1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Dilê wan bar nade`
`Dilê wan bar nade`,dilê,wan,bar,nade

`Dilê wan bar nade`

Egîtîm-Sen: Dilê wan li hember serkeftina xwendekarên kurd bar nade

A+ A-

Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku saziyên Malên Piştgiriya Perwerdehiyê alternafî in û wiha got: "Ji ber ku serkeftina zarokên kurd ên li van saziyan pêktê tehemûl nakin dixwazin van saziyan bigirin."

Bertekên li dijî biryarên waliyan ên girtina Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên Sêrt û Êlihê berdevam dikin. Egîtîm Sen'ê hewildanên waliyan ên li dijî Malên Perwerdehiyê ji ajansa me re nirxand. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mehmet Bozgeyîk, anî ziman ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên zext û zordariyan li dijî hemû derdorên muxalîf zêde dibin. Bozgeyîk, da zanîn ku Wezîrê Karên Hundir bi daxuyaniyên dide rêxistinên sivîl ên civakî û komeleya hedef nîşan dide. Bozgeyîk, bilêv kir ku piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir hewildanên girtina Malên Piştgiriyê yên Perwerdehiyê pêktên û wiha axivî: "Walî û midûrên perwerdehiyê yên ferman girtin, ketin nava tevgerê. Waliyan biryar girtina gelek malên piştgiriyê dan."

'Malên Piştgiriya Perwerdehiyê hilberîna xebatên kolektîf e'

Bozgeyîk, destnîşan kir ku Malên Piştgiriyê yên Perwerdehiyê yên herêmê hilberîna xebata hevkar a hîndekar û şaredarên herêmê ye. Bozgeyîk, bilêv kir ku armanca Malên Piştgiriyê ew e ku xwendekarên nikarin biçin dersxaneyan bi perwerdehiyekî baş û bê pere perwerde bikin. Bozgeyik, diyar kir ku li malên piştgiriyê xwendekar amadekariyên dibistan û zanîngehê dikin. Bozgeyîk, da zanîn ku li Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê ya Êlihê zêdehî hezar xwendekaran perwerde dît û jî sedî 50 zêdetir li saziyên perwerdehiyê hatine bicihkirin û wiha pê de çû: "Ji ber vê serkeftinê malên piştgiriyê dibin hedefa AKP'ê û zihneyeta wê."

'Mal û dibistanên cematê dijzagonî ne'

Bozgeyîk, bal kişand ser rêxistina bi destê cematê ya li herêmê pêktê û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Hemû kes dizane ku li herêmê bi mal û dibistanên cematê rêxistinê dike. Ji van gelek îlegal in. Bêyî zagonî xebatan dimeşînin. Dewlet û AKP piştgiriyê dide wan. Xwendekarên xizan û serkeftî ber bi wan cihan ve beralî dikin. Li vir ji bo bingeha AKP'ê amade bikin xebat tên kirin."

'Ez hewildanên li dijî Malên Piştgiriya Perwerdeyiyê pêk tên şermezar dikim'

Bozgeyîk, pêkanîn li dijî malên piştgiriyan pêktên jî şermezar kir û xwest ku AKP û walî ji vê şaştiyê vegerin û wiha got: "Mudaxele li hemû perwerdehiyê kirin. Di pirtûkên dîrokê de bîrdoziya xwe tejî kirin. Di qada perwerdehiyê de alîgirên xwe bicih kirin. Hikûmeta AKP'ê li dijî hemû derdorên muxalîf zextan zêde dike. Em wekî Egîtîm Sen dê li dijî zext û zordariyan di nav têkoşînekê de bin." Bozgeyîk, da zanîn ku saziyên perwerdehiyê yên dixwazin bigirin perwerdehiya alternatîf didin û wiha axivî: "Ji ber ku serkeftina zarokên kurd ên li van saziyan pêktê tehemûl nakin dixwazin van saziyan bigirin."

Bozgeyîk, bilêv kir ku AKP mudaxeleyê li hemû kesên difikrin û lêpirsînê dikin dike û hem civaka demokratîk hedef diger. Bozgeyîk, Bulent Arinç ê ku got "Em dê hemû mafên kurdan bidinê" jî rexne kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li aliyekî Bulent Arinç dibêje ew dê hemû mafên bidin li aliyê din êrîşê li saziyan dikin. Ev yek jî dûrîtiya wan nîşan dide." DÎHA (ft/mae)


Bêjeyên Miftehî