Dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Kobanê' li Kobanê deng vedan
RIHA (DÎHA) - Girseya gel a li gundê Mehserê nobeda berxwedanê digire berê xwe da Kobanê û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ" û "Bijî Berxwedana Kobanê" berz kir. Ji bo dirûşmên li Kobanê deng vedan, şervanên YPG/YPJ'ê jî guleyên nîşanê berdan hewayê û bersiv dan dirûşman.
Çalakiyên li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bênavber dewam dikin. Gundên Mehser û Miseynter ku veguherîne keleha berxwedanê, her roj ji çalakiyên cuda re mêvandariyê dike. Li Miseynterê, nobedarên berxwedanê yên bi roj, bi çêkirina zincîra ji mirovan wezîfeya xwe radestî komên nû kirin. Bi şev jî bi sedan nobedarên li Mehserê berê xwe dan Kobanê û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ" û "Bijî Berxwedana Kobanê" berz kir. Ji bo dirûşmên li Kobanê deng vedan, şervanên YPG/YPJ'ê jî guleyên nîşanê berdan hewayê û bersiv dan dirûşman.
(wk)