "Abdulazîz Temo ti carî di nava tevgerên siyasî yên Kurd de cih negirtiye. Tiştekî balkêş e heta niha di nava tevgerên siyasî de cih negirtiye. Ev karên çete, emrekî xwe yê dirêj nîne. Gelê me wê ti carî wan qebûl neke. Bila Abdulazîz Temo bersivê bide pirsên li ser têkilî û berjewendiyên wî yên bi partiya Baasê re."

'PDK'Ê HÊVIYÊN GELÊ ME YÊN JÊ DIKIR, PÛÇ KIR'

Emced Osman têkildarî siyaseta PDK'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê got, "Dema Şoreşa Rojava destpê kir, em li bendê bûn PDK jî li cem Şoreşa Rojava cih bigire û bi roleke pozîtîk rabe. Her wiha em li bendê bûn destekê bide Şoreşa Rojava û cihê xwe di dilê gel de bigire. Lê mixabin car carna em fêm nakin bê armanca helwest û siyaseta PDK'ê çiye. Me dixwest PDK li şûna ENKS'ê destekê bide gelê Rojava, bide Şoreşa Rojava. Lê belê heta niha li ku devera dijberiya Şoreşa Rojava tê kirin, li ku cihî karekî li dijî berjewendiyên gelê Rojava tê meşandin, li wir PDK xuya dike."