1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Dilxwazên axê
Dilxwazên axê,dilxwazên,axê

Dilxwazên axê

A+ A-

DÛNYA PALE - BEHDÎNAN 16.09.2013- ANF Li gel gerîlayên ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane û hatine Başûrê Kurdistanê, rêwîtiyeke bêhempa bû para min.

Min bi tenê çentê xwe da pişta xwe û ezê ji herêmekê derbasî herêmeke din bibim. Herêmeke ku min gelekî navê wê bihîstiye, ti carî nedîtiye, ezê ji ava wê vexwim, destê xwe bidim pelçemên darê wê, lingê min wê bigihîje xaka wê, ezê ji dûrve û ji nêzve çiyayên wê hîsbikim û bibînim. Ne tenê xwezaya wê ji min re nû ye, gerîlayên jin û xort ên ku min ti carî ew nedîtine ezê wan bibînim, bi wan re sohbetê bikim û li çîroka wan guhdarî bikim. Bi hestekî tejî hesret û mereq ezê biçim serdana gerîlayên ku ji Bakurê Kurdistanê hatine, lê ezê di rêya xwe de gelek gerîlayên din jî bibînim. Her gaveke ku ez li ser wê xakê bavêjim, ezê bi we re parvebikim.

EZ DESTPÊKE GUNDÊ ŞAMKÊ BI WE BIDIM NASKIRIN

Li gorî hinek mirovan şînayî xwezayê bedew dike, yan jî rengê xwezayê herî zêde di Biharê de law û rewneq e. Li gundê Şamkê xweza di nava ahengekê de ye. Ji herikandina ava kaniyan hinek cih şîn in, cihê ku şînayî lê nebe, qeşengiya çiyan bi zerahiya giya re dibû yek, xwe dixiste çavê te de û hezkirina wê mîna lîlav û lîlan diherikî di dilê mirov de. Gundê Şamkê gelekî mezin e. Tu ne ji vexwarina ava kaniyên wê têr dibe, ne jî ji sîdarê wê têr dibe. Ji bo tu xwe ji germahiya demsala Havînê biparêz e, tu her hez dike li gundê Şamkê bijî. Li milekî wê çiyayê Merwanos heye, li milê din jî çiyayê Werxelê heye. Li Şamkê fêkiyên curbecur hene. Gundiyan kanî beton kirine û tu her dixwaze li ser wan kaniyan birûne û li herikandina wê binêre. Gundê Şamkê jî mîna gundên din ên Kurdistanê xerabe ye. Tenê dîwarên xerab e li pey jiyan û bîranînên xelkên wan gundan mane, tu ji xwe re dibêje çawa mirovên van gundan venagerin gundê xwe. Gurûpa me ne mumkine bi westandinê bihes e, xweza mîna romanekê xemilî bû û te her dixwest bi gihîştina wargehên gerîlayên bakur bigihîje dawiyê.

EM BER BI KOMA BAKUR VE ÇÛN

Ezê gelekî dilşad bim, hûn dizanin çima, ji ber ezê erdnîgariya Avaşîn bibînim, lê bigerim û gerîlayên ji bakur hatine bibînim. Ji bo em biçin mêvandariya wan û bi wan re bixebitin, Rêveberiya YJA STAR agahî dabû wan, ango agahiyê wan ji hatina me hebû. Emê destpêke biçin wargeha Şehîd Rêvan ya ku sala 2012 an bi komeke hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da bû. Hemû gerîlayên jinin, hinek ji wan bi salan li Bakurê Kurdistanê gerîlayetî kirine, hinek ji wan jî li Bakurê Kurdistanê beşdar bûne û li wê derê gerîlayetî kirine. Gerîlayên jin çawa şer kirine? Bîranînên ku jiyane û bi çi zor û zehmetiyan re derbas bûne, ji min re mereq bû û bi heyecana vê yekê min berê xwe da wargeha wan. Gerîlayên jin çawa em dîtin bi rûkenî yek bi yek hatin silav dane me. Bi pirskirina rewşa me û bi me re sohbetkirin destûr nedan ku em hestên biyanîbûyînî di nava wan de bijîn. Emê bi wan re çi xebatî bidin meşandin, me plansaziya xwe bi rêveberiya wan Sosin Alan û Azîme Qamişlo re par vekir û bi alîkariya wan me zorî di naskirina gerîlayên jin de ne jiyan. Me biryar da ku em ji gerîlayên jin ên li wê derê tevlîbûne û li wê derê gerîlayetî kirine destpê bikin.

HINEK GERÎLAYÊN JI LI BAKURÊ KURDISTANÊ BEŞDAR BÛBÛN Û LI WIR GERÎLATÎ KIRIBÛN

Di wargeha gerîlayên jin de tenê pênc kes ji wan nû tevlîbibûn, lê belê li wê derê gerîlayetî kiribûn û ev yek ji bo xwe şensekî mezin dinirxandin. Her yek ji wan bi şêweyekî tevlîbibû. Mînak Şîndar Havîn bi nêzîkatiyên dayîka wê ji gerîla re bandor dibe û sedemê tevlîbûna xwe nava refên gerîla wiha anî ziman “ em deh zarok bûn û her tim dayîka min dixwest em jî tevlî nava refên gerîla bibin. Di dibistanê de dijmin gelekî hewl dida ku PKK'ê li ber çavê me reş bike. Di civakê de jî tevlîbûna jin balkêş dihat dîtin û ji bo jinekê li çiyan gerîlayetî kirin, zor û zehmet didîtin. Min dixwest ez tevlî bibim, lê van nêzîkatiyên ku jin nikare gerîlayetî bike, çavê min ditirsand. Lê belê nepejirandina dayîka min ji van nêzîkatiyan re û hewldayîna wê ya tevlîbûna me li xweşiya min diçû. Wexta ez biçûk bûm min wate nedida çima dayîka min ewqasî dixwaze zarokên wê tevlîbibin, piştre min fêmkir dayîka min dixwaze me ji pergalê biparêze û em dûrî ziman û çanda xwe nekevin. Piştî ku min gerîla bi rêya internêtê lêkolîn kir di sala 2011 an min biryar da ez tevlîbibim.” Havîn berî ku gotinên xwe bidomîne keniya û wiha domand “carna heval henekan li min dikin û dibêjin dayîka te tu tevlî kiriye, gelo te biryara xwe daye? Ez bi îrada xwe tevlîbûm, lê ya ku berê min da vê rêkê dayîka min bû û ez nepoşmanim.” Bala gerîlayekê ji wan hevaltiya gerîla kişandibû û bi vê yekê gelekî bandorbibû.

‘DI EXLAQ Û HEVALTIYA PKK Ê DE BÊ HURMETÎ NÎNE’

Lêgerînên Avaşîn Êrîş ên tevlîbûnê jî bi qedexekirina zimanê Kurdî destpê dike. Mamoste li dibistanê destûr nadin ku zimanê kurdî biaxivin. Di heman demê de malbata wê welatparêz e û derfetên wê yên lêkolînkirina jiyana gerîlayên jin hene. Êrîş çima dest bi lêkolînkirina jiyana gerîlayên jin kiriye, ev yek wiha nirxand “ derfetê min ê çavdêrkirina jiyana gerîla hebû, bi taybet ez jî jinek bûm, lê belê ez mîna gerîlayên jin ne dijiyam. Ew tevlî şer dibin, ji malbata xwe dûr dijîn, rexmî şert û mercên çiyan ên zehmet jî bi serê xwe dijîn. Lê belê keç û jinên civakê ne wisa ne. Di civakê de temenê te çi qasî ji yê birayê te mezintir be jî, lê belê ji bo tu tenê neçe bazarê tu neçarî birayê xwe yê biçûk bi xwe re bibe. Gelo ji ber ku zilam bû, me bi xwe re dibir an jî em ji xwe nebawer bûn ku xwe biparêzin? Jiyana zewac û malbat dayîna avakirin li xweşiya min nediçû. Eger min bawerî dabane xwe ku ez dikarim li çiyan gerîlayetî bikim, ezê zûve tevlî nava refên gerîla bûbame. Ez bi sedan caran bûm şahidê nêzîkatiyê mafê zilamê te heye ku li te bixe, te qetilbike û dev ji te jî berde. Lê belê di nava PKK ê de ne wisa ye, di exlaq û hevaltiya PKK ê de bê hurmetî nîne û ev yek gelekî bandor li min dikir.”

Ji axavtina gerîlayên jin ên nû tevlîbûne dihate fêmkirin ku sedemê tevlîbûna wan lêgera wan a azadiyê ye û piştî gerîlayetî li Bakurê Kurdistanê kirine bawerî dane kesayeta xwe ku dikarin li hemberî hemû şert û mercên zehmet têkoşîn bikin, di heman demê de eger keçên Kurd bawerî bidin xwe ku dikarin li çiyan gerîlayetî bikin, wê gelek keçên Kurd tevlî nava refên gerîla bibin, ji ber gerîlayetî ne tenê çek rakirine û têkoşîn kirine, di nava wan gerîlayên jin de yên ku bi hunerê cûda re jî mijûldibin hebûn.

HUNERÊN GERÎLAYÊN JIN BALA MIN KIŞANDIN

Jin di nava destê gerîlayên jin de kevirên balkêş û darên kevotê dîtin. Rojbîn Dêrik û Tamara Wan Hoste bûn. Dêrik di keşfa çalakiyan de fêrdibe û Wan jî ji hevalên xwe yên dîtir fêrdibe. Kevirê ku gerîlayên jin bikartînin ji wan re dibêjin Kevirê Sabûnê û li gorî gerîlayên jin digotin ev kevir tenê li Kato Jîrka tê dîtin. Kevirên gelekî nazik û şahîk in. Dêrik hêdî-hêdî bi kêrê teşeyê ku dixwaze dide wan keviran. Şûr, çîçek û gelek teşeyên dîtir ji wan keviran çêdike. Piştî teşe dide wan keviran, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên hevalên wan ên jiyana xwe ji destdane li wan keviran dixe. Wekî dîtir jî gerîlaya Kurd Wan ji darê kevotê toqan ji bo hevalên xwe çêdike. Kêfxweşiya gerîlayên jin ji bîranînên Wan û Dêrik re rengekî jiyana wan bû. Min jî para xwe ji wan kevirên Kato Jîrka girt û êdî perçek ji kêfxweşiya gerîlayên jin li gel min jî heye. Gerîla hunertiya xwe ji terzê jiyana xwe nadin dûrxistin û her tiştî mîna lîstandina sedrencê emrazekî perwerde dinirxîn in.

GERÎLAYÊN JIN BI SEDRENCÊ DILEYÎSTIN

Sedrenc lîstandin di nava gerîla de şêweyekî xwe perwerde kirine ye. Tişta di jiyana gerîlayên jin de bala min kişand sedrenc lîstandina wan bû. Gerîlayên jin wextê xwe vala derbas nedikirin. Piştî ku navber didan perwerdeya xwe, xwarina xwe dixwarin, piştî wê hinek gerîlayên jin dixwendin, hinekan jî rojaneyên xwe dinivîsandin û yên dîtir jî bêhna xwe vedidan. Niha jî em bizîvirin ser lîstoka sedrancê û fêmbikin çima gerîlayên jin sedrenc dileyîzin. Carna hemû gerîlayên jin dihatin ciyê ku lê çayê vedixwin û destpêdikirin sedrenc dileyîstin. Piştî ku Bêrîvan Rojhilat û Eylem Sêrt lîstoka xwe bi dawî kirin, min ji wan pirsî hûn çima ew qasî bi vê lîstokê dileyîzin. Bêrîvan bi min re sohbet kir û got “em sedrencê mîna lîstokekê nanirxînin, ji bo me şerekî dijwar e. Çima carna heval çend demjimêran li ser hevdû bi lîstokekê ve dimînin? Ji ber lêhûrbûn dixwaze û ji bo tu hemleyekê bike, divê tu baş bifikire. Em vê lîstokê bi jiyanê û bi şer ve didin girêdan. Ji bo tu biserbikeve, divê tu hemleyên xwe baş bike û di tektîk de xurt be. Çawa ez di lîstokê de hesabê hemû hemleyên hevalên beramberî xwe dikim, di şer de jî me hesabê hemû tektîkên dijmin dikir û li gorî wê em tevdigeriyan.” Lê belê sedrenc çawa mirov perwerde dike ji min re mereq bû, Eylem Sêrt di vê mijarê de wiha bersiva min da “bi rêya sedrencê tu fêr dibe hestên xwe têxe bin kontrolê de û ji bo tu hemleyekê bike, tu deh caran difikire. Eger tu di şer de jî li gorî hestên xwe biçe, tuyê wenda bike, sedrenc jî wiha ye.” Sedrenc û şer bi hev re dayîne girêdan, hewesê min ê guhdarkirina bîranînên gerîlayên jin hîn zêdetir kir.

JIYANA KESEKÎ MÎNA JIYANA GERÎLA DEWLEMEND NÎNE

Wexta ez diçim nava gerîla tişta herî zêde li xweşiya min diçe, guhdarkirina bîranînên wan e. Ji guhdarkirine ez nawestim, bi taybet bîranînên gerîlayên jin guhdarkirin ji bo min kêfeke mezin e. Gelek caran sohbetên gerîla li ser bîranînên wan e. Di anîna bîranînên xwe ser ziman, hevalên xwe yên şehîd, hevalên xwe yên berê bi hev re jiyane bibîrtînin, çawa çûne wezîfeyan û di rêkê de bi çi zehmetiyan re derbas bûne, tînin ziman.

Komeke ji gerîlayên jin dîsa li hevdû kombibûn û li ser Kato Jîrka sohbet dikirin, dengê kenê wan bala min kişand. Ez li xwe zîvirîm û min pirsî çibû hûn çima ewqas dikenin. Rozerîn Şirnex bersiva min da û got “ma te nebihîst hevala Avaşîn çawa tevlîbûye?” Ez jî zîvirîm û min ji Avaşîna şermok pirsî tu çawa tevlîbûye? Şerm kir û xwe pişt gerîlayên dîtir de veşart. Ew bertekê wê gelekî li xweşiya min çû, ya rastî bertekekî sade bû, di wê kêliyê de hestekî biyanî di dilê min re derbas bû û min ji xwe re got ev gerîla çi qasî temenê wan mezin be, di şer de jî derbas dibin lê dîsa ruhê wan mîna zarokan zîndî û dilpak e. Gelo çawa ruhê xwe zîndî dihêlin? Em vegerin çîroka Avaşîn ya tevlîbûne. Wexta min pêre li ser tevlîbûna wê sohbet kir, ji min re behsa çîroka xwe ya tevlîbûne nekir, lê gerîlayên jin ji min re behsa tevlîbûna wê kirin. Avaşîn û dotmameke xwe dixwazin tevlîbibin, lê ji tirsa ku piştî tevlîbibin dewleta Tirk bi ser gundê wan de biçe, dixwazin ji bajêr tevlîbibin. Ji kesekî re nabêjin emê tevlîbibin. Bi mehan digerin, dixwazin bi rêyekê xwe bigihînin gerîla û tevlî bibin, lê belê nikarin. Dawiyê neçar dimînin û dizîvirin gundê xwe ji bo xwe bigihînin gerîla. Piştre nameyekê ji gerîla re dinivisînin û dixin nava satileke tejî mast û ew satil digihîje gerîla. Lê mixabin gerîla wî mastî bi dawî nakin û nameya wan di binê satilê de dimîn e. Piştî demeke dirêj li ser nameya wan de derbas dibe, ev ferq dikin ku nameya wan negihîştiye gerîla. Vê carê nameyeke dîtir dinivisînin û dixin nava penîr de. Avaşîn û dotmama xwe ji hevdû re dibêjin “ me xwe felişand ji bo em tevlî bibin, lê kesek nayê me tevlî nake.” Piştî wê nameya wan dikeve destê gerîlayên xort de. Gerîlayên xort gelekî dilşad dibin ku du keçên ciwan dixwazin tevlî bibin. Şevekê diçin xwe digihînin wan û her duyan bi xwe re tînin. Kî li çîroka wan guhdarbike, ji xwe re dibêje, dewleta Tirk hemû şêweyan bikartîne ji bo keç û xortên Kurd tevlî nava refên gerîla nebin, lê belê ger bixwazin tevlî bibin kesek nikare li pêşiya wan bibe asteng. Çîroka Avaşîn Êrîş hesreta tevlîbûna gerîla bû, lê çîroka Zelal Zîlan hesreta çûyîna herema Xerzan ye.

MIN XWE XISTE ŞÛNA ZELAL ZÎLAN DE…..LÊ JI MIN RE ZOR HAT

Gerîlaya Kurd Zelal Zîlan a bi navê Muezez Demirhan sala 1987 an li gundê Xincika navçe Hezo ya girêdayî Êlihê hatiye dinê. Zîlan sala 2003 an tevlî nava refên gerîla bûye. Hertim xeyalê wê ewe ku biçe herema Xerzan û mîna Hozan Mizgîn gerîlayetî bike. Pêşniyara wê ya çûyîna bakur tê pejirandin, lê naçe herêma Xerzan diçe Botanê. Piştî çar salan li Botanê dimîne, pêşniyarê wê yê çûyîna herêma Xerzan tê pejirandin. Ev bi moral û heyecaneke mezin xwe amade dike ku bi xeyalên xwe re bijî. Ew jî tevlî koma Xerzan dibe û berê xwe dide hesreta xwe. Bi roj û bi şev dimeşin, tenê şevek dimîne ku bigihîjin herêma Xerzanê, lê Zîlan nizane ku ew nagihîje Xerzan û di rêkê de lingê wê diqulibe. Êdî nema dikare bimeş e. Kom dixwaze li benda wê bimînin, an jî du hevalên wê li gel wê bimînin, lê ew napejirîne ku kom li benda wê bimîne û bibe sedemê şehadeta hevalên wê. Bi israra xwe tenê dimîne. Hevalên wê alîkar didine ku têkeve kunekê de. Çek û bomba wê li gel wê ne, ger leşkerên Tirk an jî cerdevan wê bibînin ewê xwe biparêz e. Bi tena serê xwe dimîn e, ji bo nekeve destê leşker û cerdevanan de ne bi şev, ne jî bi roj xew dike. Bêriya hevalên xwe dike, her tim difikire wê kînge hevalên wê pêve werin. Ji bo negihîştiye herêma Xerzanê dilê wê diperit e, ne dikare vexwe ne jî dikare bixwe. Sê şev û sê rojan di wê kunê de dimîne. Demjimêr jê re bûne mîna rojan û roj jî bûne mîna salan, zeman derbas nabe û her li benda hevalên xwe ye.

Her sibeh derdikev e ber devê kunê û keşfa xwe dike. Rojekê dibîne du kes ji dûr ve keşf dikin. Tedbîrê xwe digire, nizane kîne, ger leşkerên Tirk an jî cerdevan bin, heyanî fîşekên wê hebin ewê bi wan re şer bike û dawiyê bomba xwe bi xwe de biteqîne. Xwe hêdî-hêdî dehf dide û di kunê de dimîn e. Bi hedar nêz dibe, berê di şer de maye û xwedî ezmûn e. Piştî demjimêrek derbas dibe du kes gazî wê dikin. Qîr-qîra wanm e û gazî dikin “hevala Zelal-hevala Zelal.” Ev bersiv nade, ji xwe dipirse gelo ev kîne, leşkeran cihê wê dîtine, yan jî agahî girtine ku ew di wê kunê de ye? Bersiv nade, her du kes li derdora kunê diçin û tên. Dawiyê diçin ser serê kunê, bi hev re daxivin û dibêjin “gelo hevalan hevala Zelal di cihekî din de veşartine, ger ew li vê derê bane wê bersiva me dabane.” Bi bihîstina van gotinan re Zelal nefesekî kûr dikişîne û ji kêfan re dengê wê dernayê ku bibêje “heval ez li vê derê me.” Mîna ku ji xeweke giran rabûye û sal derbas bûne, ruh pê tê û bi zorê dertê ber devê kunê û bi destê xwe îşaret ji her du gerîlayên xort re dike ku wê bibînin. Her du gerîlayên xort wê nabînin, cihê ku Zîlan lê sekiniye ji her du gerîlayên xort ve nayê dîtin. Zîlan dawiyê neçar dimîne ku fîşekekê biteqîne, yan jî wê her du gerîlayên xort biçin û wê nabînin. Piştî ku fîşek diteqîne, her du gerîlayên xort xwe diberdin xwarê û dibînin destên Zîlan li hewa ne. Her du gerîlayên xort diçin gel wê, Zîlan bi roxmî wan nasnake, tenê ew carekê du caran dîtine, wan hembêz dike. Her du gerîlayên xort dibînin sîmeyên rêyê wê mîna gulan geşbûne. Devê wê ziwa bûye, nevexwariya ne jî xwarin xwariye. Jê re dibêjin “ xwarin û ava te heye te çima nexwariye û ew qasî zehmetî kişandiye?” Piştî ku Zîlan wan dibîne, mîna ku bi salan birçî maye xwarinê bi kêf dixwe. gerîlayek çek û rextê wê radike, yê din jî Zîlan dide pişta xwe û çend rojan li ser hevdû dimeşin heyanî digihîjin hevalên xwe.

ME XATIR JI GERÎLAYÊN JIN XWESTIN

Em pênc rojan li gel wargeha Şehîd Rêwan man. Di pênc rojan de me hemû gerîlayên jin naskirin û bi wan re sohbet kirin. Ji wan xatir xwestin, tu bixwaze nexwaze wê zor be. Emê di beşeke din a rêzenivîsê de li ser rojên ku di wargeha gerîlayên xort de derbaskirine rawestin.


Bêjeyên Miftehî